Hejmara Danasîn: 2024/5
Bijî Kongreya me ya 2.!
ŞOREŞA RÊXİSTİN BİKİN, PÊŞEROJÊ Bİ DEST BİXİN!
Partiya me TKP-ML di havîna 2024’an de Kongreya xwe ya duyemin bi serkeftî li dar xist. Kongreya me ya 2. di pevajoya ku di nava şert û mercên giran ên aborî de, ku gelê me tê de neçar mabû tê de bijî, dewleta Tirk êrîşên xwe yên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên li dijî maf û azadiyên bingehîn ên gelê me yên ji neteweyên Tirk û Kurd, ji netewe û baweriyên cuda benavber didomîne û êrîşên xwe yên faşîst ên li hemberi tevgera şoreşger û komunîst zêde dike de wek bi berhemen iradeya Parti pêk hat.
Kongreya me ya 2. di şert û mercên ku nîşaneyên Şerê Parvekirinê yê Sêyemîn ê Emperyalîst di qada navneteweyî de her ku diçû eşkere dibû û şerên herêmî bi hemû tundiyên xwe yên li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Ewrûpayê berdewam dikirin de hat lidarxistin, di serî de xebatên Partiya me yên piştî kongreya 1. nirxand. Di têkoşîna çînan de ji kêmasî û xeletiyên xwe ders girt û ji bo serketinên dema pêş de, wek bingeh bikar anî. Her wiha bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina Partiyê di nava gel û têkoşîna girseyî de. Di têkoşîna Şoreşa Gel a Demokratîk de sepandina xeta Partiya me ya “nêzîkî lê pêşde” piştsrast kir.
Kongreya me ya 2. her wiha avahiya aborî û civakî ya Tirkiyeyê ku di dîroka têkoşîna Partiya me ya zêdeyî nîv sed salî de mijareke girîng a nîqaşê ye, analîz kir û gihişt hin encaman. Kongreya duyemin Partiya me diyar kir ku, pêkhatina civakî ya Tirkiyeyê di avahiyeke aborî û civakî de ye ku kapîtalîsta komprador û bermahiyên feodal lê serdest in û li gorî vê jî cewher û rêya şoreşa Tirkiyeyê hatiye guhertin.
Bername û rêziknameya Partiya me li gorî taybetmendiyên xweser ên Şoreşa Gel a Demokratîk nû kir. Wî destnîşan kir ku di navbera nakokiyên sereke yên îro de nakokiya bingehi, nakokiya di navbera emperyalîzm, kapîtalîzma komprador, bermayiyên feodal û girseyên gel ên berfireh de ye; nakokiya sereke ya di pêvajoya Şoreşa Gel a Demokratîk de, nakokiya di navbera kapîtalîzma komprador, bermahiyên feodal û girseyên gel ên berfireh de ye.
Kongreya me ya 2.; Li ser vê rastiya şenber qebûl kir ku şoreşa Tirkiyeyê di qonaxa Şoreşa Gel a Demokratîk de ye û ev şoreş tenê bi têkoşîna çekdarî pêkan e. Û destnîşan kir ku şoreşa Tirkiyeyê wê ne li gorî şoreşên serkeftî yên proleteryaya navneteweyî û gelên bindest ên cîhanê tevbigere û taybetmendiya wê heye.
Ev xet ku di Konferansa 7. a Partiya me (2002) de biryar hat dayîn û di Konferansa 8. (2007) de hat nîqaşkirin û hatiye avakirin, “Şoreşa me wê taybetmendiya xwe hebe. Şerê gel ê li Tirkiyeyê û şerê gerîla wê nebe mîna mînakên berê yên. Tirkiye ji ber herêma ku lê ye xwedî taybetmendî û cudahiyên xwe ye”, ev xet bi vîna Partiyê derket pêş û rewşa heyî rast analîz kir.
Ev xet; Di têkoşîna Şoreşa Gel a Demokratîk de xebata li nava bajaran û çîna karkeran esas e; ku xebata li gundan û di nav gundiyên feqîr de bûye tali; ku têkoşîna şoreşgerî wê li ser esasê têkoşîna çekdarî ji serî heta dawî bilind bibe; Diyar kir ku têkoşîna gerîla ya bi armanca serhildana gel a çekdarî lê li ser bingeha “komên biçûk, cesareta mezin” ji destpêkê heta dawiya şoreşê pêkan e.
Kongreya me ya 2.; Têkoşîna neteweya Kurd û neteweyên din ên kêmneteweyan li dijî netewperestî, nijadperestî û şovenîzmê tekoşina van hembêz dike. Têkoşîna netewe û baweriyên din ên bindest, bi taybetî jî netewa Kurd, li dijî her cure zilm û zordariya faşîst, komkujî, qedexe û zextên netewî û olî yên çînên desthilatdar ên Tirk, weke parçeyekî têkoşîna xwe dibîne.
Kongreya me ya 2.; Di pêvajoyeke ku tundî û qetlîamên li ser jinê zêde dibin de, têkoşîna jinê ya li dijî baviksalarî, bermahiyên feodal, kapîtalîzm, emperyalîzm û faşîzmê bi hev re girêdayî ye, lewma têkoşîna wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî baviksalarî parçeyek ji Şoreşa Gel a Demokratîk e û di birêxistinkirina girseyên jinan de weke biryardar qebul kir.
Kongreya me ya 2.; Dubare nêrîna xwe anî ziman ku Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan di têkoşîna Şoreşa Gel a Demokratîk de çeperên têkoşînê yên gelekî girîng in.
Kongreya me ya 2.; Di seri de bîranîn û mîrateya rêhevalên me yên nemir, têkoşîna rêhevalên me yên girti yên di bin şert û mercên giran ên tecrîd û îşkenceyê de li ber xwe didin û dilsoziya xwe ya bi Partiya me û şoreşê re bi awayekî mezin nîşan didin, bi serbilindîyeki komunîstan silav dike.
Kongreya me ya 2.; li alîgir û milîtanên me û malbatên şehîd û girtiyan ên ku di têkoşîna me ya Şoreşa Gel a Demokratîk de ku zêdetirî nîv sedsalê dom kiriye, can û keda xwe feda kirine silav dike.
Partiya me TKP-ML , gelê me ji mêtingeriya emperyalîst û komprador a kapîtalîst û zilma faşîst rizgar bike; ji bo pêşengiya têkoşîna serxwebûn, azadî û demokrasiya gelan dike û vê têkoşînê bi şoreşa demokratîk biqedîne de îdîa û biryardariya xwe didomîne.
Kongreya me ya 2. pîroz be!
Bijî Partiya me TKP-ML, bi pêşengiya wi TİKKO, KKB, TMLGB!
Bijî Şoreşa Gel a Demokratîk!
Bijî Enternasyonalîzma Proleterya!
Bijî Marksîzm Lenînîzm Maoîzm!
Komîteya Navendî ya TKP-ML
Mijdar 2024