Komîteya Rojhilata Navîn ya TKP-ML: Şoreşa Rojava Di Sala 8’emîn De Ye!

Şoreşa Rojava Di Sala 8’emîn De Ye!

Ji Gelên Rojhilata Navîn Re Hêvîbûna Şoreşê Berdwam Dike!

 Ew jiyana bi tunebûn û xizntiyê tijî di Rojhilata Navîn de ji gelan re bûye qeder cara yekem bi Şoreşa Rojava re li ser gelên Rojhilata Navîn gihîştiye ronahiyê. Gelên ku raman û vênên wan hatine zincîr kirin, pêşketina wan hatiye asteng kirini bi Şoreşa Rojava ve bi awayek azad dest bi dijîna nasname yên xwe, ziman û çandên xwe kirin. Ji ber nasname, ziman û çandên xwe dûçarbûnê çewisandinê, nijadperestiyê û têkilî pê nekirinê namînin, bi hev re wek biratî derfetê dijînê di afirînin û hêza biratiyê derxistine nav holê.

Bindestê bindestan jin, di dîroka xwe de wek ku qet nebûne îroj bûne nîşana têkoşîna jiyanek azad û birûmet. Şoreşa Rojava bi wateya rastî şoreşek jina ye. Ancax her wisa şoreşa gelen Meshiyî jî ye. Cejna gelên Ermen-Suryanî-Asûrî ên ku hatine nijadkujî kirinê ye. Ji her cure çewisandin û biçûkxistinan rizgar bûne û derfetê jiyanek azad bi dest xistine.

Komara dewleta Tirk a faşîst û dîktator, zordar R.T. Erdoğan dijminê azadî û mîrovahiyê ne. Di her keysê de bi gef, provakasyon û êrîşan ve dijmintiya xwe ya hemberî gele Kurd-Ereb-Ermen-Suryanî bi awayek eşkere ravê dike.

Şoreşa Rojava, li dijî çewisandinên biraxwînên Komara dewleta Tirk a faşîst; DEAŞ û rejîma BAASê di nav têkoşînê de hatiye afirandin, bûye nîşangeha dewletên paşverû ên heremê. Komara dewleta Tirk a Faşîst bi dewletên emperyalist ên li ser gelên Rojhilata Navîn bûne kul ve ji bo fetisandina Şoreşa Rojava û îlheqkirina van axan berê pêşiyê Serêkaniyê û Grê Spî dagir kiriye.

Êrîşên faşîzmê li dijî Şoreşa Rojava bê bêhn û bi lezayî tê berdewam kirin. Li dijî vê yekê jî gelên Bakurê Sûrî û beşên demokratik-welatparêz ji bo parastina Şoreşa Rojava berxwe didin. Pêşeroja Şoreşa Rojava di aliyek din de jî bi têk birina êrîşên îlheqkirin û dagirkirina dewleta Tirk a faşist û pêş xistina qazancên şoreşê ve girêdayî ye. Di nav welat da jî paş xistina êrîşên dewleta Tirk a faşist ji bo parastina Şoreşa Rojava cihekî girîng digirê. Û wekî vê di welatê me de pêş xistina têkoşina şoreşê, demokratik û her derbê ku li faşîzmê were xistin ji bo xwedî derketina parastina qazancên Şoreşa Roşava jî gelek girîng e.

Temînata Şoreşa Rojava, mafê cihêbûna neteweyan bi azad, di axa welatê me de bi serketina Şoreşa Demokratî ya Gel ku em mezin bikin ve girêdayî ye.

Şoreşa Rojava, şoreşa jina û gelan ne. Rêya vekirina şoreşa rastiyê ye.

Şoreşa Rojava, rêya azadbûna gelên Rojhilata Navîn ne.

Şoreşa Rojava pîroz dikin.

Şan û rûmet be ji Şoreşa Roşava ra!

Bimire Komara dewleta Tirka dagirker, ilhaqker û nijadkuj!

Komîteya Rojhilata Navîn ya TKP-ML

18 Tîrmeh 2020

Türkçe: https://www.tkpml.com/tkp-ml-ortadogu-parti-komitesi-rojava-devrimi-8-yilinda/

Arabça: https://www.tkpml.com/ثورة-روج-أڤا-في-السنة-الثامنة-ثورة-الشع/