TKP-ML MK SB: Li ser çirûska Komûna Parîsê damezirandina salvegera me ya 49emîn Pîroz be!

Hejmara daxuyanê: 2021/3

Li ser çirûska Komûna Parîsê damezirandina salvegera me ya 49emîn Pîroz be!

Ji îro heya sibê; bêhtir biezm, bêhtir bi biryardar û bêhtir bi israr!

TKP-ML, bi pêşengiya Îbrahîm Kaypakkaya û hejmarek herî kêm kadroyan ve di 24ê Avrêla sala 1972an de li ser rê û rêbazên tekoşîna çînê hate damezrandin. Ev sala ku em 49emîn salvegera partiya xwe pîroz dikin, di heman demê de bi 150emîn salvegera Komînaran û Komuna Parîsê, “bihuştê dagir kir”, bi gotinên K. Marks re, hevdem e.

Partiya me ji netewe û oliyên cur bi cur ên proletarya Tirkiye ku teoriyên Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzmê li rêberiya wek ku pêşeng û rêberên partiyên siyasî pejirandiye; li dû serpêhatiyên Komuna 150 sal berê û di bin ronahiya dersên şoreşa Sovyetî û Çînî û dersên Şoreşa Çandî ya Mezin a Proleter de hate sazkirin. Partî wekî berhema çalakiyên ciwanên antî-emperyalîst weke yekîtiya berxwedana mezin ya karkeran a 15-16ê Hezîranê, dagirkirin û berxwedanên gundî / ax û bi awayek periyodî ser şerên gelan hate dinê. Partiya me; ji Tirk, Kurd, Ermenî, Yewnan û hwd. yên ku li erdnîgariya me têne çewisandin, îstismarkirin, qetilkirin û ji ber vê yekê li ser dîrokê wekî mîratgirê kombûna gel a serhildan û rêxistinbûnê, derket holê, û ji gava ku ketiye nav tekoşîna çînê, şerên pir dijwar derbas kir û hat vê rojê.

Bingeha partiya me berdewamiya tekoşîna gelên bindest a li dijî despotîzma Osmanî ye. Piştî bêdengiya 50 salan ku xebatkarên partiya komunîst a ku di bin serokatiya Mustafa Suphi de hat damezrandin û ji hêla Kemalîstan ve di nav ava sar a Behra Reş de hatin xeniqandinê, şikand. Nêrîn û nîqaşên Îbrahîm Kaypakkaya, derketina wî ya îdeolojîk û siyasî di nav tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê de xwediyê cihek girîng e. Li Tirkiyeyê ser rêya şoreşê û meseleya tifaqan de û tabetî ser rewşa çînan, û ji ber vê demxeya ku Kemalîzmê li çîna serdest daye û analîzên ji hêla kaypakkaya ve ku di derbarê pirgirêka neteweyî de hatine kirin di rewşek krîtîk de radiweste. Wateya angaştên wî ji netewa serdest û îdeolojiya fermî veqetandinek dijwar e. Ew î li Tirkiyê ên ku li ser navê “çep” tevdigerin û Kemalîzmê weke pêşverû ravêdikin, nêrînên revîzyonîst, parlamenterîst û reformîst hemî ramanan pelixand. Her wiha, xeta Kaypakkaya, nemaze tezên wê di çarçoveya pirsgirêka neteweyî de – di serî de pirsgirêka neteweyî ya Kurd – hê jî bi awayek şewatî rojaneya xwe diparêze.

Taybetmendiyek din a partiya me jî piştgiriya şoreşkerî a ku di dema damezirandina xwe te pêk anîye, ye. Dema ku ji rêberê derketina şoreşgerî a ’71an Denîz Gezmîş û hevalên wî ji hêla Komara Tirk a faşîst ve hatin qetil kirin, Îbrahîm Kaypakkaya serî li dij têkiliya hêzên Tirk û Naziyên berê yên li Amerîkaya Latîn danî, û li ser vê yekê berê xwe da ser kesên kontro gerîlla ên ku vê tikiliyê bi rê ve dibirin. Bûyerek mîna vê jî di 31 Gulanê sala 1971î de li çiyayê Nûrhaqê ser qetilkirina fermandarê THKO Sînan Cemgîl û şervanên wî hatî dijîn. Îbrahîm Kaypakkaya ew muxtarê ku bi hêzên Tirk re hevkartî kiriye û Sînan Cemgîl û şervanên wî ixbarkiriye ceza kiriye. Di van pratîkan de mînakên piştgiriya şoreşgerî, ya ku bi hev re li dijî hevpartiya dijmin şerkirin, hene.

Partiya me TKP-ML, ji dema damezrandina xwe ve enternasyonalîzm wekî xeta xweya sereke destnîşan kiriye û li gorî vê xetê her pratîk bi rêxistin kiriye, piştgiriyê ku hem li welat û hem jî di qada navneteweyî de bi hêzên komunîst, şoreşger, antî-emperyalîst re bi hev re tevdigerine, û partiya me TKP-ML, di heman demê de di derheqê afirandin û hilgirtina van nirxan ji bo pêşerojê de îdiayek ku tekoşînek yekgirtî bi berferehkirina zemîna hevpar bi rê ve bibe li darxist.

Dîroka me ya 49 salî ji bo tevgera şoreşger a  Tirkiyeyê û tevgera komunîst a navneteweyî re bi dersên hêja têr û tijî ye. Tekoşînek dîrokî heye ku ji nifş bi nifş belav bûye, ku bi hezaran rêhevalên me, nemaze bi sedan şehîdên me, bi dayîna bedêlek mezin û kedek nirxdar ên şoreşgerî başdar bûne. Kadroyên partiya me ên rêber û bi sedan endam, milîtan û şervanên partiya me bi şahadeta xwe ve nirxên xwe parastine, û doza xwe ya şoreşê domandine. Bi rêça bîrdoziya MLMê rê domandiye li ser vê gelek serpêhatî û zanyarî afirandiye, û bi heman biryardariyê riya xwe didomîne. Em dizanin ku ev têkoşîn dê bi şerekî fireh ve pêşde biçe û bi ser bikeve. Têkoşîna 49 salan xwedî destkeftiyên pir girîng in. Ev destkeftiyan ku de her aliyê de bi zanyarî û serpêhatiyan ve hatine afirandin, xwediyê fonksiyona rêvebirina tekoşîna çînê ne.

Çavkaniya Xweza û Hêza me Tava Roja 24ê Avrêlê ye!

Tezên Îbrahîm Kaypakkaya ku li ser şoreşa Tirkiyeyê bi awayê ku her dem diçe jî analîzkeriya xwe a rojane berdewam dike û li ser van tezan gotina çareserîkirin û rê ronahîkirina ji bo şoreşê ne şaşî û ne jî çelwerî ye.

Partiya wî, rêheval û şopdarên wî ala sor a ku ji wan re mîras mayî hildigirin berdewam dikin. Ev bê guman serkeftinek e. Lê ev ji bil derketin û pêşkeftina Îbirahîm ti tiştek nine. Komunîst bi dem û rewşa xweya heyî, bi felsefeya ku her gav baştir dikin û pêşve diçin, tucarî têr nabin/ne hewce ku têrbibin. Divê rûyên wan her gav ber bi pêşerojê ve be. Îro li her eniyê di çalakiyên me de pirsgirêk, kêmasî û kêmasiyên ku em pê re rû bi rû dimînin bêguman hene û ê her tim jî hebin. Rêber û çavkaniya meya xweza û hêza di serkeftina me ji bo têk çûna van, 24ê Avrêlê ye.

Pêvajoya ku bi Newrozê dest pê kir û 24ê Avrêlê bi 1ê Gulanê ve girêdide; li cihanê û herêma me bi bûyerên polîtîk gav bi gav germ dibe û li welat jî li ser vê ji êrişên ku geş dibin re em bi pêla berteka berxwedanê ve bersiv didin. Faşîzma Tirk bi taybetî li dijî berxwedana komên cûr bi cûr û tebeqeyên çîna karker, serhildana neteweya Kurd û neteweyên cihêreng, di serî de Elewî û oliyên tekoşîna gelê bindest, tevgera jin û LGBTÎ+an, berxwedana ciwanan li dijî qeyûman û kiryarên antî-demokratîk û girseyên ku li dijî talankirina xwezayê disekinin re êrişê tundî li dardixe. Ji xêncî êrişkirinê çareya wan tine! Hemû manevra û plansaziyên ku pêş dixein û siyaseta ku dikin li ser vê rastiyê bingeh digire. Tundî û terora ku ew dikin, astêngî û qedexekirin, û her cûre demagojî tenê ser yek armancek, ew jî hêrsa girseyên gel xilaskirin nîne û belav kirine. Lêbelê, faşîzm çiqas êrîşkar dibe bila bibe, ew nikare pêşî li hêrs, berxwedan, yekbûn û girseyî dagirtina kolanan bigire; agirê tekoşîna çîn bi awayek har berdewam dike.

Pêkanîna peywirên ku ji hêla vê tabloya heyî ve hatine ferzkirin û li ser geşkirina agir di hêz û enerjiya bêdawî ya ku em ji dîroka xwe digirin de derbas dibe. Partiya me di sala 49emîn a tekoşîna xwe de ala xwe ya ku ji şehîdan hildigire li asta herî bilinde ba dike, û bi biryar e ku şer hîn zêdetir pêş bixe. Ala ku di Komuna Parîsê de hilkişiya ezman, di şoreşa Sovyet û Çînî de hat ba kirin, Di Şoreşa Çandî ya Mezin a Proleter de ala sor a proleterya navneteweyî ya ku hate parastin, li Tirkiye û herêma me de, li ser behra tekoşîna çîn û têkoşîna girseyê gel de 49 sal in tê parastin/ dê were parastin.

Bijî salvegera Komuna Parîsê ya 150emîn! Vive la Commune de Paris à l’occasion de son 150e anniversaire!

Bila nav û deng be ji sala 49emîn ya têkoşîna partiya me ra!

Bijî Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzm!

Bijî partiya me TKP-ML, TİKKO, KKB ve TMLGB!

 

TKP-ML MK SB

Avrêl 2021

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-paris-komunu-isiginda-49-kurulus-yilimiz-kutlu-olsun/

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-cc-polit-bureau-happy-49th-anniversary-to-our-party-established-in-the-light-of-the-paris-commune/