TKP-ML MK SB: Rêberê Komunîst Îbrahîm Kaypakkaya di 48’emîn salvegera kuştina wî de bi bîr tînin.

Hejmara daxuyanê: 2021/5

Rêberê Komunîst Îbrahîm Kaypakkaya di 48’emîn salvegera kuştina wî de bi bîr tînin.

Ew î agir pêxist, lê gurkirina agir jî peywira me ye, Em ê Bişewitînin!

Gava ku Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin bi banga serok Mao ‘Min agir pêxist’ ve dest pê kir û agirê şoreşê gihîşt erdnigariya me, rêberek ciwan yê komunîst ku di tekoşîna çîn û tevgerên girseyî de dijwar dibû derket: Îbrahîm Kaypakkaya!

Wî karibû nakokiyên sereke yên civaka ku tê de dijiya rast destnîşan bike, ferq kiriye ku tekoşînên çîn yên ku de pêş biçin, xetên sereke yên civak û dîroka Tirkiye û Kurdistana Tirkiye analîz kiriye, û bi teoriya tevgera komunîst a navneteweyî re sentez kiriye. Tevlêbûna wî ya kesane di tekoşîna çînê û tevgerên girseyî de li erdnîgariya me bû sedem ku ew wekî serokek komunîst derkeve hole. Û li ser vê ew nirxandina wî ya encamên bi Maoîzmê ya asta herî bilind a ku tevgera komunîst a navneteweyî îro gihaştiye jî, ji van yek e. Ev aliyê wî bingehî ye ku wî ji rêberên din ên şoreşger ên dema wî cuda dike. Di vê wateyê de, Kaypakkaya sembola rûyê komunîst ya 1971’an a Tevgera Şoreşger ya Tirkiyeyê a Çekdar e.

Taybetmendiya Îbrahîm Kaypakkaya ya diyarker û mînakî; nêzîkatiya ceribandinên wî, têkoşînên çînê û tevgera girseyî ye. Dema ku tezên bingehîn ên ku îro çavkaniya programa partiya me, danî pêş, ew rasterast tevli têkoşînê bû, di ceribandinên xwe de analîz kir û bi zanista MLM re sentêz kiriye.

Ji ber vê yekê ye ku ew tezên wî daniye ev piştî nîv sedsalê ku derbas  bûye jî hîna nûjen in. Kaypakkaya temelê partiya me di nav ceribantinên têkoşîna çînê, di agirê tevgerên girseyî de û li çiyayan rêz girtiye û bîrdoza xwe afirandiye. Ew rêbaza diyarker e ku bû sedema derketina wî wekî rêberek komunîst. Yên ku vê rastiyê paşguh dikin, piçûk dibînin, bi israr xwe li ne dîtinê digirên, an nêrînên wî wekî dogmek propaganda dikin di rastiyê de zirara herî mezin ew didin wî.

Ya ku Kaypakkaya dike komunîst ev e ku ew bi nerînek materyalîstî-diyalektîkî li meseleyan dinihêre, di pratîkê de şoreşger e û bi têr şidandî li rêgeza lêgerîna heqîqetê ya li rastiyan disekine. Berî her tiştî di serpêhatiyên xwe de şoreşger e, û ev li tevahiya jiyana wî de bi awayek dexê lê dan tê destnîşan kirin. Hemû têzên wî yên din li ser vê xwezayê derketine holê.

48 sal derbas bûn ku rêheval Kaypakkaya piştî îşkenceya bi mehan li Zindana Amedê hate qetilkirin û kuştin. Di heyama ku piştî qetilkirina rêheval Rêber derbas bû de, hem li cîhanê hem jî li welatê me geşedanên girîng rû dan. Partiya me ya ku temelê wê ji hêla Kaypakkaya ve hatiye avêtin, têkoşîna xwe bê navber domand û ala sor a komunîzmê, ya ku wî kişand esman bi pêlpêlandin dikşîne esman.

Rastiyan di bûyeran de bigerin, û di serpêhatiyê de bibin şoreşger!

Îro, bi şewba korona vûrûsê, bêhtir xuya bû ku pergala emperyalîst-kapîtalîst pergalek nemirovane ye û li ser bingeha hêrsa zêdekirina kara xwe  ya ji bo berjewendî û kedxwariyê didome. Mînakî, di warê pergala emperyalîst a kapîtalîst de, rastiya ku zanist ji mirovahiyê re xizmetê nake û bi armanca li ser berxewandiyên qezencê ya sermayedar dike wiha hat xuyayê;  ji bo pêşî girtina vîrûsê ew “mafên patentê” yên parza yê ku bi awayek berfireh were hiberîn, girtin. Heya îro, ji 3 mîlyonan zêdetir kes di encama şewbê de mirine. Pir eşkere ye ku ev mirov ji çîna karker û mirovên karker in ku di gihîştina karûbarên tenduristiyêde ji encama polîtîkayên neo-lîberal ên kapîtalîzmê  de pirsgirêkên wan hene. Şewb, di tekoşîna çînayetî ya ji bo kuştina çîna karker û gelên bindest tê bikar anîn. Her wiha çend kapîtalîstên emperyalîst li çaraliyê cîhanê dewlemend dibin, lê bi mîlyaran mirov mehkûm in ku di mercên birçîbûn, tî, bêkarî û xizaniyê de bijîn û şewbê ev newekhevî  bêhtir zêde û berbiçavtir kiriye. Di aliyek din de ev geşedan, mercên serhildan û şoreşên gelêrî yên li cîhanê hêj zêdetir derdixin holê.

Li welatê me jî rewşek bi vî rengî tê dijîn. Krîza aborî ya ku bi şewbê kûrtir bû, êrîşên çînên serdest ên Tirk û berdevkên wan, hikûmeta AKP-MHP, li dijî çîna karker û kedkaran zêde kir. Serdestan, ku şewbê wekî firsend dîtin, û gotin “divê çerx bizivirin” û çîna karker û mirovên kedkar di nakokiya mirinê a “birçîbûn an vîrûs” de û rû bi rû hiştin. Wan hewl da ku bi hinceta “şewbê” her cûre têkoşînên li dijî van kiryaran asteng û qedexe bike, û bi terora faşîst bersiv da. Krîza aborî bi şewbê kûrtir bûye. Vê rewşê bû sedem ku çîna karker û mirovên karker xizan bibin, bêkarî, birçîbûn û xwekuştin zêde bibin. Ji ber ku faşîzm ji vê rastiyê agahdar e, ew êrişên xwe li dijî neteweya kurd, neteweyên hindikahî, jin, LGBTî+an, ciwan, Elewî û oliyên bindest, gundiyên ku xweza û debara xwe diparêzin zêde kir.

Lêbelê, digel hemû êrişkeriya faşîzmê, tekoşîna çînan bi hemû leza xwe didome. Berxwedana karker a herêmî a berfireh, îfadekirina hêrsa karkeran, têkoşîna jinan û LGBTÎ+an ya ku di “Peymana Stenbolê” de hatî nişandan, serhildana azadiyê ya neteweya Kurd, berxwedana bêhempa ya ciwanan, têkoşîna gundiyan didome.

Faşîzma Tirk hewl dide ku bi dagirkeriyê leşkerî ên derveyî û  polîtîkayên îlheqê ve asêbûna siyaseta navxweyî de biherikîne. Ev rewş dibe sedema gurkirina nîjadperestî û şovenîzmê di siyaseta navxweyî de, û domandina êrişên dagîrkerî û îlhaqê ku li Rojava û Kurdistana Iraqiraqê, li derveyî sînor bidome. Komara Tirk ne tenê li welat di heman demê de li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn ji bo gelan weke gef û amûrek komkujiyê ye. Ev rastî nakokiyên li hundur û derveyî welat tûjtir dike, û tekoşîna çîn dijwar dibe. Bi gotinên Kaypakkaya, “Li pêşiya me rojên têkoşînek dijwar û birûmet hene”.

Di bin van şert û mercan de, wateya bîranîna rêheval İbrahîm Kaypakkaya, tê wateya pêkanîna metoda wî ya şoreşgerî, ku li kêjan qadê têkoşînê û em li ku derê hebin pêwiste ku metoda wî pêk bînin. Ji rêgeza “di serpêhatiyê de şoreşger û di bûyeran de lêgerîna rastî” wek peywirek şoreşgerî derdikeve pêş,û tê ser xwe avêtina behra mezin a tekoşîna çînê û ramanên wî di van qadan de maşandine. Her çend xuya dike ku her yek ji wan di kanalên cûda de diherike, lê di eslê xwe de, peywira me ev e ku em bi hemû têkoşînên li dijî faşîzma Komara Tirkiyeyê û pergala wê, bibin yek û van têkoşînan bi hişmendiya desthilatiyê ve girêbidin.

Divê ev peywir di heman demê de wekî rêgezek rêxistin û pêşxistina têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî jî were dîtin. Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên derketina şoreşgerî ya 71’an û rêberên wê, pratîkên berpirsiyariyê yên ku piştgiriya şoreşgerî û pêkanînên hevpar ên şoreşgerî ku birêxistin dikin, her çend ew rêxistinên cihêreng ava dikin jî, ji bo me wekî şopdarên wan mînak in. Divê dema bîranîna rêheval Kaypakkaya de giyanê şoreşgerî yê 71ê dîsa were dijîn. Li her deverên ku em tê de ne, em bikevin kûr a tekoşîna çînan, bi tevgerên girseyî re têkildar bibin, beşdarî van tevgeran bibin, hewl bidin xwe rêxistin bikin û rêve bibin.

Ka em rêheval Kaypakkaya bidin dijîn!

 

Îbrahîm Kaypakkaya Di 48’emîn salvegera qetilkirina xwe de nemir e!

Bijî Partiya me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, KKB, TMLGB!

 

TKP-ML MK SB

Gulan 2021

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-polit-bureau-we-commemorate-communist-leader-ibrahim-kaypakkaya-on-the-48th-anniversary-of-his-murder/

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mksb-katledilisinin-48-yildonumunde-komunist-onder-ibrahim-kaypakkayayi-aniyoruz/