Komîteya Partîya Rojhilata Navîn ya TKP-ML: 50. Saliya Partîya me Pîroz Be!

50. Saliya Partîya me Pîroz Be!

Jî malbatên şehîdên me re

Pêşengiya şoreşê ji çîna me ya karker re

Ji gerîlayên azadiyê re ku li dijî faşîzmê destanên mezin afirandin û ji netewa Kurd re

Ji gelên Ermenî, Asûrî, Sûryanî û Keldanî re ku rixme qirkirinê têdikoşin ku bijîn.

Ji gelê me re ku baweriya wan hatiye qedexe kirin û girtin.

Ji hemû girtiyên siyasî yên li zindanan re ku berxwe didin

Ji hemû jinên re ku li dijî baviksalariyê têdikoşin û şer dikin.

Ji cîwanên gel re, ku çirûskên agirê şoreşgerî yên li dijî emperyalîzm û faşîzmê ne.

Ji mîlîtanên re ku di refên Partîya me de têdikoşin

Em ji bi kedên mezin re yên ku Parîya me bi hêz kirine re ban dikin: 50. saliya Partîya me pîroz be. Em 50 saliya partiya xwe TKP-ML ku, hêvîya hemû bindestan li Tirkiye ye û nav û temînata şoreşêye bi coşeke mezin pîroz dikin. HEya ku Partîya me hebe, baweriya me xurtire ku tekoşîna rizgariya mirovahiyê wê bi ser bikeve.

Partîya me di sala xwe ya 50. de ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn jî dibe hêvî. Tovê ku Îbrahîm Kaypakkaya û rêhevalên wî 50 sal berê çandibûn , îro, ji sînoran wêdetir şîn dibe. Partîya me partîya pola ya proleteryaya navnetewî dimîne.

Rêhevalno,

Ji her qada erdnîgariya me qada şer e. Emperyalîstan ji bo berjewendiya xwe erdnigarîya me talan dikin; gelê me qetil dikin Yekane berjewendiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn ên ji neteweyên cuda, tekoşîna hevpar e. Têkoşîna hevpar a gelan a li dijî emperyalîzmê tenê rizgariya me ye. TKP-ML yekane hêza pêşeng e ku dê vê misoger bike. Dîroka partîya me ya 50 salî şahidiya vê yekê  dike. Rixme hemû derbeyan jî heta îro agirê şoreşê hilgirtiye. Niha demê wê ye ku em vê yekê  pêşve bibin.

Em îro, dibin şahidê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd û gerîla. Her wiha êrîşênxwe yên li ser Rojava û Şengalê zêde kirin. Lê, dewleta faşîst bi berxwedana mezin a gerîla têk çû. Tevî îxaneta Barzanî û malbata wî jî gerîla bi ser dikeve. Ev berxwedan di heman demê de şerê rewayê gelên bindest e. Em berxwedana gerîla silav dikin.

Îro roja hemû gelên bindest, karker, kedkar, jin û gûndî ye ku di refên partîya me TKP-ML de xwe birêxistin bikin. Divê destkeftiyên gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, Sûryanî û Tirkmen ên di şoreşa Rojava de li hemû erdnîgariyê belav bibin. Ji ber vê yekê hilweşandina dewleta Tirk a ku erdnîgariya me dagir kiriye girîng e. Bi hilweşandina faşîzmê û li şûna wê avakirina Şoreşa Demokratîk a Gelan wê gelên Rojhilata Navîn aştiya mezin bi dest bixin.

Em ê serbikevin!

Gelên Rojhîlata Navîn wê biserkevin!

Çînên Karker wê serbikeve!

Emperyalîzm, Faşîzm, Baviksalarî û her cûre paşverû bêguman wê bî dawî bibe!

Şoreşa jin wê serbikeve!

Bijî Partîya me TKP-ML!

Bijî Artêşa me Gel TÎKKO!

Bijî Rêxistinê Cîwanan TMLGB!

Bijî Yekîtîya Jinên Komûnîst KKB!

 

Komîteya Partîya Rojhilata Navîn ya TKP-ML