TKP-ML MK: Ew kesên me ên ku ji bo şoreşê nemirbûne; em wana bi girtina sozên ku me daye wana ve birêzdarî bi bîr tînin!

Ew kesên me ên ku ji bo şoreşê nemirbûne; em wana bi girtina sozên ku me daye wana ve birêzdarî bi bîr tînin!

Têkoşîna çîna ti dem di çaxek “rihet”, “bêtengasî”, de derbas nebûye/nabe jî. Lewre heya ku cihanek bêçîn û bêsînor neyê afırandın; ne bandora azweriya pergala emperyalî-kapîtalîst ji bo karkirinê ê biqede, ne jî li ber vê azweriyê  ji bo pervekirina cihên bandordar şer û hevrikiyê biqede, û ne ê li ser navê kar-bêhtir kar; kedxariya li ser çîna karker û gelên bindest biqede, ne jî ê xizantî û birçîti ji nav holê rabe. Ji ber vê yekê heya pergala zordar li nav holê neyê rakirin; çînên serdes ji bo domandina desthilatiya xwe li ser çînên bindest zilm, êrîş û komkujiyên xwe dê berdewam bikin.

Rastiya çînên serdest a li beramberî çîna karker û gelên bindest di dema pandemiya ku li seranserê cihanê bandor kirî de di sala dawîn de bêhtir diyar bûye, û hate xuyayî û da ber çavan ku dewlet dewletên lepek sermayeyên parazît û hevkarên wan in. Hemû gelên cihanê dîtin ku desthilatan di rewşa pandemiyê de çina karker wekî ber mercên mirinê de dan xebatê û hemû “bestekên alîkariyê” ji bo kara burjuvaziyê nekeve vekirin, û  ji bo astênkirina vîrusê jî hemû pêşgiryên wan ji banga “li malê bimîne” de derbas nebû. Xwedanên pergala emperyalîst-kapîtalîst û xulamên wan ên hevkarên wan; pandemiyê ji bo pergala xwe wekî keysek hildan dest, û di aliyek de ji bo gelan hildin bin venêran xwe dixwazin bi qanûnan nû ve mafê hatine  qazanckirinê cop bikin,  û di aliyek din de jî bi “şerên parza” ve jiyana gelan “qurbana” dijberiya kapîtalîzme dikin.

Îroj jî emperyalîstan ji Rojhilata Navîn heta Qefqasyayê, ji Efrîqayê heta Asyayê her çar aliyên cihanê zivirandiye cihê şer, û ji bo gelan wergeriyaye pergalek zilma zordestiyê, sazgêriya şêlandinê û talankirinê. Lê ji ber van karê wan; hêrsa dijberên wan ango kolyarên qora wan dê meyandinê û ev hêrs bi awayek ku di bin de nemîne geş dibe, bi pêldanên hûr û bilind ve li ser rû dikeve. Bêguman ê bersivek van teva dê biba; wekî ku li YDE de serhidana Reşa, hêrsa ku kolanên Fransayê şewitand; li dijî xizantiyê qelebalixên ku kolanên Misrê, Lubnan û Iraqê tijekirin, di pêldana serhildana jinan ku qedexeyan qet nasnekirin de, şerê Rojava li dijî talankirinê, di berxwedana gelên Qerebaxê de… bû.

Ev rewş, bêquman di welatê me de di perpîtina desthilatiya AKP-MHPê de tê dîtin. Çîna karker çiqasî ji hev qetiyayî û bêşengiya şoreşger- komunîst ve be jî, lê dîsa bi berxwedanê ve bizavdar e. Li dijî hemû pêkutiyan têkoşîna netewa Kurdan didome. Jin wekî hemû cihanê di welatê me de jî serhildanê birêxistin dikin; ciwan li ser têkoşîna yekitiyê pêngavan li dardixin. Ev tev diyar dikin ku pêvajo bizavdar e, û ji bo geşkirinê rê vekirî ye.

Li ser rûyê erdê di temirandina van pêlanan de hinek encamên serneketîbûnê hewce ku nebe sedemek ji bo xwe bêhêvî hîs kirinê. Bêguman ev pêlanan çiqasî bi pêşengê xwe ve bibe yek û ew ê ewqasî geş bibe û bibe pêlanên mezin/bilind, û ê were zanîn ku di behra zilma ji hêla  “cihana began” ve hatiye afirandin de “cihana began” ên di wir de werin xeniqandin. Ev çîrokek berbêjî nîne, ev ji bo çengek burjûvazî re “nişkemizgînek” dîyalektîk e.

Xwediyên pergalê ji komuna Parîsê heta Şoreşa Sovyet û Çînê bi serpêhatiyên xwe ve vê rastiyê dizanin, û ji ber vê yekê zilmê bêhtir zede dikin û bi pêkutiyên giran ve dixwazin gelan bixeniqînin. Tam jî ji ber vê sedemê wekî cinawirek ku ecelê wî/ê hatiye li ser êrîşan êrîş çê dike, li dijî têkoşîna çîna karker û gelên bindest pêgiriya hêrsan derbas dike. Li ba bindestan ev dilnerihetî, û ev hêrsa ku meyîn dibe; hîna li ser rûyê erdê ji dûrê tovbûna yektiyê be ji bo desthilatdaran hilweşîne derbas bibe jî, lê ev jî xewa desthilatdaran direvîne û xewê li wan diherimîne. Li ser xewa wan meşa “bêtar/heyûla” ên nemirên me ên şoreş û komunîzmê didome.

Şehîdên şoreş û komunîzmê wekî îro di “şert û mercên herî dijwar” de şoreşgerî kirin û şehîd ketin. Me çi got; têkoşîna çîna ti dem di çaxek “rihet”, “bêtengasî”, de derbas nebûye/nabe jî. Ku îhtîmalek erkena vê heba, şoreşgeriyê biba mîna gerek ku di nav kolanên bajarek herî pak û birqdar; lê me rêheval û hevalên xwe di nav mercên dijwar de li serên çiyan de, li berwarên tîk û herî ê derdorên koşên taxên  bajaran de, di nav kemînên tarî de û di zindanan de ji bo şorêşê verêyê koça bêdawî kir. ku em wana verêyê bêdawiyê dikin; ew wek nîşanek xurtkirina hêviya me, zidekirina cesareta me, mezinkirina hezkirina me û gel ji ber serê me veneqetiyan. Ne bitenê bi aliyên wan ê şoreşgeriyê baş û xweş; bi xeletên wan ên ku kirine, bi rêbazên wan ên ku bi serederkirina xeletên wan ve, bi xwe pêçandina biryardariya her roj dîsa dest bi têkoşînêkirin ve, bi biryardariya jêbihartina astêngên ku têkdeçûn û ixanetan derxistine rêya wan ve, û bi hişmendiya bêhêviyê wergerînê li ser hêviyê ve ew her tim li ber serê me bûn û hînê me kirin. Em çiqasî ji wan hînbûn me ewqasî astêngên ku derketin pêşiya me jêbihart, û bi qasî ji wan nehînbûnê jî em hewce man ku ji eynî xeletan ve carek din hîn bibin… Bi kurtasî ew çawa xwenên çînên serdest, parazîtan werdigerînin xewnereşk; ji me re jî pêşengiya rê ravêkirinê didomînin. Em jî bi hêza ku em ji wan hididin ve li dijî têkçûnan, ixanetan, ew kesên ku dikşînin nav herîyan; bayê hildidin dijî xwe û meşa xwe didomînin. Û li herî jor digitina ala komunîzmê didomînin.

Em dizanin rastiya ku mafdar bi başiyê, rastiyê û xweşiyê; ji ber vê jî nimandina pêşerojê nirxdar kirin; li ser şehîdên me rêyek bi nemirê hildan e. Bîrewerî û têkoşîna wan rêya têkoşîna me ronî dike, armancên me zelal dike, biryardarî û cesareta me zê de dike. Wana erkek mezin û bi taybet dewrê me kirin û ji nav me veqetiyan. Bi cih anîna ev peywira ku wana carek din jî nirx û girîngî lê zêdekirine; peywira me tevan e.

Werin em bi hildana çekên wan û ala wan bilindê jor kirin ve; şerên wan pêşde bixin/geş bikin…

Ji bo wesyetên rêhevalên me ên ku ji bo sibehan pirên nayên hilweşandinê afirendine bînin cih pêşde bimeşin.

Lehengiyên wan ên di têkoşîna me de heta bêdawiyê dê bijî.

Bijî Partiya me TKP-ML, rêberiya wê de TİKKO, KKB û TMLGB!

TKP-ML MK

Rêbendan 2021

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-central-committee-we-remember-with-respect-those-who-were-immortalized-for-the-revolution-by-keeping-our-promises-to-them/

Türkçe: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-devrim-icin-olumsuzlesenlerimizi-onlara-verdigimiz-sozleri-tutarak-saygiyla-aniyoruz/

French: https://www.tkpml.com/tkp-ml-comites-central-nous-nous-souvenons-avec-respect-de-ceux-qui-sont-immortalises-pour-la-revolution-en-tenant-nos-promesses/