Bi qeyûm va hatin, Bi berxwedanê va biçin! Faşîzmê bipelêxin, Berxwedanê mezin bikin!

Rave No: 2019/10

Bi qeyûm va hatin, Bi berxwedanê va biçin!

Faşîzmê bipelêxin, Berxwedanê mezin bikin!

Komara Dewleta Tirk a faşîst li Kurdistana Tirkiyê di 19’ê Tebaxê da qeyûm pişandîne li ser Şaredariya Bajarên Mezin Amed, Wan û Mêrdînê. Bi van qeyûma va hevşaredarên hilbijartî ji peywirên wana dûr xistin û nêzikê vênê 3.7 milyon kesan çopandin. Bi vî awayî pêşiya hilbijartina 31’ê Adarê da serkarê AKP a faşîst “Ku dîsan werin bijartin, çi were hewce kirin emê bikin, ji peywir hildin û dîsan cihê wan da qeyûm bipişandînin.” van gotinên xwe yê gefxur va êrîşa 19’ê Tebaxê da jiyandin.

Faşîzm bi tenê hevşaredaran ji peywir hilneda, di heman demê da civata şaredariyê betal kir û gelek mîrovan jî binçav kir. Li pey êrîşê qeyûmê da li hinek bajaran çalakî hatin qedexe kirin. Ev êrîş ravê me dike ku tirsa faşîzmê mezin e. Ji ber tirsê êrîş dike û roj bi roj êrîşkarî zêde dibe. Ancax hevila tirsê ji ecel ra tine. Emê fašîzmê bipelêxin û bişînin cihê ku heq dike, ser dîroka sergo.

Ev êrîşê Komara Dewleta Tirk a faşîst ji bona aşkera kirina têgînên “hilbijartin”an û “demokrasî” tê gerewek girîng e. Faşîzm; én ku jê ra îtaet neke, ên ku ji wan nebûne ra rûyê xwe yê neyartiyê carek din jî ravê kirî ye. Ev êrîşkarî, ravê dike ku ew planê ” merixandinê” li ser neteweya Kurda dane spartin hîn jî didomîn e. Dewleta faşîst aliyekî da li Kurdistana  Iraqê êrîşê dagirî didomîn e, li arasteyî Kurdistana Sûrî jî li ser navê “navbira aştiyê” planên dagirî çê dike û li Kurdistana  Tirkiyê jî bi awayek “bednîjadî” êrîşê kozikê neteweya Kurda ya siyasî dike.

Ev êrîşê li kozikê neteweya Kurda ya siyasî hatiye kirin; “çop kirina qeyûm” bi rastî ji ber bêçaretî û tengasiyê faşîzmê ye. Benda AKP-MHP ya faşîst û bi jêmayiya Ergenekonê va dixwazin tola hilbijartina 31’ê Adarê hildin, belav kirin û têkçûniya bloka faşîst dereng bixin.

Faşîzm; wekî her demê bi êrîş kirina neteweya Kurda û şovenîzmê va dixwaze rewşa xwe ya ku dema şerê Sûrî da ketibûyê û têkçûniya ku hilda bû belav bike, ser qeyrana aboriyê, bêkarî, feqîrî û bihatiyê bigir e. Sedema êrîşên faşîzmê li ser neteweya Kurda wekî her demê ev e.

Li dijî ev êrîşkarî mayîn, li ba neteweya Kurda cîh hildan; peywira ên ku ji xwe ra divêjin şoreşger û pêşverû ye. Ji faşîzmê ra bersiv bûn peywirek şoreşgerî ye. Domanê bi yekbûyî û çalakiyê şoreşgerî were birêxistin kirin. Bi neteweya Kurda ra her aliyê da pişgirtiyê mezin kirin li hemberî êrîşên faşîzmê qadan û kuçeyan dagerandina kozikê berxwedaniyê, ango bi serhildana derxistina “Gezî”an nû ji niha ra peywirek girîng e.

Bi qeyûm va hatin, Bi berxwedanê va biçin!

Bijî mafê veqetina netewê Kurda a azad!

Bijî şerê gel!

TKP-ML MK SB

20 Tebax 2019

Türkçe: https://www.tkpml.com/kayyumla-gelen-direnisle-gider-fasizmi-ezecegiz-direnisi-buyutecegiz/

İngilizce: https://www.tkpml.com/appointed-trustee-will-go-down-with-resistance-we-will-crush-fascism-and-extend-resistance/