TKP-ML MK SB: BILA NEWROZ LI DIJÎ ZILMÊ BIBE ŞÎARA ME!

Jimara Daxunanê: 2021/2

BILA NEWROZ LI DIJÎ ZILMÊ BIBE ŞÎARA ME!

SERILDAN Û BERXWEDAN GEŞ BIBE!

Ev ji sed sal zêdetire emperyalîzm, Rojhilata Navîn weke qada şer bikar tine û li vir gelan dike dûjminê hev, ji talangerî û komkûjiyê zêdetir tişteke din neaniye vir. Loma Newroz di serî de nîşana têkoşîna gelên Rojhilata Navîn, û cîhanê ya li hemberî zordara ye. Em vê roja sembolîk û dîrokî, îsal jî li Rojhilata Navîn di demeke ku di serî de emperyalîst û faşîzma dewleta Tirk û paşverûtiya herêmê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd û bi giştî jî li dijî gelan zêde kirine, pêşwazî dikin. Dîyalektîka têkoşînê ev e. Li her devera ku zûlma zaliman zêde dibe, li wir agirê serhildanê dê  bilind dibe. Ev gûrbûna agir, tirsa zaliman zêde dike û zalim jî her ditirsin zêdetir êrîşkar dibin.

Gelê Kurd ê ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn jimara wê/î digihîje bi deh mîlyonan, hîna jî tê paşguh kirin. Weke ku li Kurdistana Sûriyê bû, axên wan hatiye dagirkirin û gefê dagiriyê didomin. Li ser Kurdistana Iraqê êrîşên hewayî û operasyonên bejayî li dar dixe. Kurdên Êzidî disa di binê gefa qirkirinê de ne.

Piraniya nifûsa Kurda li Tirkiyeyê û Kurdistana Tirkiyeyê ye, lê berdin ku Kurd wekî netewek li vir werin naskirin, Kurd li ver de bi êrîşên înkar û tunekirinê re rû bi rû ne. Polîtîkaya kul i ser daxwaza ku li neteweya Kurda ‘çok danîn e’ her tim çalak e. Vîneya gel tê çop kirin û li şaredariyên ku hatine bijartinê qeyyûm tê tayînkirin. Parlementer tên girtin û girtina HDPê tê rojevê. Gelê Kurd yên ku diçin rojava Tirkiyeyê bixebitin li hemberî êrîşên nijadperest û şoven dimînin, li ser sedema axaftina Kurdî tên lînçkirin.  Heya şewba vîrusê jî ji hêla çînên serdest ên Tirk ve wekî hacetek ji bo îmha û înkarkirina gelê li Kurdistana Tirkiyê dijîn, tê bikar anîn. Sedema van hemî êrîşan hewldana Dehaqan ya îro ye ku serdestiya xwe bidomînin û “beka” xwe biparêzin.

Ji Dehaqên îroyî serê Komara Tirk a faşîst R.T. Erdogan ji bo domandina pergala xwe a kedxwarî û talanî; gelê Kurd dixe hedefê, êrîş û kuşitinê li ser wan berdewam dike, û li ser neteweya Kurd û destkeftiyên Kurdan polîtîkayên îmha, înkarkirin û asimilasyonê dide domandin. Her nûnerê çînên serdest ên Tirk li ser dijmintiya Kurdan hevbeş dibin, û rûyê nefretê yê şovenîzmê hema hema ji hêla medyaya burjiwa ve li ser gelê me tê verişandin.

Bê sedem nîne ku R.T.Erdogan, hevkarên wî yên faşîst û qeşmerên qesrê di her fersendê de qala “yekîtî û hevgirtinê”, an jî “terorê”,û “pirsgirêka mayîndetî dikin. Dehaqên sedsalê 21emîn nikarin fermanrewatiyê bikin.

Ew di rastiya dewletek topavêtin de ne, dest bi qeyrana aborî ya domdar dikin ku tiştek ji tund û tûjiya xwe winda nekiriye. Ev rewş, wan hêj bêtir êrîşkar dike, û ji ber vê çendê êrîşî ser karkeran, kedkaran, zayendên bindest, hemû tebeqe û beşên gel dike da ku desthilatdariya xwe bidomînin. Ji ber ku çareyek wan a din tuneye. Xwe ne çareser dibînin, da ku hêrsa tirsehêz a di dilê bindestan de kom bûye bi pelixînin û ji ber vê çendê  herdem şer û pevçûnan wekî rê û rêbaz ji xwe ra esas digirin.  Ji ber ku ew li pêşberî daxwaza gel a azadîxwaz, demokrasîyê û jiyanek baştir, bê hêz û tirsonek in.

Rûyê dijmintiya hikûmeta AKP-MHPê a li ser gel her roj bi awayên cûda derdikeve pêşiya me. Stûnên ku hêza faşîst li ser wan radibe yek bi yek diheje; Her bûyer dibe sedem ku sewaxa werimî bikeve û rastî derkeve holê.

Êrîşkarî li ser gelê Kurd li welat û li derveyî sînor wekî rojeva sereke didome; her çiqasî hikûmeta faşîst hewl dide ku wê veşêre, eşkere neke û ser binixême jî, lê xizanî û birçîtî her roj bi rengek cûda derdikeve holê; bi birçîbûn û xizantiyê xwekujî di rojevê de dibe mijarek “asayî”; êrîşkarî li dijî jinan û LGBTÎ+an ji hêla dewletê bi xwe ve tê rêve birin, û rizîbûn bi hemû leza xwe berdewam dibe.

Di AKPê de şênbera rant û îsrafê cihek wisa mezin hildaye ku êdî tu kes hewcedariya veşartina vê yekê nabîne. Dewleta Tirk ji bo gelê kedkar xêncî pergala zilmê, talan û xizantiyê ti tiştek nîne.

Dema ku ji aliyekê ve ev diqewimin, û ji aliyekê din ve jî, nakokiyên di sernavên cûda yên li pêşiya bindestan de tûj û kûrtir dibin, û bi vê sedemê hilweşîna desthiatê amade dikin. Hêrsa di bin de ku kom dibe, pirsgirêkên ku tûj û giran dibin, kêmbûna asta jiyana bindest û kedkaran diyarê qeyrana mezin a di hikûmeta AKP-MHPê dike. Tevgerbûna çîna karker, li dijî hemû êrîşan berxwedan û berdewamiya tekoşîna gelê Kurd, hêrs û tekoşîna yekbûyî ya jin û ciwanan ku kolanan tije dikin… ev hemî xalên me yên pevcivîn, kelandin û çalakiyê ne. Îsal em  di şert û mercên ku ev agir lê zêde dibin de diçin Newrozê. Ne zehmet e ku meriv diyar bike ku di dema nêz û navîn de dê tekoşîna çînan bi şerên bêhtir giran ducanî ye. Ev rewş hem ji weziyeta emperyalîzmê a li ser cîhanê û hem jî ji daneyên rêya tebeqeyên serdest ên li welatê me ku dimeşînin ve bi hêsanî tê dîtin. Ev rewşa berbiçav peywirek şênber derdixe pêşiya me. Ji bo bicihanîna vê peywirê, rawestgeha meya yekem piştî 8ê Adarê Newroz e. Mercên ku ji 8’ê Adarê heya Newrozê diherike û dînamîkên hêzên şoreşger û welatparêz digihîne hev û mezin dike wekî peywira rojê derdikeve pêş.

Bila nav û deng be ji ên ku Newrozê afirandin û didin dijînê!

Tê zanîn ku Newroz di wateya xwe de ne tenê “rojek nû” û “destpêkeke nû” ye, ji ber vê wateyê ne tenê cejn e jî, bi awayek tevahiya diyar e ku nîşana serhildan û berxwedanê ye. Ya ku wateya xweya rastîn dide Newrozê ev e ku di serî de gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn;  agirê serhildanê li dijî zilma zaliman geş dikin û wê hîn bêtir xurt dikin. Newroza ku ji hezar salan heya îro li ser bingeha mîtolojîk û wekî roja ku Kawayê Hesinkar agirê serhildanê li dijî hukûmeta Dehaqê zalim pêxist û lê serîhilda, hatiye; îro jî li erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi serhildana gelên Rojhilata Navîn di serî de gelê Kurd ve watedar bûye. Di vê wateyê de, ew hevkêşeya berbiçav a tekoşîna gelan e ku li cîhanek bêçînî, bêmêtinger, wekhev û azad bijîn. Banga azadî û serhildana gel e. Roja şer e. Navê wê têkoşîn û azadî ye.

Pêvajoya ku em tê de derbas dibin bi mînakên zêdetir ve ravê dike ku pergala emperyalîst-kapîtalîst dijmintiya mirovahiyê dike. Azweriya pergala emperyalîst-kapîtalîst a zêde karê bi xwere rêya gefên wekî şweba nexweşiyê ku mirovahiyê tehdît dike, vedike. Rastiya ku bandora vîrusa koronav bi mîlyonan mirov bandor dike, ji pergala kapîtalîst a zanist û tenduristiyê di nav cîhana milkê taybet de ne serbixwe ye. Gefa virûsa covîd-19ê ku bandorê bi milyonan kesan dike, ji pergala kapîtalîst a ku zanist û tenduristiyê di nav cîhana milkê taybet de hildide dest, ne serbixwe ye. Gihîştina mafê mirovahiyê bingehîn ê tenduristiyê jî qurbana azweriya qazancên hate kirin. Di pêvajoya pandemî de îdeologên çînên serdest ku dibên pandemî “pirsgirêka hemî mirovahiyê”, ji hêla emperyalîstan ve qontrolkirina derziya vîrûsê û girtina patenta wê jî kurtasî bi serê xwe ravê dike ku em di cihanek çawa de dijîn.

Ji ber şewba covîd-19ê  carek din jî hate dîtin ku Dehaqên zordar di serayên xwe de ewlehiya xwe hildidin, û ji bo gelên bindest mirinê guncan dibînin. Ew bêtawîz jiyana xwe a şemldar ya li serayên xwe ên bi hezar ode deberdewam dikin, lê kedkaran mehkûmê birçîbûnê, xizantiyê, bêkariyê  dikin û wan ber bi xwekujiyê ve dibin. Lêbelê, heke zalima zaliman hebe, serhildana bindestan jî heye. Ev serhildan bi hezaran sal e di Newrozê de xwe nîşan da. Ev rewa ye ku meriv li Dehaqên zalim ên roja me serî hilde! Ev biqasî mafbûna xwe peywirek e jî. Dem dema li dijî zalimên Dehaqan bûyîna Kawayê Hesinkar e. Wext e ku meriv bibêje “Ma wisa ye Dehaqê zalim” û rabe serxwe û rabe serhildanê.

Dem dema li çiya û bajaran gurkirina agirê serhildanê ye. Dem dema li dijî êrîşên îmha, înkar, asimilasyon û tecrîdê ên li ser netewa Kurda sekandin e, û li dijî faşîzmê têkoşîn li darxistin e.

Divê Newroza 2021an, li dijî şerê tevahî yê dewleta Tirk a faşîst ku li ser gelê Kurd bi xwedî helwest û berxwedanek xurt were xwendin.

Divê Newroza 2021an, li dijî polîtîkayên sefaletê ên dîktatoriya faşîst ku li ser gelê me dide maşandinê û dibe sedema bêhtir birçîtî û xizantiyê, li hemberî zilma nejadperest û faşîst a inkarkirin û îmhaya ku li arasteyê netewayî û di serî de netewya Kurd, û li dijî polîtîkayên talan, tartaleyê bibe banga dirûşma kozika me ya bi dengê herî bilind.

Divê Newroza 2021an, di Rojava de li dijî êrîşên emperyalîstan û şopînerên DAIŞê ên ku ji hêla dewleta wekî Komara Tirk ku xwedî dikin, bibe nav û dengê Tekoşer Piling û Nûbar Ozanyan. Li ser banga wan banga me wekî Hesinkar Kawa bûyîna ‘dilopêk ku bahozê diafirîne’ ye.

 

Bijî Newroz!

BimreKoletî, Bijî Azadî!

Bijî Mafê Veqetandina Neteweya Kurd a bi Azad!

Ji 8ê Adarê heya Newrozê heya 1ê Gulanê, Lİ Her Derê Berxwedan û Li Her Derê Têkoşîn!

 

TKP-ML MK SB

Adar 2021

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-newroz-zulme-karsi-parolamiz-olsun/