Komîteya Partiya RojhilatNavîn ya TKP-ML: “Emê Dîyar Xerîb di têkoşîna xwe da bidin jiyandin!”

Emê Dîyar Xerîb di têkoşîna xwe da bidin jiyandin!

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerib û bi du rêhevalên xwe Devran û Şahîn ra di êrişen dewleta Tirka a faşist da şehîd ketin. Li Kurdistana Iraqê dewleta Tirk bi armancek dagirî operasyona bi balfirêk û topa êrîşe dagirî çê dike.

Berê peşyê Dîyar Xerîb, Devran û heval Şahîn bi rêzî yad dikin. Serxweşî didin gelên Kurdistan û hemû hevalên PKKlî yan.

Heval Helmet di nav têkoşîna şoreşê da 25 sal bi fedakarî û dilsozî; axa ku tê da hati bû cîhanê û mezin bibû (Kurdistana Başûr) li dijî operasyonên dewleta Tirk yên dagirî bi hewlek û kedek mezin parêzî kir.  Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û hewkarên wî yên binkî va ji bona Dîyar Xerîb bi taybet hatî çêkirin. Bi vê komkujî va dixwazin peyxamek bitaybet bidin gelên Kurd, Kurdistana Iraqê û PKKê.

Lêbelê ev peyxama ku dijmin dixwaze bide me, ji vê peyxamê ra wekî her demî bersiv a gel û şoreşgeran; têkoşînê mezin kirin e.

Rêhevalên Şehid Helmet, gelên Kurdistana Başûrê wekî wî bi taybetî li dijî operasyona bisekin e. Û li hewla wî xwedî derkevin. Êrîşên dewleta Tirkê vala werin derxistin.

Êrîşên desthilata AKP a faşîst ku ji bona qels kirina me û her şehîdên me; hêrsa me mezin dike û ji bona pêkanîna îdealên şehîdên me hemdê me zêde dike.

Şehîd Helmet Nemir e!

Şehîdên Şoreş û Komunîzmê Nemirin!

Her bijî mafê veqetina bi azad a netewê Kurd!

Bimre Faşîzm. Her Bijî Şerê Gel!

Komîteya Partiya RojhilatNavîn ya TKP-ML

9 Tîrmeh 2019

Türkçe: https://www.tkpml.com/diyar-xeribi-mucadelemizde-yasatacagiz/