EM Ê PERGALA MÊTINKAR A BAVIKSALARÎ HILWEŞININ!

EM Ê PERGALA MÊTINKAR A BAVIKSALARÎ HILWEŞININ!

BIJÎ YEKÎTIYA A JINÊN KOMÛNÎST!

Partiya me TKP-ML di kongreya 1. e ku ya sala 2019’an de pêk anî bû, bi avêtina gavêke dîrokî ve bîryara damezrandina Yekîtiya Jinên Komûnîst(KKB) da bû.  Jin û LGBTi+yan ya Komûnîst bi şopandina vê gavê dîrokî û talîmata Partiya me ve Kongreya xwe ya Damezrîner pêk ani ye.

Partiya me ji damezrandina xwe û Konferansa 1. ya sala 1978 heya roja me ya îro rixme ku nirx daye têkoşîna jin û gelek hevrêyên me jin di deryaye berfireh a têkoşînê çînan de birêxistin kiriye jî, vê rewşê jinên ku armanca pergala bavîksalarî bûn bingeha stûnên pergala mêtinkar, ji bo rêxistin û tevlî bûna wan ji refên Parti re birêxistinbûneke istikrar re biencam nebûye.

Hevrê Lenin dibêje; ‘Helwesta li hembere şaştiyên xwe ya Partiyeke sîyasî, yek ji pîvana herî girîng û rast ên cidiyete partiyeke û bi cih anîna erkên xwe yên li hembere çînên û girseyên kedkar e.’

Di vê xalê de di Konferansa 8. TKP-ML a sala 2007’an de ve di çerçoveya rojevê de bi sernavê ‘Xebata Jinan’ de ji bo pratîka heya îro helwesteke rexnedayiner pêş xistiye û Partiya me wekî ku gotina Lenin gav avêtina sereke ya ‘li hembere girseyên kedkar û jin bi rastî cih anîna erkên xwe ye.’

Wek berdewamiya vê gavê di kongreya xwe 1. a sala 2019’an de ji damezrandina xwe û şûn ve ji xeynî demên sînordar ji bo têkoşîn û rêxisinbûne jinê ku dûrket bîryarên xurt girt, vê bîryarên jî bi somutkirina damezrandina Yekîtiya Jinên Komûnîst(KKB) e ku li xwedî avahiyeke xweser re ji bo pêşerojê agahiyê girîng dayi ye.

Bîryar girtina damezrandina KKB(Yekîtiya Jinên Komûnîst) di Kongreya 1. de ji aliye rêxistinbûn û têkoşîna jin de bûye pêngaveke nîtel, wateya dirûşma ‘Bê jin Şoreş nabe, Şoreş çênebe jin rizgar nabe.’ xurtir kir û deriyekî nû ya di têkoşîna Desthildariya Gel ya Demoqratîk de vekir.

Piştî vê bîryarê bi xebateke ji aliya jinên Partî ve  da ku pêk anîna avahiya rêxistinî ya KKB(Yekîtiya Jinên Komûnîst) gavên dilnizm hatin avêtin. Em dikarin bêjin ku piştî Kongreya 1. zêdebûna xebata Partî, geşedanên nû yên rojeva welatê ku her roj bi pêşxistinên nû ve her çi qas jî li xwedi ezmûneke ber bi çav jî be, ji ber be tecruba bûn, afirandina rêxistinbûneke xweser ya bi temeamî xwediya mekanizmayên xwe ve ev pêvajo giran pêş ket. Lê belê rêxistina me bi Kongereya xwe ya Damezrandine re hem qada birdozî-polîtîk de hem jî di wateya rêxistinî de gavên xwe behtir xurt û saxlem vê bavêjê.

Yekîtiya Jinên Komûnîst(KKB) wek rojêve esas Kongreya Damezirîner rêzikname û bernameya KKB(Yekîtiya Jinên Komûnîst) girtiye dest, ji bo zelal kirina avahiya rêxistinî gav avêti ye. Wekî ku tê zanîn, tu tevgereke sîyasî ku ne xwediye xeteke hevpar a birdozî-polîtîk û rexistinî  be, bi vê xetê ve ger ku bi yekîtiya vînê re ji çalakiyên xwe re meyl nede nikare gaveke jî pêş de biçê. YJK’ê bi vê rastiyê ve tevdigere wek sereke pêşnûmeya xwe ya bername bi qase ku dikaribûn bi jinên Partî ve niqaş kiri ye, ava kiriye, pêşkeşî Partî kiriye.

KKB(Yekîtiya Jinên Komûnîst), parçeyek bi îdîa ya mîratê û pêvajoye dîrokî ya têkoşîne şoreşe ye û lê belê, ne rêwiye destpêke ê vê rîya bi rûmet e. Ev rêyeke bi dijwarê ku di Konferansa 1. ya Partî de bîryar hati bû girtin,  ji Yekîtiya Jinên Marksîst Lenînîst ya Tirkiye heya KKB(Yekîtiya Jinên Komûnîst) ye. Ji Meral Yakar heya Barbara Anna Kistler, ji Ayfer Celep heya Sefagul Kesgîn, ji Yildiz Çiçek heya Nurşen Aslan, ji Nilufer Atav heya Leyla Karakoç, ji Nergis Gulmez heya Çigdem Yilmaz e ji Suzan, Dayika Guzel, Naciye, Zuleyha, Esrin, Gamze, Hateyi ye re……

Rêwitiye bi rûmete ku digehêje bi dehan hevrêyên me yên jin ên nemir re û em, vê rê di rêbertiya TKP-ML de bi rêxistinbûna di nav KKB(Yekîtiya Jinên Komûnîst) de bigehêjinin serkeftinê!

Di her gavê ku em bavêjin, xelekek zincira dîlê ku em bişkînin, her pêngavên me ku birêxistinbûna ji bo azadiya jinê, her mişta me ku li ser mejiye dijmin dixin de navên jinê bi sedan hezaran hebe!

Jinên ku yek bi yek zincirên xwe hilweşandin û birêxistinbûn û rêberbûn, çavkaniya me ya eyanê ye. Bi şopandina rêçên lingê wan  em ê alên xwe behtir bilind bikin, çekên xwe li ser hedefe bixin û dirûşmên xwe behtir dengeke bilind biqîrin.

Ji bo ku şer pêş ve bibin, ji birdoziya me komûnîst, gelên me bindest, Partiya me TKP-ML re baweriya me heye.

Bijî Partiya me TKP-ML, Bijî Yekîtiya Jinên Komûnîst(KKB)!

Kongreya me Bangwaziya Rêxistinbûn, Rêberbûn û Bilindkirina Şer ê!

TKP-ML KKB (Yekîtiya Jinên Komûnîst)

Gulan 2023

Turkısh: https://www.tkpml.com/komunist-kadinlar-birligi-kurulus-kongresini-gerceklestirdi/?swcfpc=1

Arabic: https://www.tkpml.com/نظم-الاتحاد-النسائي-الشيوعي-مؤتمره-ال/?swcfpc=1