Partiya Maoîst Komunîst, Partiya Komunîstên Tirkiyê-Marksîst Lenînîst: KOMUNÎST RÊBER ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA NAVÊ TÊKÇÛNA FAŞÎZMÊ Û BIRYARDARIYA ŞOREŞA ME YE!

KOMUNÎST RÊBER ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA NAVÊ TÊKÇÛNA FAŞÎZMÊ Û BIRYARDARIYA ŞOREŞA ME YE.

47 SALE MEŞALA ME YA VENEMIR E!

 

Di dilê netewatî û nasnamên kêmanî ên bindest gelên me de cihê 18’ê gulanê pir grîng û taybete. Komunîst rêber Îbrahîm Kaypakkaya roja 18’ê gulanê de faşîzmê di zindanê wan de jî têk birî ye. Ji ber vê yekê nanvê 18’ê gulanê têkçûna faşîzmê ye. 18’ê gulanê, rastiya lêxistina derbeyên komunîstan ên giran e ku di zinadanan de li faşîzmê xistî ne û di heman demê de bûye nîşana  domayiya  berxwedan, serhildan û têkoşîna şoreşê ku di nifşanan de hatiye domandin.

18’ê gulanê; di heman demê de li dijî zilmê roja qêrîna gelên me yên ku di axa welatê me de bindestbûne ye. Qêrîna karkerên ku keda wan hatî xwarinê ye. Qêrîna gundiyên ku roj bi roj  xizan dibin û axên wan hatiye jehrandinê ye. Qêrîna jin û LGBTÎ+ên ku hatine qirkirinê ye. Qêrîna Ermenan, Kurdan û netewatiyên din ên kêmasî ku hatine nijadkuj kirinê ye û qêrîna Elewiyên ku nikarin baweriyên xwe bijînin ne. 18’ê gulanê, qêrîna êrîşên li dijî xizantî û nijadperestiya ku li penaberan tê kirin e.

18’ê gulanê, li pêşberî şkencan bûye navê; ser dayîn sir nedayînê û di hişmendiya şoreşê de bûye navê li xwe bawerbûnê û rêberîkirinê.

Rêheval Îbrahîm bi serfirazkirina 18’è gulanê ve ala têkoşîna komunîzmê di van axan de bilind kiriye. Li ser vê yekê banga wî ji mêj ve di sînorên ku tên pêwîstkirinê de derbas bûye. Û li dijî faşîzma Komara Tirk, di dil û hişmediyê şervanên li Rojava de cih hilda ye. Rêheval Îbrahîm bitenê di dilê gelên Tirkiyê de nîne, di dilê gelên Rojhilata Navîn de bêhtir cihek grîng girtiye.

47 berê hêzên desthilatiya Kovara Tirk a faşîst bi qetilkirina rêheval Îbrahîm ve guman dikir ku têkoşîna komunîze tune bibe. Lê ramanên rêheval Îbrahîm û têkoşîna wî ya komunîst îroj di axa Tirkiyê û Kurdistanê de tê domandin. Li ku derê serhildanek û berxwedanek antî-faşîst, antî-emperyalîst hebe; rêheval Îbrahîm li wê derê dijîne û rê ravê dike. Banga rêheval Îbrahîm; di dengê çakûçe kedkarên keda wan tê xwarinê de, di destên gundiyê cefakar ên destên wan bizmare girtiye de, li ser çiya bi destên çek ve di kozîkên gerîllayên ku li dijî faşîzmê ala serhildanê vekirine de, di şîarên jin û LGBTÎ+ên ku tên qetilkirinê de, di şîarên ciwanên gel ku ayendê wan hatine çopandinê de, di koka dar û daristanên ku ji bo siya wan nayên firoştinê hatine birînê de, di daxwaziya Elewiyan ji bo dadiyê de, di qêrîna bêdengiya netewetiyên ku hatine nîjadkujî kirin  de deng vedide.

Zordarî, zilm û komkujiya wan tev wekî  têra gelên me nekiriye ku îroj jî gelên me ji ber şewbê bedêl dide. Em bang li gelên xwe dikin; sedema vê şewbê pergala emperyalîst-kapîtalîst e. Ev pergal sirûşta me qir dike, pergala tenduristiyê bi arzîkirinê ve dixe wekî dikana xwe. Pêşgiriyê ku hildane dermankarî ne û berî her tiştî armanca wan ku dewlemend xwe pêş de biparêzin. Di pêvajoya şewbê de ji karker û kedkaran re mirin wek rewa hatiye dîtin. Ev şewb, carekî din jî rûyê pergalê rast û bixwîn derxistiye pêşiya me. Di çaxên bobelatan de li hemberî pergalê qîmeta tu kesên bindest û kedên wan tên xwarinê tune.

Bila gelên me bizanibin, bersiva banga rêheval Îbrahîm; hilweşandina desthilatiya faşîst e. Di serî heta dawiyê li dijî desthilatiya faşîst ku deshilatiya xewe bi zordarî û pêkutî ve dide domandin re tundiya şoreşger zarûretek e. Em tenê bi gotinan ve ji bindestiya xwe nikarin rizgariyê bidest bixin.  Ji faşîzmê rêya xilasbûna me bitenê birêxistinbûna me û çeka me ye.

Ev roja ku em rêheval Kaypakkaya bi bîr tînin de  jî ji faşîzmê û pergala emperyalîst-kapîtalîst re banga qaqibokirinê dikin. Wekî roja 18’ê gulanê sala 1973’an de bûye, em îroj ala sora ku me ji destê rêheval Îbrahîm girtiye, di tev kozîkên xwe de didin pêlpêlandinê û hêviyê bêhtir mezin dikin.

Bila neyê ramadin ku ev desthilata faşîst û çerxa kedxwara ku bi çapemenî û teknolojiya raser ve hatiye rapêçandinê nayê hilweşandin.

Bila neyê ramandin ku neteweyên hatine nijadkujî kirinê heta bêdawiyê bêdeng bimînin û ji bextên xwe re razî bibin.

Bila neyê ramandin ku çînî karker ê ji pergala kedxwarî re serîhilnede. Em ê vê pergalê helbet hilweşînin. Çi bibe jî em ê hesebê Helîn Bölek, Mûstafa Koçak, Îbrahîm Gökçek û şereşger û welatparêzên ku merzelên wan hatine rûxandin bipirsin.

Em ji ariya xwe de dîsa tên bûyînê, bi baskên xwe yên bi agir ve agirê serhildanê  gur dikin. Çirûska Vartînîkê di dilê gelên bindestan de dîsa pêdixin. Em ê ev çirûska ku 18’ê gulanê sala 1973’an de ne hatiye temirandinê di her derê welat de pêbixin.

Em li ser şexsên Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Necmî Öner, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Ûlaş Bayraktaroğlû de li pêş tev nemirên enternasyonala proletaryayê û şehîdên meha gulanê bi rêz ve ditewin. Û carkî din jî soz didin wan, em ê têkoşîna wan mezin bikin. Em îroj çar aliyê Kurdistanê de têkoşîna Hakkiyan, Çar şehîdên gulanê ku laşên xwe li dijî tarîtiya Dehaqên bi ûnîforma ve xistine meşale û têkoşîna tev şehîdên Tevgera Azadî a Kurd bi mezinkirinê ve berdewam dikin.

Em bang li gelên xwe tev dikin, ku tev li têkoşînê bin û têkoşîna me xurt bikin, di rêya şoreşê de cih hildin.

 

Rêheval komunîst rêber Îbrahîm Kaypakkaya nemire!

Şehîdên şoreşê nemirin!

Bijî Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzm!

Bijî pişgirtiya şoreşgeran!

Bijî Enternasyonalîzma Proletarya!

 

Partiya Maoîst Komunîst

Partiya Komunîstên Tirkiyê-Marksîst Lenînîst

Gulan 2020

Englısh: https://www.tkpml.com/maoist-communist-party-communist-party-of-turkey-marxist-leninist-communist-leader-ibrahim-kaypakkaya-is-the-name-of-consistency-of-revolution-and-destroying-fascism-he-is-our-torch-for-the-past-4/

Turkısh:https://www.tkpml.com/mkp-tkp-ml-komunist-onder-ibrahim-kaypakkaya-devrim-kararliligimizin-ve-fasizmi-yikmanin-adidir-47-yildir-sonmeyen-mesalemizdir/