EM NEMİRÊN XWE BİBÎR TÎNİN

EM NEMİRÊN XWE BİBÎR TÎNİN

Pêşengê prolêtarya enternasyonal ya Tirkiyeyê;

Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê – Marksîst Lenînîst

BIJÎ ENTERNASYONALÎZMA PROLÊTAR!

BIJÎ TÊKOŞîNA DEMOKRATÎK Û

ANTÎ-EMPERYALÎST YA GELÊN BINDEST ÊN ROJHILATA NAVÎN!

BIMRE EMPERYALÎZM Û PAŞVERÛTÎ

DAMEZRANDINA PARTİYA ME; TKP – ML

 

TKP-ML; ji hêla Îbrahîm Kaypakkaya ve di 24ê Avrêlê sala 1972an de hate damezrandin, û pêşengê siyasî yê proletarya Tirkiyeyê ya ku ji neteweyên cur bi cur ê ku Marksîzmê-Lenînîzmê-Maoîzmê wekî rêber qebûl kirine ye, TKP-ML; berdewamiya Partiya Komunîst ya Tirkiyê (TKP) ye ku di bin rêbertiya Mûstafa Sûphî de di meha Îlonê sala 1920an de li Baku hatiye damezrandin. TKP; li Tirkiyeyê bû meşaleya komunîst a yekem.

Mûstafa Sûphî û hevalên wî ê ku TKPê demezirandin e; di kemînek hêzên Kemalîstan de di 28 Rêbendan sala 1921an de hatin kuştin. Heya damezrandina TKP-ML, piştî dema-Sûphi bi 50 salan meylên pasîfîst-parlamenterî-revîzyonîst hate nîşankirin. Damezrandina TKP-ML bûyerek girîng bû ku bingehek ji rêça ji peresendiya civakî ber bi şoreşa civakî ya li Tirkiyeyê ve amade dikir. Ji ber vê yekê, têkiliya TKP-ML piştî mirina Mûstafa Sûphî bi partiya revîzyonîst “Komunîst” a Tirkiyê re tune.

Damezrandina TKP-ML ji bo karkeran û tevgera şoreşgerî ya li Tirkiyeyê re bû xalek şkandina werçerxê ku hemû têgihiştinên têkoşînê paşde dixistin. Ev rabûnek bû ku ji tevgerê re rêyên nû pêşkeş dikir; li dijî legalî bi îlegalî, ji şûna têkoşîna aştiyane û parlementerî de bi “têkoşîna şoreşgerî”, li şûna têkoşîna di nav pergalê de dirûva têkoşînek ku li derveyê pergalê û serbixwe, li şûna pasîfîzmê de xetek tundraw ya şoreşgerî, û li şûna çepik girtinê de bingehiya Kemalîzmê hildide dijî xwe, di pirsgirêka neteweya Kurd de hemû tabûyan şkand, û li dijî faşîzmê di qada şer de parastina serhildanek heza bigeh ku li ber xwe dide bû.

Lêbelê, divê were diyar kirin ku hema hema 50 sal berê TKP-ML ji nişka ve wekî pêşengê çînê derneket. Partî di encama têkoşînek dijwar a îlegalî ya di şert û mercên pir dijwar de ku encama rewşa neteweyî û navneteweyî ya serdemê bû de derket holê. Bêguman, rêberê damezirînerê partiyê Îbrahîm Kaypakkaya, “xezîneya rewşenbîrî” ya wê bû.

Ew sentezek bêkêmasî ya teorî û pratîk, raman û cesaret, vedîtin û veguhêrîn, zanîn û kirinê bû. Ew nûnerê herî zelal ê partiya me bû, hêza agirê girseyê ya veguherîner a îradeyê bû.

Divê neyê jibîrkirin ku di serê 1970an de, derketina Kaypakkaya rêheval û Partiya ku ew bi rê ve dibir di bin bandora serdemek bi lehatî û faktorên avantaj ên serdemê de bû. Hem partiya me hem jî rêxistinên şoreşger ên burjiwa piçûk yên wê demê ji faktorên avantaj ên serdemê sûd werdigirin; bayê dîrokê li dû wan diçû, şerê çînê tûjtir dibû, têkoşîna karker, gundî û ciwanan tundtir dibû, û digihîşte asta şerê çekdarî.

 

Şert û mercên ku rê vekirin TKP-ML derket holê

Salên 1970an serdemek bû ku civaka kevn bi şoreş û sosyalîzmê ducanî bû, û li seranserê cîhanê lê bi taybetî li Asya, Afrîka û Emerîkaya Latîn jî êşên kedê bi awayek zêde hîs dikir. Ronahiya ku bi şoreşa  Cotmeh (Sovyet) û Çînê ve hate pêxistin; hîn jî bi xurtî li van herêman  ronî dikir û ji têkoşînê re çavkaniyek îlhamê kûr dida. Di heman serdemê de, nakokiya di nav emperyalîstan de, û bi taybetî di navbera DYE û Emperyalîstên Civakî yên Rûsî de, bi reng û awayek şewitînerî  talan, kolekirin û kedxwarî jî hate meşandin.

Lêbelê, taybetmendiya sereke ya serdemê li seranserê cîhanê geşbûna berxwedanên gelên bindest û neteweyên bindest yên welatên metîngeh û nîv-metîngeh li dijî emperyalîzm û paşverûyan bû.

Taybetmendiyek din ya girîng a wê serdemê jî; tofanên Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin (ŞÇPM) bû, ku bertekên wê tevahiya gerstêrkê dihejand. Çirûska Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin ku ji hêla Mao ve hatibû pêxistin ji bo himbêzkirina qirseyên gel ên fireh herî zêde girîng û ceribandinek şikandina tabûan bû. Mao ji bo girseyên gel di warê tevlêbûna herêmê de ceribandinek pir girîng bû. Ew di pirsgirêka nêrîna cîhanî a Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin de; li ser tekoşîna di navbera Marksîzm û revîzyonîzm, proleterya û burjuwazî, û rêya sosyalîst û rêya kapîtalîst de sekinîbû, û hildabû navenda xwe. Şoreşa Cotmehê (Sovyet) ji bo proletarya cîhanê zengilek şiyarbûnê bû, û şoreşa Çînê jî beşdarî geşkirina vê şiyarbûnê bû. Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin li seranserê cîhanê ev bandor derxistiye astek cuda. Çawa ku ew di tevgerkirina bi mîlyonan kesan de li Çînê bi ser ket, wî wisa di tevgerkirina girseyên gel ên bindest yên li çar aliyê cîhanê de jî rêgezek mezin lîst.

Rewşa 1970an jî heya xalekî; berdewamiya pêla serhildan a 1968 – 1969an bû, ku yekem car Ewrûpa hejand. Bi piranî van bûyer bi dirûşma “Em wan hemî dixwazin û em niha dixwazin!” ve ji hêla girseyên xwendekaran di astek mezin de li bajarên Ewrûpayên hatin birêxistinkirin, û pêkanîn. Di heman demê de, ev tevgerên ku hin beşên çîna karker a Ewrûpa jî tê de ne; bandorek wan li ser welatên mêtîngeh û girêdayî ên li dora Ewrûpa heye ku erka hêmanek teqînerî bikin.

Tevgera 1968, bi navendên xwe li Ewrûpa û Parîs, wekî yek ji pêlên şoreşa gerdûnê cihê xwe di dîrokê de girt. Ne tesadûf bû ku pêlên şoreşgerî yên 1968an bi Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin, Vîetnam û şerên gerîlla yên ku sedsala 20an nîşankir re hevdem bû. Van rûdanan hemû têkildar in û bandorên hevûdu xurt dikin.

Ji ber vê yekê, cîhan bi pozberî û kaosa ku nakokiyan lê geş dike ve ket 1970an. Van nakokî û pozberî di kategoriyên jêrê ên sereke de diyar dibin: nakokiya di navbera ked û sermiyan de li welatên kapîtalîst, nakokiya di navbera welatên sosyalîst û welatên kapîtalîst de, nakokiyên di navbera emperyalîstan de, nakokiya di navbera emperyalîzm û gelên bindest de. Di wê demê de bi taybetî û bi awayek hêremî nakokiya di navbera hêzên emperyalîst de çiqasî bi awayek tûj hatibe hîskirin jî, lê nakokiya di navbera emperyalîzm û gelên bindest de  nakokiya sereke ye. Li ser pîvana şer û şoreşê de aliyê ku şoreşê pêkaniye wekî rêgeza sereke xurtir dibû. Ev bi taybetî ji hêla tekoşîna gelên li Asya, Afrîka û Emerîkaya Latîn, û bi pêşengiya hevgirên bûrjûwaziya piçûk, ku ji tebeqeyên proleter pêk dihatin ve li ser bingeha armanca şoreş û sosyalîzmê hatin karakterîze kirin. Serdema şoreşên proleterî ku bi Şoreşa Cotmehê ya 1917an vebûbû, bi awayek bandordar 1970an jî dorpêç kiribû. Hate îspatkirin ku şeklê sereke yê şerê gelên bindest ên cîhanê şerê gerîla ye.

Derbarê Tirkiyeyê de, çîna karker û hevalbendên wê yên herî nêz, ku di bin şert û mercên giran ên civakî û aborî de dijiyan di bin zexta dîktatoriya faşîst û feodal a burjûva de nikaribûn ji ber bayên bi hêz ên ku li seranserê cîhanê dorpêç dikirin bê bandor bimînin. Bi vê awayê, pêla şoreşgerî ya 1960an, şert û mercên ku ji bo şoreşên li seranserê cîhanê gihaştî bûn, û bi taybetî rewşa girseyên karker li Tirkiyeyê ev kir ku tevgera şoreşger û komunîst rabe ser piyan. Di encamê de, li Tirkiyeyê bi jinûve derketina tevgera komunîst a şoreşger ve aştîparêzî û reformîzma ji jiyanê dihat dûr xistin û ber bi tunebûnê diçû.

Ji teqîna volkana 1970an ve sê tevgerên şoreşgerî yên mezin bi pêşengiya sê şoreşgerên mezin ve derketin.  Van sê şoreşgerên mezin Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û İbrahîm Kaypakkaya bûn. Wan bi rêzê ve pêşengiya sê tevgerên mezin ên şoreşger kirin: Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO), Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) û Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê – Marksîst Lenînîst (TKP-ML).

Wexta ku ev sê tevgerên mezin ên şoreşger li Tirkiyeyê derketin hole; ne çînên serdest dikarîn bi bandor çînên din bi rê ve bibin û ne jî girseyên kedkar dixwestin wekî her carê werin birêve birin. Ji serî heya ya dawiyê tevahiya welat bi çalakiyên girseyî yên her cûreyê; ji dagiriya axên gundiyên xizan bigire heya grev û berxwedana karkeran û ji civîn û forûmên mezin bigire heya xwepêşandanên mezin ên kolanan ve dikeliya. Van hemûyan li welatekî bê edet û kevneşopiya demokratîk a azadiya siyasî ya resen pêk nehatî de diqewimîn.

Ev rewşa her wiha, di encamê de li zaningehan di destpêkê û nav xwendekara de kesên wekî Denîzan, Mahîran û Îbrahîman ên herî hestyar, birêxistin û çalakvan derxist hole. Ew di dawiyê de bûn kilîta armanca şoreşa demokratîk a gel û siyaseta li Tirkiyeyê.

Di destpêka 1970an de, ji bo destpêşxerî û çalakiyên şoreşgerî şert û merc gelek guncan bûn. Li ser çepgiran mêlek dildar hebû. Ramanên şoreşgerî belavkirî bûn. Weşanên şoreşger û dorhêlên çepgir her ku diçû mezin dibûn. Ramanên şoreşgerî di nav xwendekaran de û bi taybetî di nav ciwanên zanîngehê de geş dibûn. Axa li Tirkiyeyê bi comerdî halek berdar hildabû. Kaypakkaya, berê vê rewşê di nav rewşa Partiya Karkerên Tirkiyeyê, paşê bi Ronahiya Şoreş ya Proleter, piştê vê jî bi Partiya Karker û Gundiyên Şoreşger yên Tirkiyeyê (TÎÎKP) de derket holê, û geş bû. Di dawiyê de, digel kesên din ên muxalifetan Marksîst- Lenînîst ku li dora wî civiyabûn ve li dijî TÎÎKPê rastbûn û taybetmendiya xwe anî holê.

Gava ku Î. Kaypakkaya di nav bingeha agirê teorî û pratîkê de di nav girseyên karker de teşe digirt, ew di nav TÎÎKPê de jî şerekî dijwar dimeşand, ku jê re bû alîkar ku ramanên xwe bigihîne asta senteza îdeolojî, siyasî û rêxistinî. Di vê pêvajoyê de; gav bi gav formulên xwe yên li ser têkoşîna çekdarî ya şoreşgerî û şerê gel-gerîla dirêj, geş kir. Wî rast polîtîkayên TÎÎKP wekî dûrketinên ji Mao destnîşan kir û di dawiyê de jî TKP-ML derxist holê.

Di vê pêvajoyê de têkoşînek li dijî xeta reformîst û parlamenter jî, ku di nav pergala heyî de heyama ku çend dehsalên pêş girtibû hebû.

Wekî ku li jor hate gotin, serdema ku serokek wekî Kaypakkaya anî holê; di heman demê de bi mercên navxweyî û derva ve beingehiya hebûn rêxistin û rêberên burjuvaziyên piçûk ên şoreşger û wekî THKO û THKP-C jî amade kir.

 

Xetên bingehîn ên ku TKP-ML ji rêxistinên burjûwaziya piçûk a şoreşger vediqetîne

Nasnameya komunîst a TKP-ML ku bingeha bîrdozî (îdeolojîk) û siyasî diyar dike, û damezraka rêxistinî ya Partiyê li rastiya Tirkiyeyê lêtîne taybetmendiya cihêreng ya partiyê a herî girîng e. Analîzên TKP-ML yên li ser Kemalîzmê, pirsa neteweyî û dîroka Komara Tirkiyeyê û li ser bingeha van analîzan nirxandina taybetmendiyên dewleta Tirk; partiyê ji rêxistinên şoreşger ên bûrjûwaziya piçûk yên wê serdemê vediqetîne.

Dema ku ew di qonaxên destpêkê de teşeya xwe ya teorîk û îdeolojîk digirt, helwesta Partiyê di pêvajoya “ji nû ve rêxistinbûnê” de di Tevgera Komunîst a Navneteweyî de bandorek diyarker û domdar (di rastiyê de hîn jî bibandordar e) li avahiya wê ya îdeolojîk kir. Di wê demê de, xeta Marksîst-Lenînîst a Mao, bi pêşengiya Partiya Komunîst ya Çînê (PKÇ), li dijî komunîzma sexte a Krûşçev, û bi gotinek din li dijî revîzyonîzmê têkoşînek dîrokî dimeşand. Di vê têkoşînê de; TKP-ML di nav refên ku Marx, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao Zedong berjewendîyên çîna karker berbiçav dikirin de hate ser mîna rêza Partiya Komûnîst ya Çînê (PKÇ).

Helwesta partiyê ya di vê jinûve rêxistinkirinê de li ser nasnameya wê û riya wê ya heya îro gelek bandorên girîng çêkiriye. Di vê têkoşînê de cih girtina li aliyê Mao; bi awayek piranî xeta siyasî, rêxistinî û leşkerî ya Partiyê diyar dike. TKP-ML, bi saya rêberiya vê xeta gelemperî, teoriya bingehîn û gerdûnî ya Marksîzmê ve mercên Tirkiyeyê berbiçav kir yek, û ji bo vê welatê nexşeya şoreşê xêz kir.

Îro, nasnameya îdeolojiya Partiyê ya ku bi Marksîst-Lenînîst-Maoîst ve hatî pêçandin îspat dike ku ew dikare bibe bersiva sedsala 21emîn. Rêxistinên bûrjûvaziya piçûk ên şoreşgerên serdemê ku xwe ji têkoşîna çîna karker ya herî bilind a di bin dîktatorşya proleter de û serpêhatiyên nû û taybetmendî ên Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin dûr girtin, şkestina siyasî li xwe girtin.

Rêxistinên burjûvaziya piçûk ên şoreşger fêhm nekirin ku di binê dîktatoriya proleterya de, divê şoreş ne ​​tenê di eniya aborî de, di heman demê de li eniyên îdeolojîk û siyasî de jî wek pêşniyariya Mao were meşandin; û civaka sosyalîst a li ser bingeha yekbûna dijberiyan jî tijî nakokî ye; ku di bin diktatoriya proleterya de, eniya pêşîn ya tekoşînê di navbera du rê, du çîn û du xet de di nav partiya komunîst de ye; û piştî şoreşê, wekî perspektîfa nû ya ku bi sepêhatiya şoreşa Çînê pêşniyar kirî; restorasyona kapîtalîzmê, ango berevajî çînên ku ji hêla şoreşê ve hatine hilweşandin, wekî nerînek li ser bingeha serpêhatiya Komuna Parîsê, ya ku vegera li rejîma kevn dê ji hêla burjûvaziya nû ve were rêve birinê wan serwext nebûn ku ew di nav partiya komunîst de nûnerên rêya kapîtalîst in. Wekî encamek, rêxistinên ku li jor behsa wan tê kirin li paş geşedan û tekoşîna çînê man.

Parastina dîktatoriya proleterya tenê ji bo komunîstbûnê ne bes e; di heman demê de pêdivê formûlasyona ku hebûna çînan û domandina tekoşîna çînan ya di bin diktatoriya proleterya de pêşniyar dike were parastin. Li gorî vê, dikare were gotin ku xala herî qels a van rêxistinan kevneşopînerên Maoîst nequtifandine. Her wisa, aliyê herî bihêz ê TKP-ML a domdar ji van kevneşopiyan xwedîbûn e. Ev cûdahî di navbera Partî û rêxistinên burjuvaziyê piçûk ên şoreşger yên li Tirkiyeyê de cûdahiya herî xala zelal a îdeolojîk bûye.

TKP-ML; ji Şoreşa Demokratîk ya Nû re dibêje taybetmendiya sereke ya şoreşa li Tirkiyeyê ye. Şoreşa me; emperyalîzmê, feodalîzmê û kapîtalîzma komprador dike hedef. Şoreşa me ji du gavan pêk tê. Di gava yekem de armanc; çareserkirina nakokiyên antî-emperyalîst, antî-feodal û ji holê nîv-feodal, nîv-mêtîngehê rakirin û civakê li ser bingehek azad, serbixwe û demokratîk veguhartin e. Di gava duyemîn de; şoreş, li ser bingeha prensîba şoreşa bênavberî ve bênavber bê domandin heya sosyalîzm û serdema zêrîn. Ji bo serfiraziya şoreşê li welatê me sê çekên bingehîn hene: Partî, Artêş û Eniya (Cepe) Yekgirtî.

Li welatekî mîna yê me, rêya herî bibandor a bi dest xistina desthilatiyê Şerê Gel e – Şerê gel-gerîlla yê dirêj û belavkirî. Ev stratejiya hanê bi vê yekê rast tê ku têkiliya hêzê ya di navbera hêzên şoreşger û dij-şoreşger li gundan bêtir li gorî şoreşê ye. Ev nayê li ser wateya ku em ê li bajarên mezin xwe rêxistin nekin. TKP-ML; bi taybetî di konferansên 7. û 8emîn ên xwe de û di Kongreya 1emîn a xwe sala 2019an de destnîşan kir ku girîngiya bajaran di sazûmana civakî-aborî ya tevahiya welat de zêde bûye û biryar girt ku bêtir li ser van waran bisekine.

Tundiya şoreşger forma bingehîn a şoreşa me ye. Lêbelê, divê were zanîn ku tekoşîna çekdarî ji bo şoreşa me bi awayên bingehîn ên têkoşînê pêk tîne jî, lê ev helwestên din, aştiyane, legalî, û hwd. ev awayên têkoşînê jî mehkûm nake. Di şert û mercên heyî yên welatê me de, divê têkoşîna çekdarî ya şoreşgerî şeklê şerê gerîla bigire. Ji welatên kapîtalîst cuda li welatên mîna me ku şer şeklê sereke yê têkoşînê ye û artêş jî teşeya bingehîn a rêxistinê ye, Partî ji destpêkê ve bi nasnameya “partiya şerker” ve xwe li dardixe .

Avahiya dewletê li welatê me ji gava yekem de bi halê dîktatoriya faşîst a ku ji hêla burjuwazî û axayên komprador ve tê rêve birin pêk haytiye, û berevajî welatên kapîtalîst, li dijî faşîzmê vebijarka yekane şoreş e.

Xalek din a ku TKP-ML-ê ji rêxistinên din ên heyamê bi zelalî cuda dike ev bû ku TKP-ML Mûstafa Sûphî şopand, 50 sal şûnda ji Kemalîzmê re qutbûnek tûj diyar kir û teza herî vekirî-zelal li ser pirsa neteweyî ya Kurd derxist pêş. Van biryar û tezên ku di şert û mercên serdemê de têne hesibandin, di rojek zelal de weke bandora birûskek mezin afirandin. Teza ku TKP-ML pêşkêş kir; di wateyekê de efsûnê ji holê rakir û rastiya tazî eşkere kir. Partiyê bi eşkerekirina xwezaya rastîn a Kemalîzmê, ew xwezaya faşîst a Komara Tirkiyeyê jî derxist holê. Wekî din, ev eşkerekirina taybetmendiyên bingehîn ên dewlet û Kemalîzmê wekî îdeolojiya wê ya fermî; ji pirsgirêka neteweyî ya Kurd bi beşên nediyar ên paşperdeyê ve derxist ber ronahiya rasterast û pêşkeş kir. Ev jî dihate wateya rasterast dijberî û redkirina bêhemdiya îdeolojiya fermî û helwesta wê ya înkarkirî ya li hember pirsgirêka neteweyî ya Kurd, û di dawiyê de perspektîfek Marksîst li ser pirsgirêkê pêşkêş dikir.

Rêxistinên burjuvaziya piçûk ên şoreşger yên wê serdemê jî li ser bingeha neteweperweriya beşa herî çep û radîkal a bûrjûwaziya piçûk Kemalîzmê; antî-emperyalîst didîtin. Ji vê yekê encamek derdikeve ku ew difikirin Kemalîzm pêşverû û alîgirê rizgarbûna neteweyî ye. Li ew hawirdora ku rêxistinên burjûvaziya piçûk ên şoreşger ên herî radîkal jî nikaribûn bi helwestek wisa vê rengî a cejnê ya li dijî Kemalîzmê dûr bisekinin, û rastiya ku Partiya me ji destpêkê ve ew wekî faşîzm mehkûm kirin; wê li hemberê rêxistinên din ravê dikir ku partiya me di her aliyê de xwediyê ramanên fireh bû.

Yek ji wan aliyên herî berbiçav ê analîzên TKP-ML jî, encamên wê yên li ser pirsa neteweyî ya Kurd bû. Nêzîkatiya TKP-ML ji vê pirsgirêkê re ji bo tabûyek ku heya wê çaxê di derbarê mafê çarenûsiya neteweya kurd de dihat bikar anîn re bandorek rasterast û şaşwaz bû. Di bersiva tezên statukoyê de û propagandaya îdeolojiya fermî ya li ser bingeha înkara bûna Kurdan, TKP-ML bê şert û merc parastina mafê çarenûsiya neteweya Kurd (mafê derketina bi azad), û parastina mafê damezrandina dewleta Kurd a serbixwe kir. Partiyê; di bin diruşma hevgirtina çîna biratî ya gelên karker ên hemî neteweyan de rêzdariyê ji bo vê mafê pir girîng dît. Di wê demê de neasayî be jî; teza berfireh a TKP-ML li ser vê mijarê ji bo gelek rêxistinên îro wekî pêşengek pêbawer dixebite.

Bingeha îdeolojîk, teorîk û siyasî ya di bin serokatiya Kaypakkaya de hatî avêtin piştî nêzîkê 50 salan e hîn jî hêzbûn û berxwedana partiya me peyda dike. Bi saya vê bingeha qayîm de ​​Partiya me di zivirînên tarî yên dîrokê de jî winda nebû. Îro, TKP-ML bi vê bingeha ku herî pêbawer û pêşeng têkoşîna xwe didomîn e.

ENTERNASYONALÎZM JI PRENSÎBÊN TKP-ML ÊN BINGEHÎN YEK E

TKP_ML ji damezrandina xwe heya niha xwediyê xetek enternasyonalîst e. Û ew ji destpêka afirandina xwe 1972an heya vir; xwe wekî pêşengê proleterya navneteweyî (enternasyonal) ya Tirkiyeyê qebûl dike. Bi rastî, di Konferansa xwe ya 1emîn a sala 1978an de, “Partiya me di bin ronahiya rêgezên enternasyonalîzma proleter û li ser bingeha wekheviyek tam, bi hemî partiyên Marksîst-Lenînîst re têkiliyan saz dike.”

TKP-ML li dijî her cûrê şovenîzmê bi rihê enternasyonalîzmê endamên xwe û girseyên gel ên bindest fêr dike û piştgiriyê dide têkoşînên rizgariya neteweyî û civakiyên ku pergala emperyalîst-kapîtalîst qelse dikin. Di vê çarçoveyê de, ew bê şert û merc mafê çarenûsa neteweyên bindest diparêze. TKP-ML li dijî her cûdakariya neteweyî ye û wekheviya tevahiya hemû miletan qebûl dike. Zordarî û çewisandina neteweyî, bi biryardarî li dijî her axaftinên paşverû û propagandaya şovenîst ê ku çîna serdest a Tirk li neteweyên hindikahî, bi taybetî jî li neteweya Kurd dike, derdikeve.

TKP-ML xeta xweya navneteweyî wekî “pêşvexistina şoreşa li welatê me ji bo xizmeta şoreşa cîhanê” destnîşan dike. Kongreya 1emîn (2019) baldariya dualî ya xeta navneteweyî nîşan dike; ku şoreşa li welatê xwe pêk bîne û bi rêya pevguhertina agahdariyê û veguhêztina serpêhatiyê ve bi şoreşên li welatên din re piştgiriyê çêbike û geş bike. TKP-ML çalakiya navneteweyî wekî yek ji berpirsiyariya xwe a bingehîn qebûl dike û di Kongreya 1emîn de vê peywira girîng daye pêşiya Partiyê.

Di konjuktura heyî de, li dijî polîtikayên ku ji hêla pergala kapîtalîst-emperyalîst ve têne meşandin, proleterya navneteweyî û gelên bindest ên cîhanê xwedî rêbazên cûda yên dijberî, serhildan û çalakiyan in. Di van tevgeran de pirsgirêka herî girîng ev e ku rêxistinek tune; van hemî tevgeran bi hev ve girêbide û têkiliyek di navbera wan de saz bike. TKP-ML girîngiya jiyanî dide ku bi rêxistinên antî-emperyalîst û antî-faşîst, şoreşger û pêşverû re têkilî werin sazkirin.

 

EM DI ŞOPA NEMIRÊN XWE DE NE!

Partiya me TKP-ML, di tekoşîna şoreşgerî de bi sedan şehîd daye. Ev nîşana baweriya partiya me ye ku şoreş tenê bi zorê dikare serbikeve.

Dema ku em di doza mafdar û meşrû ya proleterya û gel de nemirên xwe bi bîr tînin, em dûbare dikin ku bîranînên wan ên hêja û têkoşîna wan a nirxdar di tekoşîna me a ji bo afirandina pêşerojek azad de çavkaniyek zêrîn û pêşengî ye.

Soza me a şoreşê ji nemirên me re heye!

 

NÛBAR OZANYAN – ORHAN BAKIRCIYAN (FERMÛN ÇIRAK)

(1956 – 14 Tebax 2017)

Endamê TKP-ML û fermandarê TÎKKO Nûbar Ozanyan di pêngava Reqayê de di 14ê Tebaxa 2017an de şehîd bû. Ew ji bandeva Çiyayê Araratê heya Filistînê, Dêrsimê, Ermenîstanê û Rojava bahozek şoreşê bû.

Hevalê Nûbar Ozanyan, fermandarê leheng ê TÎKKO; bi her gavek dîrokî ku wî di şerê şoreşgerî yê 40 salan de avêt, hewl da ku meşa şoreşgerî xurt bike, têkoşîna gel û têkoşîna azadiyê geş bike. Endamê TKP-ML, fermandarê TÎKKO wekî şervanek egîd û qehreman jiyana xwe birêve bir û nemir bû. Wî hemû jiyana xwe ji bo têkçûna dijminên mirov û çînan feda kir. Di aliyek de wezîfeyên îdelojîk, siyasî û rêxistinî yên partiyê birêve bir, û di aliyek de jî di asta fermandariya şerê gerîla de berpirsiyariyên xwe bi cih anî.

Ji bo erkên şoreş û azadiyê yên TKP-ML pêk bîne; di seranserê dîroka Partiya me de û di demên cûda de gelek şervan û fermandarên TÎKKO perwerde û fêr kir, û telîmat da; û di 1988-1990an de li Filistînê, 1991-1992an li Qerebaxê, Hayastan (Ermenîstan), 2014an li Başûrê Kurdistanê û ji Tîrmeha 2015an li Rojava de peywirên xwe bi cih anî.

Wî her wiha gelek şervanên enternasyonalîst ên Kurd, Tirk, Ermen, Ereb, Filstînî, Yewnan, Kenedayî, Sardinî, Belçîkî û Fransî perwerde kir. Wî ji bo ku zanyarî û pratîka şervan û rêxistinên şoreşger ên ji Tirkiyeyê ku li Rojava şer dikin geş bike, di eniyên şer de bi rengek xweser cih girt. Ji ber vê sedemê, ew ji bo her têkoşerê azadiyê yê li Rojava şer dike bû rêhevalek herî pêbawer.

Di berxwedana Rojava a li Silukê de wî bi darbeyên giran û bibandor ên kul li DAÎŞê da ve dil û sempatiya hemû şervanên Tabûra Azadiya Navneteweyî bi dest xwe xist.

Fermandar Nubar, di 14ê Tebaxa 2017an de dema ku li ser peywirê bû şehîd ket. Di tevahiya jiyana xwe de, li ser ideal, zihniyet û disîplîna şoreşê ya têkoşîna rêberê komunîst rêheval Kaypakkaya bi awayek dilsozî ma. Bi êşa gelên bindest ên Ermenî, ku di bin qirkirinê re derbasbûne ve hilkişiya serê çiyayê Araratê û pêlên tekoşîna şoreşgerî bilind kir. Fermandarê me yê hevdem; fedakariya kevneşopî a gelê Ermenî ya ku navê wî hildaye, domand.

 

TEKOŞER PILLING – LORENZO ORSETTÎ

(13 Sibat 1986 – 18 Adar 2019)

Şervanê anarşîst Orsettî Lorenzo (TEKOŞER Pilling) di nav hêzên partiya me TKP-ML TÎKKO (Artêşa Rizgariya Karker û Gundiyan ya Tirkiyê) ên li Rojava de şer dikirin de bû. 18 Adarê sala 2019an de li Baxoz ku bi bajarê Deire Zor ve girêdayî de ye şehîd ket.

Endamê yekîtiya Têkoşîna Anarşîst Lorenzo Orsettî rêheval (Tekoşer Pilling), ji salekê zêdetir bû li Rojava û li gel TKP-ML TÎKKO wekî şoreşgerekî navneteweyî bû rêhevalê TKP-ML.  Orsettî; Artêşa Gel ya ku her kesên ku dixwazin li gorî qada şer a TKP-ML li dijî faşîzmê û cûreyên paşverû şer bikin, birêxistin dike û şer dike, beşdarê TÎKKO bû. Bi vî rengî, rêheval Lorenzo bi şervanên TKP-ML TÎKKO re ji Efrînê heya dawiyê şer kir. Lorenzo çiqasî bi TÎKKO re tevdigeriya jî, lê ew di heman demê de xwedî helwest û rêxistina xwe ya îdeolojîk jî bû. Ji ber hişmendî, têkoşîn û îdealên wî re pir girîng e ku em binê vê rastiyê xêz bikşin.

Rêheval Lorenzo, di 13ê Sibata 1986an de li Filorensa-Îtalytalyayê hate dinyayê. Dema ku li Îtalytalyayê wekî pisporê aşpêj û şerabê dixebitî, ew ji têkoşîna Kurd û têkoşîna li dijî DAÎŞê (Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam) li Rojava bandor dibû. Paşê, bi hişmendî û wijdanek enternasyonalîst a hişk tevdigere, û ew di Îlona 2017an de tevlî berxwedana antî-faşîst, antî-paşverû a li Rojava bû. Ew ji bo ku gelên bindest ên Rojhilata Navîn û bi taybetî gelê Kurd bi hêz bike û bi wan re şer bike ji dil ve beşdarî şoreşa Rojava bû, û bû yek ji şervanên enternasyonalîst ku bi xwîna xwe şoreşa Rojava xurt kir.

Rêheval Lorenzo bi gotina rastî mirovek ji bo şer hatibû dinyayê bû. Ew şervanek bêtirs bû, û bi vê awayê beşdarê êrîşên Hejin û Deir Zor bû. Di yek ji nameyên xwe de wiha gotibû”Her çiqasî ez zû çûm jî, jiyana min hîn jî serfiraz e, û ez hema hema bawer im ku ez bi kenek li ser lêvên xwe çûm …” wekî gotina wî; ew bi kenên li ser lêvên xwe ji nav me veqetiya.

 

 

BIJÎ TKP-ML,

Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê

ARTÊŞA GEL TÎKKO,

Artêşa Rizgariya Karker û Gundiyên Tirkiyeyê

RÊXISTINA YEKÎTİYA JINÊN KOMUNÎST KKB,

 Yekîtiya Jinên Komunîst

RÊXISTINA CIWANA TMLGB!

Yekîtiya Ciwanên Komunîst Marksîst Lenînîst yên Tirkiyeyê

 

TKP-ML Buroya Navneteweyî

Englısh: https://www.tkpml.com/we-commemorate-our-immortals/

Kurdısh PDF:eb_brosur (kurdî)