Komîteya TKP/MLê A Birêxistinbûnê: Rêhevalên me Guzel Şahîn û Serdar Can di tekoşîna şoreşa me da, ê her demî bi me ra bin!

Rêhevalên me Guzel Şahîn û Serdar Can di tekoşîna şoreşa me da, ê her demî bi me ra bin!

“Qesran û qesirên hilbişên

Xwûnê rojek biskine

Binefşên jî vekin li ser me

Xamek jî dikenin

Ji van rojan paş ra

Ê diçin sibê dimînin,

Yek jî yên ji bo sibê berxwedidin…”

Adnan Yücel

Yên berê wan li sibê vegerî û ji bo sibê berxwedidan, ew  Guzelên me û Serdarên me, ew rojên ji nav me veqetîyan û soza me ye ji wan ra; Emê Qesran û qesirên desthilatdara ser serê wan da bihilşînin.

Şeva 17 ê Îlonê derbasê roja 18 ê Îlonê bû; ew şev Serdar Can dilrawestin derbas kir û bêmir bû. Serdar Can dinav rêhevalên me yên ewil ku polîtîkayên Partî û argêşa me li Kurdistana Tirkiyê çêdikirin, di nav wan da bû û ew jî di nav gerîllayên TİKKO da yên ku li ser çîyayê Sîverek û Amedê da bû. Rêhevalên me Haydar Aslan û İhsan Paşaci waxtê di şer da şehid ketin; ew jî hetta gulla xwe ya dawî şer kir û çeka xwe neda dijmin. Lêxist çeka xwe şikînaşt û derzîyek xwe ji dijmin ra nehîşt e! Rêheval Serdar Can li jîyanê bi ronahîyek pirsyarker  li jîyanê dinhêrî û berê awil him dibe kû zarokekê Hay (Ermenîyan) e. Paşê jî hêrs û hişê xwe bi hîndarîya Kaypakkaya ra yekpare dike. Zarokekê Ermenî û bi hinkarîya Kaypakkaya ra rêxistî ye, bû ye şoreşgerek Ermenî û ji bo vî di zindanên Amedê da îşkence dît!

Di wê dîrokê virda ew bi keda xwe, hêjaîya xwe, bi şaşîyên xwe, bi ken û hêrsa xwe ango bi tevayî mîrovatîya xwe va lê bi bawertîya xwe ya şoreşê ba ti wextê ji partiya me hêvî nebirî û keda wxe texsîr nekir. Ew her demê bi kulilk G1 ê xwe ra li ser çîyayên Amed û Sîverekê digerîya û bû fîna dile zarokek Amedê bi rihê şên, hêrs û dilhejok!

Fermandarekî me yê sala 2017, 17 ê Tebaxê nemirî bû ji bo wî fermandarê me, Nubar Ozanyan ra “Fermandar li herêma şer Fermandar e” Serdar Can bi vî gotinên xwe û bi bawerîya van gotinan ba kete nav kerwana şehîdên me yên ebedî, ê nemirî.

“Qîzên wê û lawikên wê hene di pêşerojê da” wana nadin ji bîr kirin!

Ew bi tenê dayika zarokên xwe nebû, dayika Partîzanan nebû; ew dayika hemû şoreşgeran bû. Dayikek bi dilsoz bû. Dayika me ya Guzel, Rêhevala me 17 ê Îlonê sala 2017 da ji nav me qetya û bi çûyîna wê ar ket nav dile me. Ew ar hîna di nav jîyana me da ye. Li pey mirina Serdar Can; Dayika me bi êşa xwînariya mêjîyê va di jîyna xwe da vê carê tene li ber jîyanê, tekoşînê winda kir û em wê di armanca me ya şoreşê û tekoşînê da her demê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.

Guzel Şahîn ji axa Dersîmê, axa feqîr û mişext ya kû bi hezaran mîrov jê mişext bûne ji wê axê fîna hezar mîrovan ew jî mişext bû ye û hatî Sitenbolê. Bi rastîya xwe her demê li ber neheqîyê diskinî û zarokên xwe jî bi vê rê yê da dibir û zarokên wê waxtê bûn şoreşger; ew li derê hepsan, li qadan, li cenazen şehîdan… zilm û zorbetê, neheqî li kûderê hebû; dayika me li wir bû û bibû rêhavlê me û zarokên xwe.

Ji wan salan vir da; hûn kîjan wêneyên zextên ku li ser gelan yên çalakîyên girtîgeh, kedxwarî û neheqîyên binhêrin! Hûnê di nav wan wêneyan da serçavê dayika Guzel, ew bedewîya wî bivînin! Li wêneyên cenazê gerîlla, wêneyên rêhevalên me yên ku di nav bajaradan hatine sêrdem kirin. Li wan wêneyan binhêrin! Hûnê bivînin; çardarên rêhevalên me giştik li ser milê dayika Guzel e. Ew dayika Partiya me tenê nebû, dayika hemû şoreşgeran bû û kî ku di nav vê tekoşînê da bedêl dabe li cem wê dayika Guzel he bû. Xetê rûyên wê da elema bi hezaran zarok û rêhevalên wê, yên ku dabû axê da bi neqşandî bû û ew her demê roja Şemî; dayikên ku zarokên wan binçav kirinê da  winda kirîn e û ew dayikên ku merzelên zarokên wan tune bûn, bi wan ra li ber dibistana Galatasay da di goyînê da bû.

Lê Guzel Şahîn ji bona me dayik tenê nîbû. Ew dil dabû bastana Kaypakkaya û ramanê Kaypakkaya li her derî, hemberê dewletê diparêzî. Şaşîyên Partîya me her deme rasteras rexne dikir û lê xwedî rastîyên me ji derdiket û berz dikir. Ew rêhevalekê me yê hêja bû. Li kûderê şaşî bidîta li hemberê wê şaşîyê cî hildida û hevilê Partîya me li ser her tiştî digirt. Dayika Guzel rêhevalek wisa bû.

Naha çawa qada Galatasaray kesek kêm e, heta roja şoreşê ew bedêlê ku didin; di binê çardarê şehîdên me da çawa milek kêm e, din av çalakîya da çawa çavên herkesî li wê digere, Partîya me jî wisa kesek kêm ba tekoşîna xwe berdewam bike.

Tirk, Kurd, têvelê netewî û ji olanan gelên me; ji bona tekoşîna şoreşê dayikek aha agît, tekoşer bi dest xistîye ji bo wê çiqas ser bilind bibe, hindik e. Em wek TKP/ML, çiqas ji bona dayika xwe ya Guzel ser bilind bin, hindik e. Ji bona em şayanê dayikên xwe bibin, ji bona em tekoşîna xwe bi şoreşê serfiraz bikin, ji bona ku em bi Desthşlatîya Gel a Demokratîk derkevin pêşya wan; em sondvedixwin û li pêşya tekoşîna wan bi rêz ba kûz dibin.

Serdar Can bêmir e!

Rêheval Guzel Şahîn bêmir e!

Şehîdên me di axê da tovin, çendemenî ya me yê bibe şoreş!

Komîteya TKP/MLê A Birêxistinbûnê