Partiya Komunîst a Tirkiye – Marksîst Lenînîst Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî: KAWAYÊN Hesinkar Dê Serbikevin, DEHAQÊN Zalim Dê Têk Biçin!

Hejmara daxuyanê: 2022/3

 

Li Dijî Êrîşên Dagirker yên Emperyalîst, û Her Cure Zextên Li Ser Netewe, Zayendî û Çînî

KAWAYÊN Hesinkar Dê Serbikevin, DEHAQÊN Zalim Dê Têk Biçin!

Em Newrozê di nav helwestek ku şerên neheq, dagirkeriyên emperyalîst, êrîşên îlhaqê yên paşverû û li çîna karker û gelên bindest li çar aliyê cîhanê xirabiyek giran dide domandinê de pêşwaz dikin!

Em Newrozê di nav rewşek ku şert û mercên kar û jiyanê ji hêla çend çînên serdest ji bo çîna kedkaran tê pejirandin, ku tê de bêhejmar karker di bin navê qezayên kar de hatin kuştin, û bi milyonan karker mehkûmî birçîbûn û xizaniyê bûn de pêşwa dikin!

Di nav şert û mercên ku bi hezaran jin û LGBTÎ+ di bin êrîşên baviksalarî û pergala desthilat a mêran de tên qetilkirin, û rastî tundiya nefretê û hedefgirtinê tên de em Newrozê pêşwaz dikin!

Em Newrozê di nav şert û mercên ku pergala kapîtalîst emperyalîst li ser navê qezenckirina zêdetir xwezayê wêran dike, dibe sedema felaketên hawirdorê, ji ber vê yekê “guhertina avhewayê” çêdibe, pandemiyên wekî Covid-19 rû didin û kapîtalîzm gerstêrkê ber bi tunebûnê ve dikişîne de pêşwaz dikin!

Em Newrozê di bin rewşa zext û serweriya oliyên serdest ku li ser olî û baweriyên bindest dikin de pêşwaz dikin!

Em Newroza xwe di bin dagirkeriya emperyalîzma Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û êrîşên dagirkerî û îlhakê yên faşîzma Komara Tirkiyeyê a li ser Kurdistana Iraqê û bi taybet li ser Rojava didome de pêşwaz dikin.

Newroz, roja serhildana gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd a li dijî zilma zaliman, careke din dibe navê serhildanê!

Serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim, ku bi hezaran sal berê qewimî, niha wek ala di destê hemû gelên bindest û xizan ku di bin neheqî û zilmê de dijîn, bilind dibe. Newroz weke serhildana Hesinkar Kawa ya li dijî Dehaqên zalim mezin dibe. Rewakirina şerên mafdar dibe çekek di destê gelên bindest ên ku li dijî zilma netewî serî hildidin. Serhildana hesinkar Kawayê li dijî Dehakê zalim, êdî weke destana şerên mafdar ên çîna karker û gelên bindest mezin dibe li dijî kapîtalîzma emperyalîst, çînên serdest, yên ku zilma netewî dikin, yên ku her cure şer, dagirkerî û îlhaqê li ser gelên bindest ferz dikin.

Agirê ku Hesinkar Kawa beriya hezar salan pêxistiye, niha hîn zêdetir gurr dibe di destên mîlyonan de.

Îsal bi şerê ku bi êrîşa emperyalîstên DYA-YE’yê ya ji bo dorpêçkirina emperyalîstên Rûs bi rêya NATO’yê di ser Ûkraynayê re derbas dibe û Rûsya jî bi dagirkirina Ukraynayê bersivê dide vê dorpêçê, em dikevin Newrozê. Kapîtalîstên emperyalîst bi şerên neheqî ve careke din mirovahiyê bi êş, wêranî, koçberî û mirinê re rû bi rû hîştin. Bandora domandina şer wê ji bo hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî gelê Ukraynayê encamên giran derxe holê. Gelên bindest ên cîhanê wê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimînin, û di serî de jî birçîbûn û xela. Di nav van şert û mercan de em bi geşkirina şerên mafdar ên çîna karker û gelên bindest li dijî her cure dagirkerî û şerê emperyalîst, û bilindkirina ala serhildanê ya Newrozê re rû bi rû ne.

Li herêma Donbassê ya li başûrrojhilatê Ûkraynayê ku emperyalîstên rûs wek hincetek ji dagirkeriyê re propagandaya wê dikin, û li wir pirranî gelê Rûsî dijîn divê mafê Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luhanskê ku bi azadî veqetin, bi rêzdarî were pêşwaz kirin. Divê hemû gelên cîhanê bê şert û merc mafê ji hev cihêbûna van gelan û hemû gelên bindest biparêzin, lê belê divê bi polîtîkayên berfirehkirina emperyalîzma Rûs neyê piştguhkirin û li hemberî hemû hewldan û êrîşên dagirkerî û îlhaqê ên emperyalîstên Rûs bê parastin.

Divê gelên cîhanê, hemû çîn û neteweyên bindest li dijî êrîşa emperyalîzma Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê derkevin, êrîşên îlhaqê jî bên redkirin û şermezarkirin, her wiha weke vê yekê divê li dijî êrîşên faşîzma Komara Tirkiyeyê ên dagirkerî û îlhaqê yên li ser herêmên din ên Sûriyeyê bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistana Iraqê û Qerebaxê derkevin, red û şermezar bikin. Divê li dijî her cure êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên emperyalîst û êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên faşîzma Komara Tirkiyeyê ên li dijî gelên herêmê bi taybetî jî li dijî gelê Kurd têbikoşin.

Em her cure dijberiya şerê li ser navê aştiyê red dikin. Em dizanin ku heta emperyalîzm hebe, wê her cure şerên neheq û paşverû rû bidin, û ji holê rakirina şerên neheq yekane rêya şerên mafdar ên çîna karker û gelên bindest e.

Êdî dem hatiye ku em li dijî şerên kapîtalîstên emperyalîst bibin Hesinkar Kawa. Li dijî êrîşên dewletên paşverû yên herêmê bi taybetî jî Komara Tirkiyeyê ya li dijî çîna karker û gelên bindest, êdî dema Newrozê ye.

Newroz PÎroz Be!

Bimire Her Cûreyên Dagirkerî û Êrîşên Emperyalîst!

Em ê Faşîzmê Têk Bibin û Azadiyê Bi Dest Bixin!

Bijî Enternasyonalîzma Proleter!

Partiya Komunîst a Tirkiye – Marksîst Lenînîst  (TKP-ML)

Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî (MKSB)

Adar 2022

Englısh: https://www.tkpml.com/communist-party-of-turkey-ml-ccp-blacksmith-kawas-will-win-cruel-dehaks-will-lose/?swcfpc=1

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mksb-demirci-kawalar-kazanacak-zalim-dehaklar-kaybedecek/?swcfpc=1