Platforma Yewnanîstan Ya Yekîtiya Çalakî: Êrîşên Li Arasteyî Koçberan Re Dawîn Lê Bidin! Abdûllah Gurlek û Vedat Yeler Serbest Berdin!

Êrîşên Li Arasteyî Koçberan Re Dawîn Lê Bidin!

Abdûllah Gurlek û Vedat Yeler Serbest Berdin!

Dewleta Yewnan di pêvajo ya dawî de bi bi hikûmet bûna Partiya Demokrasiya Nû ya rastgir ve êrîşên xwe yên ku li arasteyî koçberan zêde kiriye. Dewleta Yewnan di meclîsê de li arasteyî koçber û penaberan qanûnên paşverû derbas kir û hema li piştî vê bi operasyonên polìsan ve koçber û penaberan  ji cîhê wana, ji “malên dagirî” vala kirin e û jiyanên mîrovan dijwarê bajarên konteyner ên pir zêde nebijûnder kirin e.

Ji ev polîtîkayên dewleta Yewnan şoreşgerên Tirkiyê û Kurdîstanî ên nasnameyê wanên polîtîk vekirî ku penahê Yewnanîstanê kirine jî para xwe hildidin. Ev pêkûtî û êrîş gereka bi êrîşên li dijî koçeran ve were dest hildin. Di çapemeniyê de nûçeyên, li arasteyî penaberan bi sedema pêwîstekî “dereqanûn derbas bûna” sînorê Tirkiyê – Yewnanîstanê de sepandinê tundî, işkence û paş lê vegerandinê Tirkiyê cîh hildide. Dîsa koçber  di wargehên civandinê ku mercên deremîrovî de tên girtin û ji vir nûçeyên tacîz kirina jin û zarokan jî tênên. Ev kesên nasnameyê wanên polîtîk vekirî û ji ber pêkûtî, girtin û îşkenceyên dewleta Tirk a faşîst, Tirkiyê terikandînin û derbasê Yewnanîstanê dibin ji aliyê polîsên Yewnan piştî binçav kirinê; polîsên Yewnan li dijî qanûnê xwe tevger dike û ev kesên polîtîk bi awayek beqanûn paş lê vegerendinê Tirkiyê dike. Ev rewş di rejevê de ye. Ev koçberên polîtîk piştî paş lê vegerandinê ji aliyê hêzên Komara Tirk ve dûçarî pêkûtî û îşkenceyan dimînin; bi cezayên hepsê ên salên dirêj ve tênên gefandin.

Ji aliyek din ve bi taybetî di çapemeniyê de li Merîç û Deryaya Egê de bi awayek bêqanûn koçberan “paş tehn dana” Tirkiyê, cîh hildide. Tê daxuyandin; polîsên Yewnan yên bi rupoşkirî an jî kesên bi rupoşkirî û nîşankên  unîformayên wan nexûya li xwe kirine li koçberan û penaberan îşkence dikin, berî pêşiyê dest didin ser pere, nasname û têkberên wanên şexsî hetta dest didin ser kinc û solên wan û wana bi binkincên wan ve paş lê vegerandinê Tirkiyê dikin.

Di sînorê Yewnan de li dijî ev êrîşên biserûber û deremîrovahî ên polîs û çeteyan,  mîrovên ku alîkariyê malbat û hevalên xwe dikin vê carê jî aliyê dewleta Yewnan ve tê sûcdar kirin û bi cezayên hepsê ên salên dirêj ve tên gefandin. Şoreşgerên nasnameyê wanên polîtîk vekirî jî bi van sûcên sexte ve tên girtin. Ji ev êrîşan de mînaka dawîn jî bi girtina Abdûllah Gurlek û Vedat Yeler ve hate jiyandin. Nasnameyên ev her du şoreşgerên polîtîk vekiri ye. Abdûllah Gurlek û Vedat Yeler bi sûcê “qaçaxciyê mîrovan” ve hatine sûcdar kirin û di Girtîgeha Komîtînê de girtî ne. Gurlek û Yeler, niha girtî ne û di nav vê qewlê de derneketine pêşiya dadger. Di meha Tîrmehê de dîroka danişîna ku ji bo dadgehê dabûn Gurlek û Yeler û ev dîrok bê dadgeh paş ve hate avêtinê 20ê meha Rêbendanê sala 2020an. Girtî bûn û heta niha derneketina dadgehē ji bo her du şoreşgerên nasnameyê wanên polîtîk vekirî re rewşek neqebûl kirine.

Dewleta Yewnan û hikûmeta Demokrasiya Nû derhal dawî lê  ev polîtîkayên xwe yê ku li arasteyî koçberan, şoreşgerên Tirkiyê û Kurdîstanî dide sepandin bîne; ji polîtîkayên ku bi tundî, îşkence û paş lê vegerandin tên sepandinê dest jê berde. Ji girtî bûna şoreşgerên nasnameyê wanên polîtîk vekirî re dawî bidin û derhal wana serbest berdin.

 

Ji Polîtîkayên Li Koçberan Tên Sepandin Re Dawîn Bidin!

Paş Lê Vegerandinên Bêqanûn Bidin Sekinandin!

Ji Girtiyên Polîtîk Gişt Re Azadî!

Bijî Piştgiriya Şoreşger!

 

Platforma Yewnanîstan Ya Yekîtiya Çalakî Tirkiye/Kurdîstan

Berfanbar 2019

English: https://www.tkpml.com/greece-action-platform-end-the-attacks-on-migrants-release-abdullah-gurlek-and-vedat-yeler/

Greek: https://www.tkpml.com/πλατφόρμα-δράσης-να-σταματήσουμε-τις/

Turkısh: https://www.tkpml.com/yunanistan-eylem-birligi-platformu-gocmenlere-yonelik-saldirilara-son-verilsin-abdullah-gurlek-ve-vedat-yeler-serbest-birakilsin/