Tabûr ra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen hate damezirandin!

Tabûr ra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen hate damezirandin!

Tabûr ra  Ş. Nûbar Ozanyan a Ermen, xwe parastina gewheri ya gelê ku hatiye qirkirin e.

Em damezrandina Tabûr ra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen;  ku hêza xwe parastina gewherî ya zarokên qirkirinê ye di salvegera Qirkirina Ermenan sala 104emîn de bi serbilindî radigihînin. Em wek zarokên gelê Ermen ku di dema qirkirinê de hatine qetilkirin û sirgûnkiri; bi armanca geşkirina Şoreşa Rojava û di serî de li hemberî DAÎŞ’ê û êrîşên faşîst yên dewleta Tirk bi armanca parastina Rojavayê îro li hev kom bûn. Bi esas girtina fikrê, ‘heger artêşa gelekî tune be tiştekî wî gelî tune ye’, bûn perçeyek ji hêza parastina gelê Ermen û gelên Rojava.

Em vê 24’ê Avrêlê ne tenê wek bîranîna salvegera Qirkirinê dibînin, di her demê de em dixwazin ev roj bibe roja gav avêtina serhildan û berxwedanê ya li hemberî nûnerê îroyîn, yên Îttîhat û Terakkî ya ku ev qirkirin pêk anin e.

Gelê Ermên êdî wê bitênê pûşîl neke, wê gelê ku hatiye qirkirin bibîr neke, em dixwazin di her demê de hêviyên wana li ser vê axê belav bikin û emê ji bona van hêviya şer bikin. Qirkirina ku 104 sal berê hatiye kirin îroj jî bi rengên cuda didom e. Me wek barkêşên vê baweriyê, li hemberî hemî zext, zilm, qetliyam û asîmilasyonên ku tên kirin hêza xwe ya gewherî damezirand.

Tabûr ra Ş.Nûbar Ozanyan a Ermenan; ji bo birînên gelê ku hatiye qirkirin, derman bike, hesabên qirkirinê bipirse û ji bo gelê ku dîrok û zimanê xwe nizane ango bi darê zorê bi wan dane jibîrkirin bi rastiya xwe bihesine hate damezirandin. Divê damezirandina tabûra me, wek berjenge ku fikr û tekoşîna rêheval îbrahîm Kaypakkaya were dîtin ku di demekê kesî behsa qirkirinê nedikir, mijara qirkirinê nedanî ziman, ewî çirûskê vêxist ù îro jî dijî ye. Damezirandina tabûra me; di her demê de gava pêkanîna xeyalên Fermandar Nûbar Ozanyan û şehîdên ku şerê li hemberî  dijminê cîhanê emperyalîstan û hêzê ku vana mezin kir, DAÎSê ye. Damezirandina tabûra me; ji bo gelê hêzê Ermen yê li Rojava, bêrêxistin, birêxistin bike û parastina Şoreşa Rojava û gelê Ermen ra gavek e.

Gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur; di nav Şoreşa Rojava de rêxistina xwe ya gewherî ava kirin e. Di vê rewşê da bêrêxistina gelê Ermen kêmasî û pêwîstiyek mezin bû. Tabûr ra Ş.Nûbar Ozanyan; bi vê pêwistiya ku xwe bi giranî daye hestpê kirin û wê ne bi tenê bi awayekî leşkerî di her demê de wê li ser esasên bîrdozi, çandî, civakî û fêrbîna zimanê zikmakî bi rêxistin bike. Û ji bo qirkirin neyên jîyandin; emê rêxistina xwe mezin bikin û şoreşa xwe bilind bikin.

Tabûr ra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen