TKP-ML MK-SB: VÎRUSA RASTÎ PERGALA EMPERYALÎST KAPÎTALÎST E! Roja me ya Yekîtiyê, Piştgiriyê û Têkoşînê ya 1 Gulanê Pîroz Be!

Jimara Daxûyanê:2020/4

VÎRUSA RASTÎ PERGALA EMPERYALÎST KAPÎTALÎST E!

Roja me ya Yekîtiyê, Piştgiriyê û Têkoşînê ya 1 Gulanê Pîroz Be!

Em dîsa pêşwazî li roja çînên navneteweyî ya yekîtiyê, piştgiriyê û berxwedanê, roja 1 Gulanê ya nû dikin. 1 Gulana sala 2020’an; di binê siya serhildanên ku di mehên dawî ên sala 2019’an de li her derê dinyayê hatiye dijîn û van mehên dawî de di ber  nexweşiya şewbê Covîd-19 ku li dinyayê gişt gef dixwe de tê pêkanîn. Pergala emleryalîst-kapîtalîst wekî îroj ji proletaryaya dinyayê û gelê dinyayê re xêncî birçîbûnê, xizantiyê, bêkarbûnê, şer û koçbertiyê tu tiştek nade. Niha nexweşiya şewbê jî tev li van pirsgirêkan bûye.

Ev mercên ku pergala emperyalîst-kapîtalîst li çînê karker û tev karkeran dide dijîn; li piştî nîvsala 2019’an, di cihane de nêzî 40 welatan da bû sedema serhildanan, xwenîşandanan û çalakiyên girseyan.

Ji ber hêrsa pergalê zêdetir karkirin û kedxwarinê encamek dinê ku derketiye nav holê jî nexweşiya şewbê ye. Îroj ev vîrusa Covîd-19 li gişt dinyayê belav bûye û hatiye ser rewşek ku li mîrovahiyê gef  dixwe û rastiya civaka biçînê ku em tê de dijîn carek din jî derxistiye nav holê. Sedema çêbûn û belavbûna nexweşiyê ya herî bingeh; ji ber hêrsa pergalê ku zêdetir karkirin, kedxwarin, dagirî û talan e. Kapîtalîzm roj bi roj bêtir dest dide ser sirûştê, ji ber vê yekê rêya pirsgirêkên ekolojîk û veguherandina avhewayê… vedibe. Ev rastî bi xwe ra ji gelên dinyayê re bêhtir bobelatên “sirûşt”, qirêjiya hewa û hawirê, mirin û şewbên vîrusa, birçîtî, xizantî û bêavtiyê tîne.

Bûrjûvajî di nav demê de ji xwe ra “dinyayek wek dixwaza xwe afirand” û ji ber vê rewşê mîrovahiyê li pêşwazî nexweşiyên şewbê û gefên nû hîşt. Bi sedema vîrusa Covîd-19 ve di dinyayê de bimilyonan kes nexweşin û bi sed hezaran kes jî jiyana xwe ji dest daye. Di vê de sedemek bingeh jî pergala emperyalîst-kapîtalîst sektora tenduristiyê ji xwe re veguherandiye cîhê karkirinê û tenduristiyê bi vê armancê dibîne. Di serî de xebatên parza, ev sektor gişt bi angorê pêwîstiyên kapîtalîzmê hatine birêxistkirin. Kara şirketan û pawanan di pêşiya hertiştî de tê girtin. Ev rewş mirinê bêhtir zêde dike. Şewba nexweşiyê sedem nîne encam e. Gefa li ser mîrovahiyê ya rastî pergala emperyalîst-kapîtalîst e.

Ji bo jiyandinê xêncî li dijî pergala emperyalîst-kapîtalîst têkoşînkirin û afirandina dinyayek bêçînî, bêtixûb û bêkedxwarin bijêra me tune. Li ser vê rastiyê hewce ku 1 Gulana sala 2020’an di nav çînê karker de bibe sedema navneteweyiya yekîtiyê, têkoşînê û piştgiriyê.

1 Gulan; Roja banga daxwaza me û hêzdarkirina piştgiriya me ye!

 Kovara Dewleta Tirk, li hemberî şewbê dijmintiya xwe ya li ser çînê karker û gel carek din jî ravê kiriye. Dewleta faşist, bi daxûyanê li ser navê bestekên pêşgiriyê ve ji çînên serwer re dibe “mertal” û li ser vê yekê ji çînê karker û gel re jî bi şandina qolonya û IBAN (hesabê bankê) a xwe ve  ketiye rewşek nemerdî. Her gav û polîtîkayên wan bi armanca parastina berjewendiyê çînê karker û gel nîne, ji bo parastina berjewendiyên çîna wan bixwe ye.

Ew ên ku di serayan da dijîn di aliyek de banga “malê de bimînin” dikin, di aliyek din de jî bi  gotinên “hewce ku çerx vegerin” ve çînê karker û kedkaran dişînin mirinê. Bi qanûna ku derxiştin ve jî ji çînê karker re betalane bêpere didin spartinê û greva qedexe dikin.

Çînên Tirk ên serwer bi gotina “em ê şewbê veguherinin keysê” ve alîkarî û piştgiriya nava gel asteng kiriye, qampanyayên şaredariyan qedexe kiriye, di bajarên Kurdan de qeyûma vebûhandiye û êrîşên girtinê daye domandinê. Di qanûna bicihanînê de bi guhertinan ve kujeran, tecawîzkaran, îstîsmarkarên zarokan, endamên mafyayan berdaye û girtiyên şoreşger, dijberan di hepsan de li ber mirinê hîştî ye.

Li dijî ev polîtîkayên dijminê gel ên faşîzmê hewce ku çînê karker û gelê kedkar daxwazên xwe di 1 Gulanê de carek din jî bîne ziman. Hewce ku xêncî sektorên pêwist (ji bo van sektoran jî mercên xebatê hewce werin başkirin, mercên tenduristî û hîjyenê werin pêkanîn û seatên kar werin sazkirin) hilberîn werin sekinandin û tenduristiya çînê karker û gel were pêşkî kirin. Hewce ji kar derxistin were qedexekirin û ji gişt karkeran re betlanê bipere were danîn. Li dijî ew ên ku mirinê di karistana, kargeh û zeviya de bi gotina kurtasî ew ên ku di her derê jiyanê de mirinê ji me ra rewa dibînin re; xêncî xwe rapêçandina hişê me yê çînê, tev li têkoşînê bûn û bi rênmayî rast ve têkoşînê mezinkirin, rê ya me tune.

Hewce roja 1 Gulan ji çînê karker û gelên dinyayê bindest re bibe roja mazinkirina yekîtiyê.!

Hewce roja 1 Gunalê ji çînê karker û gelên dinyayê bindest re bibe roja zêdebûna piştgiriyê.

Hewce roja 1 Gulane ji çinê karker û gelên dinyayê bindest re bibe roja têkoşîna li dijî emperyalîzmê, kapîtalîzmê, feodalîzmê, faşîzmê, patrîarkaê û her paşverûyên curdar!

Bijî Enternasyonalîzma Proletaryayê!

Bijî partiya me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, Rêxistina jina KKB, Rêxistina ciwana TMLGB

 

TKP-ML MK-SB

Avrêl 2020

Türkçe: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-gercek-virus-emperyalist-kapitalist-sistemdir-birlik-dayanisma-ve-mucadele-gunumuz-1-mayis-kutlu-olsun/

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-central-committee-politburo-the-real-virus-is-the-imperialist-capitalist-system-glory-to-may-1st-workers-day-of-international-unity-and-solidarity/