TKP-ML MK-SB: BI DILOPAN VE BAGER KOM DIBIN, EM XWE AMADEYÊ BAGÊJE DIKIN!

Jimara daxûyanê:2020/5

 

Îbrahîm Kaypakkaya di salvegera nemirbûna xwe a 47’emîn de dijîne!

BI DILOPAN VE BAGER KOM DIBIN, EM XWE AMADEYÊ BAGÊJE DIKIN!

 

Di zindana Amedê de ji aliyê komara dewleta Tirk a faşîst ve li ser kuştina rûyê  derketina şoreşgeriya  sala ’71’an Îbrahîm Kaypakkaya de 47 sal derbas bû. Partiya me di nav van 47 salan de bîranîn û mîratê heval Kaypakkaya di her aliyê têkoşîna wî de da dijîn û dide dijîn. Ew meşa ku wî bi çekek qirme, çend hevalan û çotek solê lastîk ên 42 nimro bi navê marka “Çelîk” ve destpêkiribû; îroj jî ligelê hemû zordariyan û astegan tê domandin.

Nifşa ’68’an ku bingeha derketina şoreşgeriya sala ’71’an amadekiribû; di dinyayê û Tirkiyê de li ser coş û xiroşek û gerînek mezinê civakî-siyasî bilind bû. Wek roja me ku pergala emperyalîst-kapîtalîst ketibû tengasiyê û ji aliyê gel ve dihat lêpirsînê, di demek dîrokî de di Çînê de Şoreşa Çandiya Proleter a Mezin çêbibû û Şoreşa Vîetnamê li her derê de xwe rapêçandibû; li ser vê rewşa dîrokî di axa welatê me de derketina şoreşgeriya sala ’71’an jî rûyê komunîst ji aliyê Îbrahîm Kaypakkaya hate pêkanîn.

Taybetiya Kaypakkaya herî girîng ku wî ji hevdemên wî cuda dikir jî li ser rastiyê ramana wî ya bi zanistî bû. Ji ber vê yekê ye dema ku gavên derketina şoreşgeriya sala ’71’an dihat avêtin; ew li ba rêberên şoreşger ên wê demê ku “çepgir” dixûyan cih negirt, ew li aliyê Şoreşgera Proleter a Ronahî (PDA) ku “rastgir” duxûya cih girt. Sedema vê yekê Kaypakkaya bi komek pêşengê Şoreşger an jî bi derbeya leşkerî a artêşa pergalê bawer nedibû, baweriya wî li ser çalakiyên şoreşger yên girseyan bû. Ancax Kaypakkaya bêguman li ser vê xetê jî ne sekiniye û ji vê xeta reformîst, tebatî (pasîfîst) a PDA’yê qetiyaye û bi rêhevalên xwe re partiya TKP-ML ava kiriye.

Kaypakkaya angaştên xwe yên ku li ser şoreşa Tirkiyê bi zanistiya Marsîzmê-Lenînîzmê-Maoîzmê ve pêşkeş kişandibû û bi vê yekê ezmûnên şoreşa Sovyetê û Çînê jî lêkolîn kiribû, bi awayekî jî pêvajiya civaka Osmanî û Tirkiyê di aliyê aborî, civakî û dîrokî de analîz kiribû û bi van xebatên xwe ve di axa Tirkiyê de cardin pêşengiya bûyîna Marksîzmê kiriye. Ev rewş ravê dike ku Kaypakkaya di teoriya Marksîst-Lenînîst-Maoîst de gihîştiye astek gring û li gelşeyan bi subjektîf nanihêre, bi zanistî û objektîf dinihêre û bi vê yekê em dibînin ramanên wî li ser teoriyek cuda û rast bilind dibe. Bi vê sedemê di rojana me de li ramanên wî ên zanistî û rênmayî xwedî derketin û pêşxistin bêhtir girîngî dixwaze.

Tişta ku li Kaypakkaya were kirin ya herî xirabî; bi awayek dogmatîk ve li ser ramanên wî sekinandin ne û ev jî tê wateya çeka ku Kaypakkaya pê êrîşê dijminên çînî dikir ji dest hildan e.

Di nav dîrok û têkoşîna çînî de hikmek van ferasetan tune. Lewre ew ramanên ku Kaypakkaya ji bo şoreşa Tirkiyê pêşxistiye ji têkoşîna gel û rastiya şoreşa Tirkiyê hatiye parzûn kirin; ji ber vê zeng negirtîye ku vegere li xwe bixe. Ji ber vê rastiyêye îroj hîna rê ravê partiya me û gel dike.

Em Ji Wî Hînbûn Ku Kemalîzm Faşîzm e, Xêncî Berxwedan Û Şer Rêya Rizgarbûna Me Tune!

Ev mercên ku em di nav de dijînin, rûyê pergala emperyalîst-kapîtalîst a rastî carek din jî derxistiye nav holê, ji ber şewbê bi deh hezaran mîrov mirine û digelê vê, pergal di pêşiya parastina gel û sirûşt de xwe diparêze. Pergala emperyalîst-kapîtalîst carekî din jî tê lêpirsînê. Pergala kapîtalîst-emperyalîst di aliyek de ji çînî kerker û gelên dinyayê re bi awayek pir giran kedxwarî, bêkarî, birçîtî, xizanî û şer dide dijîn û di aliyek din jî bi qirkirina sirûşt û hawir ve dinyayê ji gişt tenawiran re dixe cihekî ku tê de neyê dijîn.

Sazûmana Komara Dewleta Tirk ji roja avabûna xwe de bûye dijminê netewên Tirk û Kurd, neteweyî û baweriyên kêm ên bindest, jinan, LGBTÎ+an; ya bi rast ji gelê me tev ra dijmin ne û vê dijmintiya xwe di dema şewbê de bi pêşgiriyê ku angorî gel hilnedabû ve carekî din jî ravê kir. Li dijî şewbê ji bo kardêran re çavkaniyên peran afirand, li ser vê yekê ji gel re jî şandina hesebên bankan hilbijart. Ev ne tercîhek e. Ev rastiya xisletiya çînî a dewleta Tirk e. Saziya wî ya ku bi navika xwe ve bi pergala emperyalîst-kapîtalist ve girêdayî, ji ber xisletiya dijmintiya wî ya li ser gel tê.

Di şewbê de bi eşkere hate dîtin ku dewleta faşîst dijminê çînî karker, gundiyan, kedkaran yanî hemû çînî û tebeqeyan e. Di aliyek de banga “malê de bimîne” dike, di aliyek din de jî bi banga “vegerandina çerxan” ve kedkaran ji bo xebitandinê bêgav dike. Ev ji bo çînî karker û kedkaran re tê wateya  “an vîrûs, an bêkarî, an birçîtiyê”. Her weha di meha avrêlê de ji ber vegerandina çerxan 220 karker hatine kuştin. Ji ber mercên bêtenduristî bi hezaran karkerên ku dixebitîn bi vîrûsê ketin û di nav van de 103 karker jî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran karker jî bêkar mane.

Dewleta faşîst, şewbê vegerande keysê û li ser navê darxistina qanûna bicihanîn ve di girtîgehande çeteyan, mafyayan, kujeran, tecawiskaran berda û girtiyên şoreşger, komunîst û welatparêzan jî di girtîgehan de li ber mirinê hîşt. Di bajarên Kurdan û dersînor de jî operasyonên leşkerî berdewam kiriye, di aliyek din de jî bi qeyûma êrîşên dest danîna ser şaredariya û êrîşên girtinê daye domandin.

Di aliyek de banga “malê de bimîne” dike, di aliyek din de jî çav li jinên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin girtiye/digirê. Di meha avrêlê de ji ber tundiya mêran ve  34 jin ji aliyê meran hatine kuştin û 22 jin jî birîndar bûne.

Dewleta faşîst, dijminê sirûşt û ajalan ne jî. Di nav şewba vîrûsê de qirkirina sirûşt û hawir daye domandin, mezadên rantê pêkaniye. Êrîşen li arasteyî ajalan hatiye domandin û kirdarên wan jî hatine berdanê.

Di sala nemirbûna Kaypakkaya a 47’emin de em wî carekî din jî bi bîr tînin û dibêjin; em wî wek xwedawedek hilnadin dest, em wî wek rêberek ku bi awayek komunist nêzê rastiya dibe hildidin dest. Kaypakkaya, di xuyanê de na, di dilê xwe de şoreşger e. Kaypakkaya, yekbûna teorî û kardariyê ye. Kaypakkaya, dijminê dogmatîzmê, subjektîzmê, şovenîzmê û her tiştên paşverû ye. Di pêşketina Kaypakkaya a teorîk de jî tê xuyanî; Kaypakkaya li aliyê “kartû bavêje û nû hilde” ye. Kaypakkaya li dijî jiyanê û rastiyan de şoreşger e. Kaypakkaya, di hengavê de nîşandkirina çalakiyên girseyan û têkoşîna çînî ye, dahûrîna mercên ku ew tê de ye.

Di salvegera kuştina rêheval Kaypakkaya a 47’emîn de li ser bîranîna wî, guh bidin banga roniya çavên wî yanî partiya xwe. Di deryaya têkoşîna çînî a bêdawî de bibin dilopek. Bi dilopan ve bageran kom bikin, xwe amadeyê bagêjeyê bikin. Partiya me di nav şer de bi agirê têkoşîna çek ve dîsa û dîsa birêxistin bikin.

 

Îbrahîm Kaypakkaya Nemir e!

Bijî Partiya me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, Rêxistina Jina KKB, Rêxistina Ciwana TMLGB

 

TKP-ML MK-SB

Gulan 2020

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-drops-are-collecting-storms-preparing-for-the-hurricane/

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-damlalar-firtina-biriktiriyor-kasirgaya-hazirlaniyoruz/