TKP-ML KKB: Jinên ku di rêya têkoşînê de xwe bi wêrînê rapêçandine; ewên serayên we di serê we de hilweşînin!

Jinên ku di rêya têkoşînê de xwe bi wêrînê rapêçandine; ewên serayên we di serê we de hilweşînin!

8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bi taybetî di nav Proletera Enternasyonal (Navneteweyî) de bi afîrandina nirxên jinên kedkar ve cîhekî girîng girtî ye. Di sala 1857an de jinên New Yorkê ên karkerên raçandinê ji bo zêdekirina destheqén xwe û kêmkirina saetên xebatên xwe derbasê berxwedanê bibûn, lê dibe ku nefikirîbûn ku ev berxwedan di dîrokê de cîhekî girîng bigre. Di ew karxana ku tê de 129 karker, nîvê pir jin hatibûn girtin û laşên wan hatibûn şewitandin û ew agirê ku laşên wan şewitandibû bi sedsalane di destê jinan de nirxê nû tev lê dibe û mezinbû/mezin dibe. Îroj jî ev agirê di destên jinan de ji kedxwara, kujyarên jina, îşkencekara û dagirkera re dibe agirek tirsnak. Afirînerê 8ê Adarê berxwedana ev jinên New Yorkê bibe jî, em jin bi derketina milkê arizî ve li dijî têkçûna ku me hildabû re me tu demê de dest ji berxwedana û serhildana berneda; û ji wekî “cazû” şewitandina me heta wek mîrov dîtina me, ji laş, ked û nasnama me ya ku dihat bindestkirin û kedxwarkirin/îstîsmarkirin re em bêdeng neman. Li ser vê sedemê serhildan û berxwedan bi hezaran sale bûye meyana me.

Dengê me li Fransayê di sala 1789an de bû dengveda dengê defa keçek biçûk ku bibû sedema “Serhildana Nan”. Me got: “Ku nan tunebe, em ê jî serayên we di serê we de hilweşînin.” Em bûn dengê melodiya jinên Manhattan û Lyonê ku li dijî kapîtalîzmê dengê xwe bilind kiribûn û kevirek jî me da ser barîkata. Em bûn destên ew jinên cilşo ku di sala 1793an de êrîşê dikana kiribûn ji bo li angorî dixwaza wan xurik werin firotanê. Em bûn dengê lingên ew pêncî jinên ku di dîroka Osmanî de ji Feshanê heta Babîanê meşa greva Feshanê ya greva jina serbixwe û pêşîn birêxistin kiribûn. Em xurî “Keçên Niftikfiroş” in ku di sala 1888an de di mercên xebitandina deremîrovatiyê de li dijî dixwaza kardêr ve nivîsa li ser kaxizê “ji mercên xebatê kêfxweşin” îmza nekirin û derketin grevê. Em xwîna jin û zarokên ku di sala 1905an de meşiyabûn Seraya Zivistanî û bi agirkirina leşkeran ve hatibûn kuştin in…Em dengê pêşniyazname ya Clara Zetkîn in, ku di sala 1910an de di Konferansa Jinên Sosyalîst ya Enternasyonala 2emîn de ji bo 8ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê were ragihandin. Em piştî wê dîrokê de bûn û dibin deng, dil, daxwaz, qîrîn, serhildan, hêrs û berxwedanên jinên ku di her 8ê Adarê de derdikevin kuçeyan. Û ev bûyîna me ê bidomîne.

Helbet jî em di wê rewşê de nesekinîn… Me hişmendiya xwe ya çînê û jinê pêşvexist û li dijî pergalên kedxwar Patrîarkalê (Pederşahî) li her qadên de em jî hebûn! Çiqas perdek reş bikşînin li ser me û xwe li nedîtina me danînin jî em hene û li wir bûn. Me hêrsa xwe rapêçand û di Novamendê, Flormarê, TEKELê de berxwedan û pistgiriya jina birêxistin kir. Me di serhildana Geziyê de singê xwe ji bambeyan gazîn re kir sîper. Me bi greva li Swîsreyê, Îzlandayê, Emrîkayê, Arjantînê, Şîliyê, Polonyayê… jiyanê da sikinandin. Em, bi milyonan jin di her derê cîhanê de bi gotina ” Nî Ûna Menas” ve li dijî qirkirina jina bi hev re meşiyan. Li dijî xîzanîtiyê di Misirê de em derketin ser kursiyan û me bang li hezaran kir ji bo berxwedanê. Em bûn Rojava, li dijî çeteya hov DAÎŞê me şerkir û em bûn xewnereşk li ser wan. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, em axa xwe û laşên xwe diparêzin. Em, li Şîliyê bûn banga “Kujyarê min tu yî” û  bi notayên dansa Las Tesîs ve li her derê cîhanê belav bûn. Em di Meksîkayê de li dijî Dadgeha Bilind û rojnameya La Prensa bûn laşê Escamîllayê ku bi îşkence hatibû qetilkirin û wêneyên laşê wê hatibû weşandin û li ser vê sedemê em di nav ewên ku wesayîta La Prensayê şewitandin de bûn.

Li dijî reveberiya awarte a desthilatiya AKP-MHPê, me di sala 2016an de peyana derbeyê wekî lutif qebûlkir û em di nav ewên ku ji kuçeyan venegeriyan malê de bûn. Em, di nav ewên ku bi kenên xwe ve  li dijî êrîşên faşîzmê giştî berxwe didan de bûn.

Werhasil, me ew jiyana ku bi tirsê ji me re dihat qewitîkirin red kir! Û em çokê xwe naşikînin li malê rûnanên û em bi hemle derneketina kuçeyan, 3-5 zarok anîna dinyayê, li gorî wan jinek meqûl û bêken, xebatek bi saetên dirêj, heqek kêm û bêewlenek red dikin!

8ê Adarê, li New Yorkê di sala 1857an de li dijî kedxwartiya kapîtalîzmê, pêkutiyê û koletiyê ragihandina şer bû. Îroj jî em bi heqek kêm li her derê cîhanê tên xebitandinê û wekhevê kar heqên xwe hilnadin. Em îroj jî bi saetên dirêj ve di nav mercên xerab de dixebitin. Îroj jî di kargehan de dûçarê tacîztiyê, zayendîtiyê û mobîngê tên hîştinê. Îroj jî em di her cîhê “taybetî” cîhê “gelemperî” de dûçarê tundetiyan giştî tên hîştinê. Îroj jî, ji mafên me yên debariyê heta betalkirina planên Peymana Stenbolê mafên ku me qazançkiriye gişt tên çopandinê. Îroj jî di nav kuştariyê jinan de em, ji aliyên mêrê ku herî li nêzên me ne ve tên kuştin. Îroj jî zimanê me yê dayikê tê qedexe kirin û li ser laşên me şer bi rê ve tê birin. Îroj jî ew mêrên ku LGBTÎ+ên dikujin bi mehniyek halê baş ve tên berdanê û ev jî ji kuştariyên nefretê re vexwendname derdixe. Lê belê em îroj jî wekî jinên New Yorkê ên karkerên raçandinê bêdeng namînin, mafên xwe dixwazin, berxwe didin û şer dikin…

Hejandina pergala kedxwar a patrîarkal têra me nake! Hewce ku em hilweşînin!

Jin di welatê me û her derê cîhanê de li dijî her pêkutiya, komkujiya û kedxwariyê curedar di kuçeyan de dengê me dixin yek û cîhanê ji serweran re teng dikin. Pergala kedxwar a patrîarkalê dihejînin! Lê ev têra me nake! Hemin ku ev pergal keda me du-sê-çar qat dixwe, hewce ku em li ser vê sedemê hilweşînin, hilweşînin bila here! Li ser vê yekê hewce ku em hêrsa xwe bi wêrîna xwe ve rapêçînin û wek jiyanê di têkoşîna çînî de jî bibin hêzek bingeh. Em dikarin vê yekê bikin! Hewce ku em vê yekê bikin! Eynî ji Meral Yakar heta Barbarayê, ji Ayfer Celeb heta Sefagul, Nurşen, Gulîzar, Fatma û Deryayê; ji Munîre heta Hatayî, Esrîn û Gamzegulê; ji Nesîbê heta Dayika Taybet, Guzel Şahîn. Wekî bi hezaran jinên ku kiribûn! Eynî ji Arîn Mîrxan heta Aynûr û Cerenê; ji Dîlan ji Dîlek heta Yelîz, Şîrînê; ji Sakîneyê heta Berna… wekî bi hezaran jin kiribûn… Em wek şopînerên wan, em ê wana bi hezkirinek bêdawî hembéz bikin, wekî ku em têkoşînê dipêçînin. Bîranînê her yekê di her demê de ê di bîra me da be. Û em ê wekî wan şer hînbin û ji bo wan têkoşînê biserbixin.

Dixwaz û daxwazkirin ji me re têr nake! Em ê ji her kesî bêhtir bixebitin, ji her kesî bêhtir berxwe bidin. Em ê di her qadî de bibin şervan, têkoşer û pispor! Dema ku em di nav jiyan û şer de bûn hêzek madî, wê demê de em ê bizanibin me gava xwe ya yeke daye ser rizgariya xwe a cenetê! Em ê di her demê de serbilind bin, li pêşiya xwe binêrin û ji bo şoreşê em ê her astengiyê yek bi yek ji nav holê hilînin heta ku pergala wan di serê wan de hilweşînin!

Sala par di Kongreya Partiya me a 1emîn de bi ragihandina damezirandina Yekîtiya Jinên Komunîst ve me dest bi rêyek bêhtir bi hêz, bi wêrîn, şervan û têkoşer kir. Bila 8ê Adarê, vê salê dîsa bibe hatina me a dinyayê!

Ji bo ev peywira birûmet dem dema seferbûnê û ji bo vê misyonê bîcîh bînin ne, dem dema gavek pêşde derketinê ye. Di her cephên şer û berxwedanê de, di her platformên têkoşînê û di her cîhên jiyanê de dem dema zêdebûnê û li ser pergala kedxwar a patrîarkalê de çûyîn ne…

Bijî partiya me TKP-ML!

Bijî pêşenga jina ya komûnîst KKB!

Piştgirî çeka jina ye!

TKP-ML KKB

Adar 2020

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-komunist-kadinlar-birligi-cureti-kusanip-mucadeleyi-secen-kadinlar-saraylarinizi-basiniza-yikacak/

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-communist-union-of-women-women-struggle-will-demolish-your-palaces/