TKP-ML MK: 50’EMÎN SALA ME BI NEMIRÊN ME RE!

Hejmra daxuyanê: 2022/1

Em bîranînên wan didin jiyandin, ala wan bilind dikin û têkoşîna wan geş dikin!

50’EMÎN SALA ME BI NEMIRÊN ME RE!

Em bi şîara “Rê çiqas dirêj be jî, gava yekem divê bê avêtin” ve derketin rê. Partiya me ji pratîka têkoşîna çînan a van axan şêwe girt. Di salên dawî yên Împaratoriya Osmanî de, em ji grevên çîna karker û têkoşîna gel û neteweyên bindest xwedî bûn. Me ji Şoreşa 17’ê Cotmehê ya ku di pêşengiya V.Î.Lenîn ê ku di dawiya meha Çileyê de jiyana xwe ji dest da îlham girtin û me dest bi tevgerê kir. Dema em ji bo bi têkoşîna çîna karker, gelên bindest, netew û oliyên bindest re bibin yek û li ber xwe bidin bi ser lingan ketin, bi komployeke qirêj em hatin qetilkirin.

Armanc ew bû ku di rojên dawî yên meha Çile de tevgera komunîst a bi pêşengiya Mustafa Suphî di avên sar ên Behra Reş de binax bikin. Di gavên me yên ewil de 15 rêhevalên me nemir bûn. Rêheval Mariya Suphî hat girtin û piştî her cure îşkenceyê hat qetilkirin. Em bi hêrsa çînayetî û baviksalarî ya dijminên çîna xwe hatin ceribandin!

Bersiva destpêkê ya me bi xwîn û îşkenceyê hat dayîn. Armanca wê ew bû ku ramana komunîst di kûrahiya Behra Reş de were hepskirin. Partî bi giranî birîndar bû. Û nîv sedsalê jî nikaribû li ber xwe bide. Partî bi awayek giranî birîndar bû. Û bi qasî nîv sedsalê ranebû ser lingan. Her çiqas di vê demê de têkoşîna çîna karker û gelên bindest  berdewam kiribin jî, ev tevger nikaribûne pêşengiya wan bikin. Li ser çîna karkeran, li ser netewe û oliyên bindest tarîtîyeke kûr a faşîst hate ferzkirin. Komkujî û îşkence bi awayekî dilkevir berdewam kir. Em mirin û em dîsa mirin!

Diviyabû ev tarîtî biqede. Qediya jî! Beriya nîv sedsalê ya îro, di 24ê Nîsana 1972’an de, em dîsa bi germahiya “tava ku ji rojhilat derdikeve” rabûn ser piyan. Me berê xwe da ronahiya Serok Mao. Di têkoşîna çînî ya ku çîna karker û gelên bindest bi pêş ket de, me guh da banga Şoreşa Çanda Proleter a Mezin. Bi pêşengiya Îbrahîm Kaypakkaya ve bi hejmarek kadroyên bi sînor me xwe ji nû ve ava kir û em bi hemû hebûna xwe ketin nav behra berfireh a têkoşîna çînan. Weke ku Nazim Hikmet gotiye: “Ji bo rojên pêşerojê ji esmanan ji me re ayet nehat xwarê. Me bi xwe soza wê da…”

Em bi mirin û qetlîamê hatin ceribandin. Me di meha Çile de vê carê jî xatirê xwe ji fermandarên yekem ên artêşa gel TÎKKO Alî Haydar Yildiz û rêhevala xwe Meral Yakar xwest.

Me bi ked, xwîn û canê xwe di nava deryaya berfireh a têkoşîna çînan de partiya xwe ji nû ve ava kir. Û em hebûna xwe berdewam dikin!

Rêhevalên me yên nemir ne tenê bi keda xwe her wiha bi can û xwîna xwe bûne xerc li ser bingeha partiya me. Li welatê me wek mînakên zindî yên Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzmê ketin erdê. Û wek tov şîn bûn. Wan jiyan kir û partiya me dan jiyandin.

Ji roja damezrandina partiya me heta niha bi sedan rêhevalên me di nava têkoşînê de, li serê çiyayan, li zindanan, li ber barîkatan, di nav ceribandinên têkoşîna çînan de li her qadê, ala proleteryaya enternasyonal bê dudilî pêlandine. Ew bûne cewher û kurteya dîroka partiya me ya 50 salî.

Em bi şehîdên xwe re mezin bûn, me bi wan re jiyan kir, me bi wan re têkoşîna xwe domand û em ê bi wan re bidomînin.

50 sal li ser şopa nemirên me!

Partiya me; Rêber, Îlham û Çavkaniya Hêza Me ye!

Hêrsa qezenciya zêde û mêtingeriya kapîtalîzma emperyalîst mirovahî û gerstêrkê ber bi tunebûnê ve dibe. Herwiha hêrza qezenciya zêdetir a pergala kapîtalîst ji bo hilweşandina xwezayê, mirovahiyê bi şewba epîdemîk re rûbirû dihêle. Zêdetirî pênc mîlyon mirov ji ber şweba Covid-19 mirine. Ger pergala kapîtalîst a emperyalîst ji holê neyê rakirin, cîhan dikeve xetera tunebûnê.

Têkoşîna çînê bi şekl û naverokên cûrbicûr geş dibe. Pêşeroj bil ez û bez amadekariya şoreşên nû û serhildanên gel dike û yên di vê têkoşînê de nemir bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Partiya me hefteya dawî ya meha Çile wek “Hefteya Bîranîna Şehîdên Partî û Şoreşê” dinirxîne. Îsal meha Çile ji bo partiya me girîngtir e. Sala 2022’an 50 saliya damezrandina partiya me ye. Partiya me 50 saliya xwe bi şîara, “Partiya me; Rêber, Îlham û Çavkaniya Hêza Me ye!” ve wê weke kampanyayek li dar bixe. Çalakiya me wê di hefteya dawî ya meha Çile de bi Hefteya Bîranîna Şehîdên Partî û Şoreşê dest pê bike û heta 18’ê Gulanê ku rêhevalê me yê rêber hate qetilkirin wê bidome.

50 sal in TKP-ML ala komunîst di nava têkoşîna çînan de herî zêde di destên şehîdên me de, li van axan datîne. Ev dîrok; bi têkçûn û serkeftinan, paşketin û pêşketinan, bi kevneşopiya Partiyê ya ku di her rewşê de afirand û domand, bi israra wê ya di şerê çekdarî de, berxwedana wê ya di zindanan de, rêxistinên ku di nav çîna karkeran de afirand, berxwedanên gundiyan bi rê ve bir, û gelek ceribandinên din ve têr û tije ye.  Werin em bi hişmendiya vê rastiyê 50 saliya xwe pîroz bikin. Em li ku dibin bila bibin, di her çalakiyên partiyê de, di her çalakiyên pratîk de, em li her qadê û di her kêliyê de rûmeta nemirên xwe bidin jiyandin! Werin em bi sloganên xwe navên wan bang bikin! Em silaveke xurt ji wan û têkoşîna wan re bişînin!

 

Şehîdên Partî û Şoreşê Nemirin!

Partiya me di Salvegera xwe ya 50’emîn de Rêber, Îlham û Çavkaniya Hêza Me ye!

Em ê Bi Tecrûbe û Ceribandinên Sala 50emîn Serbikevin!

Bijî Partiya me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, KKB, TMLGB!

Bijî Şerê Gel!

Bijî Marksîzm Lenînîzm Maoîzm!

 

TKP-ML MK

Çile 2022

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-50-yilimiz-olumsuzlerimizle/?swcfpc=1

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-central-committee-our-50th-anniversary-with-our-immortals/?swcfpc=1