Di Salvegera Qetilkirina 50. ya Îbrahîm Kaypakkaya de HESAB KİRİN, VEQETANDİN, RÊYEKE NÛ

Di Salvegera Qetilkirina 50. ya Îbrahîm Kaypakkaya de

HESAB KİRİN, VEQETANDİN, RÊYEKE NÛ

“Kapek bi rengê qehweyî bi serê wî yê qijkirî û pêçandî, parka leşkerî ya herêmî li pişta wî, çakêt, sweaterek li binê … sê pantolên li ser hev, cotek gorêye spî yên hirî- di gundan de hatine qisandin û li ser vê gorêye naylon, cotek pelav 45. Ew bi “pêlavên lastîkî marqeya pola” ve hate girtin.’1

Sala 2023, salvegera 50’emîn ya qetilkirina rêberê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya ji aliyê dewleta Tirk ve li Girtîgeha Amedê ye. Kaypakkaya ê hê 24 salî, rêbereke komunîst ê ciwan bû ku di şeva 17’ê Gulanê heta 18’ê Gulana 1973’an de piştî eşkenceya bi mehan û bi gulebaranê hate qetilkirin.

Ne ku ji ber kiryarên xwe hatibû qetilkirin, lê heta serdema xwe ya dîrokî ji aliyê kesî ve nehatine li ser ziman û bi nêrîneke Marksîst-Lenînîst-Maoîst û perspektîfa şoreşgerî bi awayekî sîstematîk nehatine analîzkirin,  û berçavnegirtin û negotin û bê ravekirin;  bi wêrekî û bê tawîz wan rastiyên parasti bû hat qetilkirin. Bi hevrêyen xwe re amûra ye herî girîng da ku gotin were pêkanîn û hwd. Di raporen MITê de wek  “rêxistina herî xeterî a komunîzma şoreşger a Tirkiyeyê” dihat pênase kirin, Partî û Artêş avakir, jiber vê yekê di bin eşkence de hat qetilkirin.2

Di nav “Nêrînên wî yên komunîst ên herî xeterî” de li ser mijarên avahiya rastiya komara tirk, dîroka komarê, xwezaya faşîst a desthilatdariya kemalîst, hebûna neteweya kurd, rastiya Kurdistanê, mafê veqetîna azad a netewa Kurd, cewher û riya şoreşê, tifaq û pirsgirêka partiyê girtibû dest.

Hemû ‘dewlemendiyen’ wî ev fikir bûn û dewlemendiyeke mezin ji gelên bindest ên erdnîgariya Rojhilata Navîn re hiştin. Nirxên ku naye pîvandin a vê mîrateyê bi salan, bi pêvajoya têkoşîna çînan re -wek ku pêşveçûnên wê jî diyar dike, bi salan zêdetir eşkere bûye.

Di nava nîv sedsalê de Îbrahîm Kaypakkaya, bi jiyana xwe û bi tezên ku pêşvebiriye balkişandina dualî  berdewam dike. Aliyek vê berjewendiyê çînên serdest ên Tirk û dezgehên wan ên dewletê ne, aliyê din jî gelên kedkar û bindest in.

Piştî 50 salan, balkêş e ku tezên Îbrahîm Kaypakkaya pêşkêşî çîna karker û kedkarên Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê û her wiha netew û neteweyên bindest ên li erdnîgariya Rojhilata Navîne îlham û rêberî kirine.

Wateya wê çi ye ku piştî nîv sedsalê jî nêrînên Kaypakkaya yên ku di şert û mercên xwe yên dîrokî de, di nava pratîka têkoşîna çînan de ava kiriye û di demeke pir kin de nivîsandiye, hê jî weke ala di destê çîna karkeran û gelên bindest de tê hilgirtin? Çima ew, ji hêla dijminên çîna xwe ve wekî “ya herî xeternak” hate dîtin, di nav rêberên din ên şoreşger de? Çima çînên serdest ên Tirk piştî nîv sedsalê, wî wek yek ji “terorîstên herî xeternak” dibînin? Çima heta niha jî hêzên Komara Tirkiyeyê di mîtîng û meşan de qadexeya hilgirtina wêneyê wî tê kirin û nav û wêneyê wî sedemên sûcê dozê ne? Çima li kêleka gora wî ya ku li goristana gundekî çolê ya li orta deşta Anatolyayê ye, qereqoleke cendirmeyan hê li wir e? Çima hê jî tirsa gora ciwanekî komunîst heye ku pêncî sal berê hatibû qetil kirin? Çima kesên ku dixwazin wî, li ser gora wî bi bîr bînin hê jî tên astengkirin û tên binçavkirin û girtin? Çima piştî nîv sedsalê tirsa çînên serdest ên Tirk ji holê ranebûye? Pirs, bê guman dikarin pirjimar bibin…

Li aliyê din tezên ku vî rêberê ciwan ê komunîst pêşvebir ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve ji aliyê her cure derdorên reformîst û revîzyonîst ve jî tên berçavnegirtin. Ev ne ecêb e. Ji ber ku Kaypakkaya bi cesaret ji “rêberê wan ê hêja” M.Kemal re digot faşîst;  hê wêdetir çû û bi awayekî eşkere nîşan da ku “Kemalîzm û şoreşgerî bi hev re nabin”,  ango digot “padîşah tazî ye”.3

Rewşenbîrên organîk ên bûrjûwaziyê, Kaypakkaya ji rêberên din ên şoreşger dûr dixin û berçavnegirtin. Dema ku van, neçar diman di derbarê şoreşgerên serdemê de binerxinin, Kaypakkaya, ji ber “ciwaniya wî”, “şoreşgerîya gundîtî”, “radîkal” di şert û mercên serdemê de, “kopyaya çînî”, “di îşkenceyê de sirê xwe neda” hwd. digirtin dest.4

Tevî ku 50 sal derbas bûne jî, helwesta Kaypakkaya li gorî van derdoran hê jî heman e. Hîn jî tê berçavnegirtin û dema pêwîst be jî bi awayên curbecur hewl tê dayîn bê qîmetkirin. Bi rastî ev tiştek baş e! Ji ber ku ev yek nîşan dide ku tezên Kaypakkaya ji tu lihevhatina çînan serdest re nevekirî ne û nêrînên wî ewqasî berevajî ne ku nikarin bikşînin nav pergala desthildar.

Tê fêhmkirin ku çînên serdest ên Tirk hîna jî Îbrahîm Kaypakkaya wekî terorîstekî xeternak dibîne, serî li qedexe û dadgehan dide û her cure derdorên revîzyonîst ên reformîst wî, berçavnegirtin an jî nirxê wî bêhêvî dikin. Ji ber ku teza Kaypakkaya hê jî rojane ye û di vê wateyê de ji bo çînên serdest wekî “komunîzma şoreşgerî ya herî xeternak” û ji xeynî vê jî “rêbazên têkoşînê yên ku ew pêş dibîne”, ewqas zelale ku naye tewandin.

Gelo Kaypakkaya di derbarê dema dîrokê xwe de pêşbîniyên xwe wekî pêşbîniyên pêşerojê derxistibû? Ji xeynî tezên wî yên din, rixme ku pêncî sal derbas bûye, wî rûyê rast ê Dogu Perînçekê ku alîgira desthilatdariya AKP-MHP’ê bû, çawa derxisti bû holê?5 Gelo hêza jîrbûna metafîzîk di kesayeta wî de hebû? Gelo ji aliye xweda ve jîrbûneke taybet jê ra hatibû dayin?6 Li Tirkiyê di demekê de ku hebûn û nebûna Kurdan di şert û mercên wî yên dîrokî de dihat nîqaşkirin, dibêje Kurd miletek in û  nîşan da ku ev yek rixme ku weke îro tevgera azadî a netewî ya Kurd tunebû lê ev pêşdîtibû tevgerek dikare pêş bikeve û dema ku pêşbînî dikir ku tevgera komunîst li hember vê rewşê çawa be, gelo ew felekê bû? Û di encam de, sira tezên vî rêberê ciwan ê komunîst çi ye ku li hembere wêranker a demê radiweste û îro jî di astek girîng de rojevbûna xwe diparêze?

Bersiva vê pirsê bi rastî jî pir zelal û hêsan e: Îbrahîm Kaypakkaya di pratîka têkoşîna çînan a serdemê de cih girt. Tenê bi pratîk têre wî nedikir. Wî, ezmûna xwe ya pratîkî bi zanista proleterya navneteweyî ji nû ve sentez kir. Helwesta wî ya şoreşgerî di pratîkê de, bi zanista proleterya navneteweyî re, tezên ku îro jî girîng in derxist pêş.

Ev sirê “kehanetîya” Îbrahîm Kaypakkaya ye: Di pratîkê de şoreşgerbûn û Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzm (MLM)!

Lê belê em nikarin bibêjin ku tezên vî rêberê komunîst ên ciwan ji aliyê şopdarên wî ve rast hatine fêmkirin. Bêguman şopdarên wî, tezen wî ya ku pêşvebiriye, gihaştiye bi hezaran nemir, bi deh hezaran girtî û bi sed hezaran alîgir parastiye û nav û xeta Kaypakkaya di pratîka têkoşîna çînan de li erdnîgariya me zindî hiştin. Lê nekarîn desthilatdariya dewleta bûrjûwazî ya ku pirsgirêka wî ya herî bingehîn bû hilweşînin û desthilatdariya gel ava bikin.

Di serî de hevrê Kaypakkaya dawiya li xwînrijandin, berdêldanîn û êş kişandine neanîn; negihiştine armanca xwe ya afirandina civakeke bê çîn û mêtinkar. Ev rewşa somut ji bo partiya Kaypakkaya weke rastiyek di holê de ye.

Sedema sereke ya negihiştina vê armancê ne dayina berdêla ku tê fikirîn (ku berdêl dayîne de  dudilî nehatiye dijîn), ne jî têkoşîna çekdarî ye (têkoşîna çekdarî ji damezrandina xwe heta niha bênavber hatiye parastin, dem bi dem çalakiyên çekdarî yên pir bi bandor hatine kirin, şerê gerîla û hêzên wê ne li erdnîgariya me gihaştiye ji aliye nitelik û jimarî ve ku naye biçûk dîtin.) û ne jî negihaştina girseyên e (ku ji ramanên Kaypakkaya bi milyonan mirov li erdnîgariya me bandor bûye û bi sed hezaran mirov xistiye tevgere.

Sedema bingehîn a ku armanca îqtîdarê Kaypakkaya negihîştiye encama dawî, qelsiya di têgihiştina rêbaza wî ya şoreşgerî de û bikaranîna kêm zanista MLM’ê ye. Partiya wî her çendî piştî kuştina Kaypakkaya rixme ku nêrînên Kaypakkaya bi milyonan ve gihandin, lê nekarîbû bersivê bide nakokiyên têkoşîna gelan a di pêvajoya geşkirina têkoşîna çînan de; Ji bo çareseriya rast a van nakokiyan û arastekirina wan ber bi armanca desthilatdariyê de têrê nekir.7

Helbet tevî vê kêmasî û bêtêerbûyine  jî, divê bê zanîn ku partiya Kaypakkaya têkoşîna xwe ya çînayetî li Rojava, Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê didomîne. Hevrê Kaypakkaya di  salvegera qetilkirina 50. xwe de  di destan de al, di namluyen de gule di li ser ziman de dirûşma ye. Hevrê Kaypakkaya pêşengiya pratîka partiya xwe didomîne. Partiya me; rixme nebûna wî jî, ew berdêl û bedel, ked dayine û pêşengiya têkoşîna çînayetî didomîne.

Helbet Kaypakkaya ne di warê têkoşîna çînan de li erdnîgariya me rêberekî “asayî” ye, ne jî tezên ku derxistiye pêş “ayetên Qur’ana Kerîm ên ku ji ezmên ketine” ne û di vê wateyê de ew “pîroz e. “. Kaypakkaya rêberekî komunîst ê ciwan e ku bi kêmasî û erênîbûna xwe, piştî nîvsedsala bêdengiya serdema Osmaniyan û piştî TKP ya Mustafa Suphî, li erdnîgariya me pêşengiya ji nû ve derketina ramana komunîst kir. Têgihiştina wî ya têkoşîna çînan, nêzîkatiya wî ya li tevgerên girseyî û ya herî girîng jî rêbaza şoreşgerî ya ku wî, xwe wek rêberekî komunîst pêş xistiye, bi nêzîkatiya wî ‘ya kevn bavêje, ya nû bigire’ re her tim rêbazekî şoreşgerî da ku wî pêş xistiye.8 Tezên wî ya ku derketiye holê ji derxistina ezmuna ya têkoşîna çînan û girseyen gel, û van bi zanista MLM-ê re sentezkirin û di rastiya erdnigariya me de ji nû ve bi teorîzekirin, heye.  Tezên ku pêşvebir di nav rastiya têkoşîna çînî ku dijî de bi zanista MLM-ê re sentez kiriye. Lewma jî hê rojêvbûna xwe diparêze. Ji ber ku li erdnigariya me têkoşîna çînî bi tevahî lêz û şawata xwe ve didome.

Ji bingeha dîrokî ya ku fikrên wî tê de ava bûne û ji zanista MLM’ê ya ku di qada navneteweyî de jê hatiye çespandin, derketina Kaypakkaya ya weke rêberekî komunîst nikare bê van bê nirxandin û bê fikrandin. Ji ber vê yekê, di pêncî saliya nemiriya wî de pêwîst e li şert û mercên ku Kaypakkaya derxistiye holê bi kurtasî binêrin.

Hesabkirin…

Ji pêşketinên qada navneteweyî û pêvajoya têkoşîna çînan a li erdnîgariya me, derketina Kaypakkaya ya weke rêberekî komunîst nayê nirxandin. Derketina Kaypakkaya û rêberên şoreşger ên hevdem derketina ên wî li ser dika dîrokê, bi derketina pêlek xurt a têkoşîna antî-emperyalîst a li dijî dagirkeriya Vîetnamê ya emperyalîzma DYE’yê di qada navneteweyî de ye.

Pêşketina tevgerên gelerî yên cîhanê ku di nîvê duyemîn ê salên 1960’î de dest pê kir û di salên 1970’yî de gihîşt lûtkeyê, bi taybetî serhildan û serhildanên gelên bindest ên Asya û Rojhilata Navîn, bandorê li têkoşîna çînayetî ya li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyeyê jî dike û ciwanên xwendekar jî pê bandor dibin.  Di van şert û mercan de ciwan pir polîtîze dibin. Şoreşên demokratîk ên gelan û sosyalîzm ji bo van ciwanên polîtîzebûyî weke hêviyeke rizgariyê derdikeve holê.

Pêşketineke din a ku bandor li hemû tevgerên qada navneteweyî kir, Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin e, ku di nîvê duyemîn a salên 1960’î de di rêbertiya Mao Zedong de hat destpêkirin li Komara Gel a Çînê. Bandora vê şoreşê ji sînorên Çînê derket û bû xwediyê taybetiyeke ku rasterast bandor li têkoşîna şoreşgerî ya cîhanê.

Dema ku ji salên 1968an heta salên 1970yî, ji Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16ê Puşberê heta dagirkirina erdên gundiyan li vê pêvajoya dîrokî rêze geşedanên li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyeyê hatin zêdekirin. Lewma pirsgirêkan çîna karker, gele kedkar û têkoşîna çînî bala ciwanên polîtîze kişand û ji ber vê yekê jî ew despêkirin ku  behtir li ser van pirsgerekan bisekinin.

Pêşketinên navneteweyî û neteweyî bûn sedem ku rêxistinên şoreşger ên ku paşê wek “71 şoreşgerên çekdar” bi nav bikin hat damezrandin û tevlîbûna wan a têkoşînê bû. Pêşengên şoreşger ên derketina şoreşê ya 71’ê, rêxistinên weke TKP’ê ku beriya wan li ser navê çep û sosyalîzmê hebûn û peyvdarbûn pêkanînên wan dipirsin. Ciwanên şoreşger pêşî dikevin bin bandora partiyên reformxwaz ên weke TÎP’ê. Lê belê pêşketinên ciwanên şoreşger; reformîzm, legalîzma her cure û parlementerîzm û hwd. lêdipirsînê  û di demeke kin de van derbas dike. Rêberên şoreşger ên sala 1971’ê bi paşerojê re hesabkirin û qutbûneke dîrokî pêk anîn. Xeta revîzyonîst, parlamenterî û hiqûqî ya 50 salî bi hesabkirina xeta şoreşgerî ya 71’ê ve hate derbaskirin.

Kaypakkaya jî di nava pêşengên şoreşger ên 71’ê de cih digire. Hemdemên wî, rêberên din ên şoreşger ên şoreşa çekdarî ya 71-ê jî, di pratîkê de wek wî şoreşger bûn.9

Li vir taybetiya ku Kaypakkaya ji rêberên şoreşger ên hemdem cuda dike û nitelîkê wî yê komunîst dide, derdikeve holê. Ew Maoîstek bû. Parastina wî ya Maoîzmê, Marksîzm-Lenînîzma ya îroyî, di bingeh de wî ji rêberên din ên şoreşger cuda kir. Divê were destnîşankirin ku pratîka civakî ya ku tezên Kaypakkaya tê de jiyaye û cih girtiye, bi dinyaya Marksîst-Lenînîst-Maoîst re sentez bûye.

Kaypakkaya jî mîna rêberên din ên şoreşger, ji pêla şoreşgerî ya sala 68’an bandor bû, li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistana Tirkiyeyê di bandorên vê pêlê de cih girt û dersên ku ji vê pratîkê girt bi zanista MLM’ê re sentez kir.

Ev ne tespîteke tesadufî ye, berevajî vê, cudahiyek kalîteyî ye ku Kaypakkaya ji rêberên din ên şoreşger ên ku di serdema wî ya dîrokî de derketine, cuda dike. Ji ber vê yekê bêyî ku vê mafê rastiye bê dayîn, çavkaniya tezên Kaypakkaya bi dersên ku ji têkoşîna çînayetî û pratîka civakî girtiye, nikare derkeve holê.

Kaypakkaya, ji rêberê şoreşgerên din cuda, di bin bandora peyama Serok Mao ya “Gelê Cîhanê, bibin yek û li dijî dagirkerên DYE û Hemû Kûçikên Wan Belavbûyî Bişkînin”10 ma. Bêguman ev pêvajo di avabûyina xeta îdeolojîk a Kaypakkaya de bi bandor û diyarker bû. Di encam de, bahoza îdeolojîk a Şoreşa Çandî ya Proleter a Mezin a ku cîhan hejand û bi têkoşîna çînayetî ya li Tirkiyeyê re yekbûna wê, xeta wê ya îdeolojîk-polîtîk afirand.11

Sepandina dersên ji pratîkê ji bo têkoşîna çînayetî ya erdnîgariya me bi sentezkirina wê bi zanista MLM-ê re bû mijara diyarker ku wê ji rêberên din ên şoreşger cuda kir û kesayeta wê yê komunîst da wê.12

Kaypakkaya bi helwest û rengê xwe beşdarî hesabên dema borî ye ‘Rêberên Şoreşger ên 71’an’ bû. Lê belê taybetmendiya herî bingehîn a ku Kaypakkaya ji rêberên şoreşger ên çekdar ên 71’an cuda dike, hesabkirina bi tiştên ku “pêşkêşî wan kirine” ew e ku “veqetandin di nava veqetandine de” ya di nûnêra 71’ê  de û rûyê komunîst ê şoreşger ya derketina ’71 pêk tîne.

Veqetandin

Kaypakkaya tê wateya “veqetîna ji veqetîne”. Di dema ku rêberên şoreşger ên 71’ê ji tiştên ku di bin navê şoreşgeriyê de ji wan re dihat pêşkêşkirin veqetiyan û ji “nîzama rûnistî” bi taybetî jî ji têkoşîna çekdarî derketin, Kaypakkaya bi vê yekê têr nebû, di heman demê de di bingeha teorîk û birdozî de jî qut bû. Berevajî rêberên din ên şoreşger ên serdema xwe ya îroyîn, Kaypakkaya bi tezên ku li ser kemalîzmê û pirsgirêka neteweyî derxistiye tê nasîn û parastin.13 Dema ku ramanên li ser van mijaran nirxandineke giştî û pir seranser were kirin, tê gotin ku yekem “cudahiyên” wî ne.

Lê dema ku qala Kaypakkaya tê kirin, tenê bi van nêrînan razîbûn, tê wateya neheqiya li nêrînên Kaypakkaya yên sîstematîk. Helbet tezên Kaypakkaya yên li ser van mijaran xaleke girîng a cudabûnê ye û zelalbûna somut a cewhera wî ya komunîst e. Lê ew tenê mînaken ji cewhera wê ya komunîst in. Ji ber vê yekê, tenê bi dîtinên wî yên li ser Kemalîzmê û pirsa neteweyî, “rast” qebûlkirina Kaypakkaya tê wateya dûrxistina wî ji xeta bîrdozî û nêrinen wî ya yekparebûna sîstematîk e. Ev tê wê wateyê ku mirov xeta komunîst a Kaypakkaya kêm fêm bike û di îddîakirina van nêrînan de diyalektîkê nebîne.

Mînak, vekolana Kemalîzmê ne tenê “nirxandineke dîrokî” ye, di heman demê de ji bo kesên ku di têkoşîna çîniyan de cih digirin, di warê avahî û pêkhatina îdeolojîk a dewleta çînên serdest de xwedî girîngiyeke diyarker e. Di vekolana dawî de, nirxandineke ne temam an jî şaş di vî warî de, rîska piştgirîkirina xwediyên nirxandinê li ser navê “pêşverûbûnê” li pey her klîkek çînên serdest digire.

Ji ber vê yekê pêwîst e nêrînên Kaypakkaya bi tevahî were destgirtin û parastin. Rast qebûlkirina nêrînên wî yên li ser Kemalîzmê an jî pirsgirêka netewî lê, redkirina zanista MLM’ê ya ku di pêşvebirina van nêrînan de xwedî girîngiyeke diyarker e, tê wateya redkirina koka Kaypakkaya. Ji ber ku, ji têgihîştina partiyê yên li ser Kemalîzmê bigire heta nêzîkbûna têkoşîna şoreşgerî ya girseyan, ji avahiya dewletê bigire heta têkoşîna çekdarî, divê  ev nêrînan bi tevahî were nirxandin û destgirtin.

Ya duyemin, tezên Kemalîzm û pirsgirêka neteweyî ya Kaypakkaya ne tenê analîzeke dewletê ye, tezeke dîrokê ye jî. Dîrok ji destên rejima Tirk hat girtin û weke çek ji deste karker û kedkaran re hat dayîn.14

Sêyem jî, di çarçova Kemalîzmê û pirsgirêka neteweyî de, îşaret bi du panîya lawaz ên rejîmê dike û van mijaran, ku ji nakokiyên sereke yên têkoşîna çînayetî di erdnîgariya me de ne, nîşan dide.15

Li aliyê din divê tezên Kaypakkaya bi têgihiştina wî ya ji partiyê re bên nirxandin. Kaypakkaya, li ser têgihiştina partiyê, ji navê partiya komunîst bigire heta pêşengiya çîna karkeran û hwd. Çend mijarên ku ew bi rêxistina ku ew tê de cih digire re nîqaş dike, ew e ku di bingeh de wî ji rêberên şoreşger ên 71-ê cuda dike û dihêle ku bibe nûnêre “veqetîn di nav veqetîne de.”16

Dersên ku Kaypakkaya ji pratîkê û ji Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Puşberê girt bû sedem ku ji rêxistina ku tê de bû qut bibe.17

Dersên ku wî ji pratîkê girtiye û rêxistina ku têdikoşe derbas kiriye, di encama xwezayî ya rêbaza wî ya şoreşgerî de girîng e, her wiha cudahiya di navbera wî û rêberên din ên şoreşger ên serdema xwe de, ramanên şoreşgerî û tevahîbûn nîşan dide.18

Kaypakkaya, ne tenê li ser şoreşa gelên demokratîk pêşvebir, di heman demê de,  di mijarên wekî sosyalîzm û dîktatoriya proleteryayê de jî anî li ser ziman ku îro jî derbasdar in.19

Kaypakkaya hem rêxistina ku tê de bû, bi dersên ku ji pratîkê girt rexne kir, hem jî rêberên din ên şoreşger, têgihîştina şoreşê, pêşengiya çîna karker û hwd. di van mijaran de veqetîna xwe eşkere kir.20

Di van dersan de her çendî li ser qada hevpar a têkoşîna çekdarî bicivin jî ferqa di navbera rêberên şoreşger ên 71’ê de derdixe holê. Kaypakkaya ne tenê destnîşan kir ku şoreş wê li ser şîdetê pêk were, her wiha destnîşan kir ku divê ev şîdet li ser pişta girseyê be, ne çend komên rewşenbîr. Ev yek ji wan xalên cudahiya nitelîka ye ku Kaypakkaya ji pêşengên şoreşger ên 71’ê di mîjara şerê çekdarî de cuda dike.

Kaypakkaya, dema ku ji pêşengên şoreşger ên 71’ê qut dibe, tenê li ser bingeha teorîk namîne. Ew vê qutbûne di asta pratîkî de jî pêk tîne.  Bi hevrêyen xwe ve, Partiya Komunîst a Tirkiyê-Marksîst-Lenînîst û rêxistina wê ya leşkerî, Artêşa Rizgariya Karker û Gundiyên Tirkiyê; di heman demê de Yekitiya Ciwanên Marksîst-Lenînîst a Tirkiyeyê damezrand.21

Di encamê de Kaypakkaya di dema xwe ya “veqetîna ji veqetîne” de tezên ku  pêşvebir, xwedî kesayetek tevayî ye. Teza wî ya dîrokê, têgihiştina şoreşê, şêwaza xebat û rêxistinî û têgihîştina partiyê, berhemên nêzîkatiyeke diyalektîk e. Bi çi qase ku ev diyalektîk were fêhmkirin, “rêya nû” ya ku Îbrahîm Kaypakkaya ji tevgera şoreşger û komunîst a Tirkiyeyê re vekiriye, dikare were destgirtin û fêm kirin.

Rêyeke Nû

Dîrok û têkoşîna çînan rastiya zanistî ya tezên Kaypakkaya îspat kir. Îspatkirina wê berdewam dike. Pêvajoya têkoşîna çînan a pêncî salên piştî kuştina wî, encamên têkoşîna civakî jî vê yekê zêdetir nîşan dide. Kaypakkaya di beşa dîrokî ya ku lê dijî û têdikoşe de bi hemû hebûna xwe ve xwe avêt nav agirê têkoşîna çînan. Di demeke kin de tiştên ku berê nedihatin gotin got, tiştên ku nehatibûn kirin kir. Tiştê ku kir jî parast.22

“Servat reliquias igni comburuntur.” (Yê ku di agir de dimîne, ji agir re xizmetê dike.)23 Ew; agirê ku heta dema xwe vemirî bû, pêxist û tezên xwe yên ku piştî nîv sedsalê jî partiya wî re rêve dibe, di nav vî agirê têkoşîna çînan de ava kir.24

Da ku wî tezên xwe di nava pratîka têkoşîna çînan de afirandiye, ev tez hê jî di warê têkoşîna çînan de girîngî û rojevbûna xwe diparêzin.

Ev girîngî du cure ye. Tevî ku ji bo çînên desthilatdar ên Tirk nîv sedsal derbas bûye jî, Îbrahîm Kaypakkaya tevî hemû hewldanan jî meşaleyekî xeternak e ku nayê vemirandin û veşartin; ji bo têkoşîna azadî, serxwebûn û sosyalîzmê ya çîna karker û gelê me yê kedkar ya Tirkiye ronahiya rêberiyê ye.

Di vê wateyê de nêrînên Kaypakkaya mîna “kirasê agir” in. Dîtina Kaypakkaya wekî rêberekî komunîst û meşa li ser rêya nû ya ku li gorî nêrînên xwe vekiriye, ji pêşiyê ve rûbirûbûna çînên desthilatdar ên Tirk û îdeolojiya wan e. Ango tê wateya şerekî bê nefes.

Kaypakkaya tê wateya;  parastina berjewendiyên çîna karker û gundiyên feqîr ên kedkar, birêxistinkirina wan û têkoşîna ji bo desthilatdariya gelên demokratîk û dîktatoriya proleteryayê.

Kaypakkaya tê wateya;  ji neteweyên Tirk-Kurd û  baweri û netewên cuda yên kêmnetewe, bibin deng û parêzvanê hemû komên bindest.

Kaypakkaya tê wateya; di serî de Elewî, têkoşîna ji bo azadiya baweriyê û bûyîna yek bi baweriyên bindest û paşguhkirî ve.

Kaypakkaya tê wateya;  neteweya bindest û neteweya kêmnetewe, bi taybetî jî neteweya Kurd li erdnîgariya me ye; bê şert û merc parêzvanê Mafê Veqetandina Azad e.

Kaypakkaya tê wateya; rêxistinbûna Ermenî-Yûnan-Asûriyên ku ji qirkirinê derbasbûn e.

Kaypakkaya tê wateya; Jinbûn, LGBTI+bûn û di nav têkoşîna li dijî pergala baviksalarî de.

Kaypakkaya tê wateya; qîrma robaran, dengbêja çiyayan, dengê deştên ku ji bo kirêtiya kapîtalîst têne talankirin û dizîn.

Kaypakkaya tê wateya; “kesê ku ji tu kesî ne”; Dijminê  mêtinger, tacîzkar û tecawizkar, faşîzm, feodalîzm, nîjadperestî, şovenîzm, baviksalarî, emperyalîzm û her cure paşverûyen e.

Di 50 saliya nemiriya xwe de bûyîna Kaypakkaya tê wateya ku bi rêbaza wî ya şoreşgerî ji “avêtina xizan û kirîna tiştên taze”25 heta “guheztina kirasê kevin bi kirasekî nû û paqij26, di nav deryaya berfireh a têkoşîna çînan de cih girtin û bi têkoşîna şoreşgerî, demokratîk a girseyên bindest ya mezin û biçûk, veguheztina çemê Şoreşa Demokratîk a Gelan e.

Kaypakkaya yê ku di sala 71’an de rûyê komunîst yê derketina tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ava kir û bi gotina “Aut viam inveniam aut faciam” (An em ê rêyekê bibînin, an jî em ê rêyekê çêbikin) bi hemû hebûna xwe ve xwe avêt nav agirê têkoşîna çînan rê27, dest bi tekoşîna xwe kir “bi jîxwekirina kirasê xwe yê kevn û lixwekirina kincê paqij”. Li dijî kevneperestî, rizyayî, kevneperest, statûko û dogmatîzmê têdikoşe û bi “bombebarankirina bîryargehên burjuwaziyê” derkete ser dika dîrokê.

Ji bo têgihiştin û bîranîna Kaypakkaya gava yekem, fehm kirina rêbaza wî ye. Em li ku dibin bila bibin, li kîjan qadê û herêmê bijîn jî, ger me li kêleka çîna karker û gelên bindest cih girtibe, yekem tiştê ku divê em bikin ev e ku em di seferberiya girseyan de cih bigirin û tevlî têkoşîna çînan bibin, bi hemû hebûna me ve. Divê  despêke ji têkoşîna gelan encamên şoreşgerî derbixin û têkoşîna şoreşgerî bilind bikin.

Xerabiya herî mezin a ku li Kaypakkaya bê kirin ew e ku wî bi dogmatîk girtina dest û nebûna çeka ku li dijminên çînê bixe. Têgihiştinên bi vî rengî li hemberî dîrokê û têkoşîna çînan ne derbasdarin. Ji ber ku tezên ku Kaypakkaya ji bo şoreşa Tirkiyeyê pêşvebir, ji rastiya şoreşa Tirkiye û ji têkoşîna gelan hatiye niqutandin, da ku nebin çeka bizingar a ku cemidî.

Rêbaza şoreşgerî û zanista MLM ya Kaypakkaya! Di têkoşîna şoreşgerî ya girseyan de cih girtin û bi zanista MLM’ê re sentezkirina van têkoşînê: Li vir çavkaniya “mûcîze”, “veşarta” Kaypakkaya û mîsogera serkeftina me ye!

Bê guman Kaypakkaya tam ji ber vê yekê ye; Heya ku têkoşîna çîna, çîna karker û gelên bindest hebin, zanyariya proleteryaya enternasyonal bijîn; tezên ku pêşvebiriye wê ji bo çînên serdest xeternak be û  dê rêberiya çîna karker û gelên bindest bidomîne. .

Heya cîhana mulkiyeta taybet û têkoşîna çînan hebe, Kaypakkaya wê bijî û şer bike. Heya ku girse, têkoşîna çînayetî û partî hebin, ev rêberê ciwan ê komunîst bi kapekî qehweyî yê qijkirî û paçkirî, dê bijî û şer bike!

Notên jêr

1- Îfadeya Serdozgeriyê ya bi dîroka 29 Çile 1973

2- “Fikrên Kaypakkaya niha di têkoşîna komunîst a li Tirkiyeyê de ya herî xeternak e. Em dikarin bê dudilî bibêjin ku komunîzma şoreşger ji ber nêrînên ku di nivîsên xwe de pêşkêş kiriye û rêbazên têkoşînê yên ku xeyal kiriye li Tirkiyeyê hatiye bikaranîn.” (Dosyaya doza TKP-ML, Rapora MIT, 1973)

3- Her wiha Kaypakkaya bi vê rewşê dizane: “Niha em baş dizanin ku dîwanên me yên li ser Kemalîzmê, ji Çetin Altan, D. Avcıoğlu, Îlhan Selçuk, heta TÎP, M. Belli, H. Kıvılcımlı, TKP, THKP-THKC. THKO û revîzyonîstên Berbangê; ew ê hemû rêxistin û tevgerên bûrjûwazî û biçûk-burjûwazî bi hêrs rabin li ser peya. ”

4- Îro jî nîqaşên ku Kaypakkaya di îşkenceyê de nehatiye kuştin, li van êrîşên dijî-şoreşê hatiye zêdekirin. Gotûbêjeke wiha helbet ne hewce ye, lê ne bêguneh e. Partiya me tu carî Kaypakkaya tenê wekî “rêberekî ku serê xwe da sira xwe neda” xwedi nekir. Partiya me Kaypakkaya wek rêberê ku li welatê me xeta komunîzmê ji nû ve birêxistin û propaganda kir dîtiye; Propagandaya ku Kaypakkaya “şoreşgerekî leheng” ê ku tenê li dijî îşkenceyê li ber xwe dide, berhema têgihîştina wî ya kêm an jî xelet a xeta komunîst nirxandiye û girtiye dest.

Kaypakkaya da ku nûnerê zanista MLM li welatê me bû, ji aliyê dijminên çîn ve hat qetilkirin. Berevajîye vê jî rast e. Nehiştina tawiz dayine Kaypakkaya ji dijminên xwe yên çînî re û kuştina wî rasterast encama nasnameya wî ya komunîst e.

5- Ji xeynî tezên xwe yên din, Kaypakkaya revîzyonîzma TIIKPê ya ku heyamekê tê de bû û nûnerê vê xetê Dogu Perînçek jî bi dûrbîniyek dûr tîne ziman û şermezar dike ku ew neteweperwerekî bê derman ê neteweya serdest e; Ne pêxemberîtî ye ku rêza ku vî kesî temsîl dike, pêşbînî dike ku îro piştî 50 sal derbas bûn, ew pozîsyona ku lê diqewime; nêzikatiya wî ya mijarên herî girîng weke Kemalîzm, pirsgirêka netewî ya helwesta çînî MLM ye.

6- Helbet Kaypakkaya jî wek her kesî însanek bû. Lê ew mirovekî “cûreyek taybetî” bû, bi şêwazekî mîna ku Stalîn ji bo Bolşevîkan digot. Mirovekî jêhatî û jîr bû. Hevalên têkoşer ên serdema xwe diyar kirin ku ew ji xwendin û lêkolînê hez dike û xwedî jêhatîbûneke tûj a razber kiri ye. Em jî dizanin ku ew bi helbest û wêjeyê, bi taybetî bi çanda gelêrî re têkildar bûye, helbest nivîsiye û bi muzîkê re têkîidar bûye û ‘evîndar’ bûye.

7- Ev gotin ne bê angaştar e. Berevajî vê, bi vegotina rastiya li ser bingehê şoreşgerî, tê  armanc kirin ku têkoşîna desthilatdariyê li ser zemîneke rast bilind bike. Partî; xwediya Rêberê mîna Kaypakkaya û mîrata wî ya komunîst e. Ev mîrate wê heta bi têkoşîna girseyên “ji bombeya atomê bihêztir” re bibe yek û pê ve girêdayi pêş bikeve û bi hêz bibe, beşdarî van tekoşînan bibe û armanca xwe ya dawî, pirsgirêka desthilatdariyê çareser bike.

8- Mirov dikare bêje dijminê Kaypakkaya yê herî mezin dîsa bi xwe ye! Nêzîkatiya dogmatîk a ku nikare rêbaza şoreşgerî ya vî rêberê ciwan ê komunîst bigire dest û tezên ku wî pêşvebiriye wek tabûyeke bê guherbar dibîne, ji wî û mîrasa wî ya komunîste re dike dijminahiya herî mezin. Bersiva nakokiyên heyî yên têkoşîna çînan a di 50. salvegera nemirbûna wî de û bi vê wateyê, “parêzgerkirina Kaypakkaya” li şûna bikaranîna rêbaza şoreşgerî ya Kaypakkaya, bi tiştên heyî razîbûn, tê wateya fêmnekirina derketina wî ya weke rêberekî komunîst û  ji nû ve hilberîna wî

9- Ne tenê ew e. Pêşengên şoreşger ên 71’ê têkoşîna çekdarî diparastin. Ji ber tiştên ku diparastin pêk dianîn jî ji aliyê faşîzmê ve hatin qetilkirin.

10-Di vê peyama ku di 20 Gulan 1970 de hat weşandin de jî tesbîta “Emperyalîst Pilingên Kaxiz in” ku di salên paşerojê de pir dihate zanîn û bikaranîn.

11- Bi rastî Kaypakkaya dibêje “Tevgera me berhema Şoreşa Mezin a Çandî ya Proleter e” û bi awayekî zelal radixe ber çavan ku xeta îdeolojîk a partiya ku ew damezirînerê Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzm e.

12- Sedema ku Kaypakkaya di nav refên Ronakbîrên Şoreşger ên Proleter de cih girt, ku di nav rêberên Dev-Genç ên wê serdemê de “rast”tir xuya dike, ew bû ku baweriya wî bi çalakiya şoreşgerî ya girseyan hebû, ne bi darbeyê komeke pêşeng an jî artêşa fermanê. Lê Kaypakkaya xeta PDA ya revîzyonîst û aştîxwaz derbas kir û ji vê avahiye derket û bi hevrêyen xwe re TKP-ML ava kir.

Îro her çend rêzên Kaypakkaya wekî komunîst dinirxînin û wî, wekî rêber dibînin hebin jî, zanista Marksîzm-Lenînîzma û îro asta herî jora van Maoîzmê ku ji Kaypakkaya re nitelîka komunîst daye ney parastin, Kaypakkaya jî naye parastin. Partiya me Kaypakkaya wek rêbereê komunîst ê zanista MLM li Tirkiye, Kurdistana Tirkiyê û Rojhilata Navîn diparêze.

13- Gotara yekem a Kaypakkaya “Pirsgirêka Netewî li Tirkiyê” ya Kanûna 1971ê ye û tê de pirsgirêka neteweyî ya kurd nirxandiye. Gotara wî ya li ser Kemalîzmê “Tezên Revîzyonîzma Dawî ya li ser Tevgera Kemalîst, Serdema Îktîdara Kemalîst, Salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Piştî Şer û 27ê Gulanê” ye.

14- Kaypakkaya di tezên xwe de girîngiya vê çekê dizane: “Komunîst baş dizanin ku di têkoşîna şoreşgerî de dîrokê bikin çek. … Komunîst dizanin ku di tekoşîna şoreşgerî de dîrokê bikin çek….  Hinek çek hene ku yên ku di destê wan de xwedî hêzeke nebinketin in. Mînak, Marksîzm-Lenînîzm-Ramana Mao Zedung yek ji wan çekan e. Ezmûna şoreşgerî ya girseyan çekek wisa ye.

Çend çek hene ku yên ku di destên wan de ne, xwe birîndar dikin: yanî çek berevajî def dide û li yên ku di destê wan de ye lêdixe. Kemalîzm çekek wisa ye!”

15- Di çerçoveya kemalîzmê de “nakokîya di nav çînên serdest de” di nava nakokiyên sereke de, di çarçoveya pirsgirêka netewî de jî “nakokîya di navbera neteweya zalim û netewe û neteweyên bindest” de di nav nakokiyên sereke de bû ya di 1. Kongreya TKP-ML (2019) de.

16- Kaypakkaya di gotara xwe ya bi navê “Rexnekirina Pêşnûmeya Bernameya TÎÎKPê” (Çile 1972) têgihiştina xwe ya partiyê bi berfirehî tîne ziman.

17- Piştî vê veqetandine gotara xwe ya bi sernavê “Rêveberî û Pêşketina Cudahiyên Di Navbera Revîzyonîzma Berbangê û Me de, Rexneya Giştî ya Revîzyonîzma TIIKP” a Hezîrana 1972an nivîsand. Piştî ku ji TÎÎKP’ê qut bû, bi lez û bez bingeha rêxistineke nû avêt.

18- Kaypakkaya bi van gotinan eşkere dibêje ku haya wî ji vê yekê heye: “Berxwedana Mezin a Kedkaran a 15-16’ê Hezîranê û qanûnên leşkerî yên piştî wê di hişmendiya hin kadroyan de pêngaveke girîng çêkir. Van hevalan ji tevgera kedkaran û rojên dijwar ên têkoşînê yên li pey wan dersên girîng girtin.”

19- Kaypakkaya; “Di civaka sosyalîst de her çiqas dewlet wekî dîktatoriya çîn û proleteryayê hebe jî, ne mijokatî ne jî zilm heye. Bi avakirina sosyalîzmê re mijokatî ji holê radibe. Pîvan ev e: “Ji her yekî li gorî hêza xwe, her yekî li gorî keda xwe”. Di civakeke ku her kes li gorî keda xwe distîne, behsa îstîsmarê dike, nîşan dide ku ev pîvan nayê fêmkirin. Bi pêkanîna hêza gel a demokratîktir (ku komara gelan e) zilm wê ji holê rabe. Yanî di pergala dîktatoriya gelên demokratîk û dîktatoriya proleteryayê de tu zilm û zordarî tune ye. … Rast e ku cîhana komunîzmê dê bibe “cîhanek bê çîn”. Lê ev ne hemû ye. Di cîhana komunîst de, bi çînan re, dewleta ku berhema dijberiyên çînî yên ku nayên lihevkirin, amûra çewisandina çînên serdest a li ser çînên din û amûra dîktatoriya proleteryayê ya di sosyalîzmê de jî wê ji holê rabe. Ji ber ku bi tevayî windabûna çînan re êdî proleterya ne hewceyî dewletê ye. Ji aliyê din ve, di qonaxa komunîzmê de, ango dema ku “serdestiya koledar a kesan ji bo dabeşkirina kar û bi wê re nakokiya di navbera keda derûnî û destan de raweste; dema ked ne tenê amûra debarê be, bi xwe bibe pêdiviya yekem a jiyanî; tenê wê demê civak dê bikaribe li ser alayên xwe binivîsîne: “Ji her yekî li gorî jêhatîbûna xwe, her yekî li gorî pewistiyên xwe!” (Marx). (Ji Pêşnûmeya Rexneya Bernameya TIIKP, Çile 1972, Beş II)

20- Dersên ku ji Berxwedana Mezin a 15-16’ê Hezîranê girtiye, di vê wateyê de balkêş in. Mînak; “Tevgera karkeran beriya her tiştî nîşan da ku şoreş wê li ser şîdetê pêk were, ev, pêwistî û neçarî ye. Ya duyemîn, tevgera karkeran derbeke giran li teoriyên bûrjûwazî yên dewletê xist. Eşkere kir ku çiqas bêaqil e ku mirov ji artêşê çînên serdest hêviya rizgariya gelan bike…. Ya sêyemîn, Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê careke din nîşan da ku lehengên rastî girseyên gel in. Û derbeke giran da li hereketên biçûk-burjûva yên ferdperest ku xeyala şoreşê li ser bingehê çend komên rewşenbîr ên elît dikirin.

21- Ji xeynî van rêxistinan, Partiyê di kongreya xwe ya 1. (2019) de avakirina Yekîtiya Jinên Komunîst (KKB) ragihand.

22- “Min ev hemû ji bo hizra Marksîst-Lenînîst a ku ez ji dil pê bawer im kir. Û ez ji encamê jî ne poşmanim. Ew qet poşman nebû. Ez ji bo vê yekê bi her cure encaman  û di berdêla canê xwe ya têkoşîna jiyanê de bi pêşbîniya xwe re xebitim û di dawiyê de hatim girtin.” Kaypakkaya, îfadeya dozgeriyê ya 21’ê Nîsana 1973’an.

23- Hevokeke latînî

24- Partîya wî tezên Kaypakkaya yên ku wek nerînên programatîk hatibûn li ser ziman, di kongreya xwe ya 1. (2019) de gihand bernameyeke. Di Bernameya Partiyê de ne tenê tezên Kaypakkaya, di heman demê de “Pêşnûmeya Parastinê” jî gotara dawî ya beriya kuştina wî nivîsîbû, hatin bikaranîn.

25- “Xalên sereke yên ku me bi revîzyonîzma berbangê veqetandin”, ji biryara DABKê ya Sibatê

26- Rexne Pêşnûmeya Bernameya TIIKP, Çile 1972, ji Beşê  II.

27- Hevokeke latînî ya ku Hannibal Barca (247 b.z.-183 b.z.) ji fermandarên Kartacîniyan re gotiye ku negengaz e bi fîlan re derbasî Alpê bibin.

 

Îbrahîm Kaypakkaya dijî û şer dike!

Em ê Bi Ezmûn û Kombûna Pêncî Salî Serbikevin!

Bijî Partî ya me TKP-ML, Artêşa me Gel TÎKKO, Rêxistina me Jin KKB, û Rêxistina me Ciwana TMLGB!

Bijî Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzm!

 

Partiya Komunîst a Tirkiye – Marksîst Lenînîst  (TKP-ML)

Komîteya Navendî

Çile 2023

Ji bo daxistina broşurê li ser wêneyê bitikînin

 

Türkçe: https://tkpmlmedia.tkpml.com/wp-content/uploads/2023/01/22121855/IBOBrosur.pdf

Englısh: https://www.tkpml.com/ibrahim-kaypakkaya-on-the-50th-anniversary-of-his-murder-reckoning-rupture-and-a-new-path/?swcfpc=1