Hejmara daxuyanê: 2021/4
Karker û gelên bindest ên her welatî, bibin yek!
1ê Gulanê têkoşîna li dijî vîrûsa rastîn pergala emperyalîst-kapîtalîst e.
1ê Gulanê roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ye, ku di têkoşîna di navbera burjuwazî û çîna karker û girseyên bi mîlyonan ên bindest de yek ji girîngtirîn xalên girîng e. Îsal, em pêşwaziya 1ê Gulanê di dewreyekê de ku refên şoreş û hêzên dij-şoreş zelaltir dibin, nakokî zelal dibin, û hêrsa bindestan berhev bûye, lê hê jî wê çepera xwe neşikandiye de, dikin. Bê guman, yek ji sedemên herî girîng ku ev wêne zelal bibe şewba vîrûsa korona ye, ku divê wekî nexweşiyek çîna karker were dîtin. Li çar aliyê cîhanê, heya niha ji sê milyonan zêdetir kes ji ber nexweşiyê mirine. Mîna piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, çîna karker û girseyên kedkar ên gel roj bi roj xizan dibin. Ev rastiyek eşkere ye.
Ev rastî, di texmînên hin rêxistinên girêdayî emperyalîzmê de nîşan dide ku hejmara mirovên rojane ji 1,90 dolarî kêmtir qezenc dikin û weke “zehf xizan” tê binavkirin, dê ji 434 mîlyonî heta 1 milyarî zêde bibe. Ev yek jî di pêvajoya pandemîyê de tê dîtin, ku tevî krîza aboriyê ya ji krîza aboriyê ya sala 2008’an û vir ve baş nebûye jî, dewlemendiya giştî ya milyarderên cîhanê bi 5 trilyon dolarî zêde bû û gihîşt 13,1 trîlyon dolarî. Xwediyên dewlemendiya zêde ya van sermayedaran; çîna karker û xebatkaran di pêvajoya pandemîyê de li ser mercên mirinê didin xebitandin. Her qurişê ku ji aliyê xwînmêjan ve hat xerckirin ku gihîştin 2 hezar û 755 kesan tevî 660 kesên ku di dema pandemîyê de weke milyarder hatin navnîşandin; ne tenê bi xwêdan, bi xwîna çîna karker û xebatkaran jî vê yekê pêk anîn. Ji ber ku dewlemendiya 10 kesên herî dewlemend ên di cîhanê de û dewlemendiya wan têra hemû gelên cîhanê parza bikin heye, û li ser vê yekê sedema mirina kesên xizan ne korona vîrûs e, kesên sermayader an jî yên dewlemendin. Bi kurt, hin kes hejartir xizan dibin û hind kes jî dewlemendtir dibin; xizaniya di aliyê aboriyê da çê dibe dewlemendiya hind kesan derdixe holê.
Burjûwazî dewlemendiyê li ser dewlemendiya xwe ya li gelemperiya cîhanê zêde dike, û di heman demê de parzakirin bûne weke berhema şerê navbera emperyalîstan, û heta “alîkariya wekî sedeqe” ji dewletên ku nûnerên wan soza ku wê di demên destpêkê yên şewba koronaye de dabûn gelan, di demeke gelekî kurt de ji bîr kirin. Ev rewş ji bo welatê me ne başe û pir xetere. Di nav vê rastiyê de Tirkiye yek ji du welatan e ku di pêvajoya pandemiyê de li gorî dahata neteweyî ya di nav welatên OECD’yê de çavkaniyên herî kêm ji gel re vediqetîne. Di nav vê de lêçûnên tenduristiyê jî hene, lê belê ev hejmar beramberî 1,1 ji dahate netewiye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku di destpêka pandemiyê de ji kar derxistinê qedexe kir, bi dayîna “betlaneya bêperwa” û “Kod-29” a di Qanûna Kedê de, yanî “dozên ku li gorî qaîdeyên exlaq û baweriya baş nagerin” nîşan da ku qedexekirina ji kar derxistinê, xapandineke gelekî hêsane. Bi taybetî Kod-29 bûye polîtîkayeke êrîşê ya taybet a li dijî karkerên ku di sendîkayan de rêxistiniyê dikin û ji bo ku mafê xwe bistînin li ber xwe didin. Karkerên bi Kod-29 re ji kar hatine avêtin û ji ber ku nikarin mafê xwe yê qezenca bêkariyê bikar bînin, ji bo hikûmetê rewşek serfiraz a tevahî ava dike.
Di sala borî de hejmara karkerên bi Kod-29 re ji kar hatin avêtin 176 hezar û 662 bû, hejmara bêpayan jî ji 2,5 milyonî zêdetir bû. Bi gotineke din, di dema ‘qedexeya derketina derve’ de nêzî sê mîlyon karker bêkar man û wana bi mirinê re rû bi rû hiştin.
Pêla ji binî ve tê li rû dikeve!
Çînên desthilatdar ên Tirk û nûnerên wê an ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di pêvajoya pandemiyê de ne tenê ji bo kedxwariya karkeran zêdetir bi kar bînin hewl didin, bi faşîzmeke têr û har mafên civakê ên demokratîk-civakî çop dikin û di aliyek din de jî, li ber têkoşîna kedkar û xebatkaran dîwarên stûr avadikin.
Yek ji mînakên herî berbiçav ew in ku bi hezaran kes li salonên “kongreyên lebalep” de kom kirin, lê bi “qedexeyên şewbê” pêşiya karker û kedkaran digirin. Lê belê gava ku karker û kedkar ji bo maf xwestineke derdikevin kolanan anjî daxwazîya xwestinekê dikin her der û hemû maf ji wan ra kedexeye. Bi hinceta pandemiyê êrîşî çalekvanên kolanan kirin û kesên ku binçav kirin bi awayekî repisandî xistin otobusên polîsan. Daxwaza peymana Stenbolê ya ku ji bo pêşîgirtina li di jî tundiya li hemberî jinê û LGBTÎ+yan di encama têkoşîna bi salan a jinan de hatiye çêkirin, di nîvê şevê de bi giştînameya serokkomar ve betal kir û wê avêtin sergo. Ji bo tayînkirina qeyûmê zanîngeha Bogaziçiyê re jî ew pêvajo bû fersendeki mezin, tevgerên wê jî li gorî vê fersendê di meşin û didomin. Wekî din armanceke dewleta Tirk a bê guhertin jî êrîşên wan yên li hemberî têkoşîn û destketiyên gelê Kurd in, û bi vê yekê ev êrîş zêde dikin û li dijî HDP’ê dozeke girtinê vekirin. Kesên ku devê xwe vedikin bi sedema ku heqaret li serokkomar hatiye kirin ve tên binçav kirin û polîsên rûpoş ên berfê an jî ji hêzên teybet, di ser malên wan de digrin.
Lê belê, bi awayê tevahî ku piştgiriyeke wê ya bihêz û xurt tune be jî, têkoşîna rewa ya rastîn a çîna karker, xebatkar, jin û LGBTI+yan, gelên oliyên bindest, neteweya Kurd li hemberî vê êrîşkariya faşîzmê ji têdikoşina xwe venagere. Ji bo em faşîzmê hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin, tişta ku ji me re pêwîste, di nava tebeqeyên cuda yên hem û bindestan de yekîtî û piştgiriyê xurt kirine, û bi taybetî xeta têkoşîna çîna karker bi vî rengî yekparêz ava kirine.
Bi taybetî, êrîşkariya ku li hemî qadên aborî û siyasî yên li jorê me diyar kir û pêla faşîzma ku li seranserê cîhanê zêde dibe tê meşandin, li erdnîgariya me bi li darxistina eniya antî-faşîst, û di serî de çîna karker, hemî bindestan di vê eniyê de bikin yek, û di qada navneteweyî de, rêxistinkirin bi zemînek hevpar a bi hêzên antîj-faşîst û antî-emperyalîst re pir girîng e. Ji ber vê em dikarin rewşa dinyayê ya piştê şewbê li ser du aliyan diyar bikin, û yek bêhtir zêdebûna faşîzmê ye, û em dikarin bibêjin ku yê din jî li ser rewşa gelên bindest ê herî xiran xwe diafirîne. Ev ê jî li ser hêrsa gelên bindest ên ku di bin pêkutî, mêtînî û bintestiyê de dijîn bimeşe û dê bibe sedema tevgera serhildanên mezin. Ev serhildanên ku ji ziman, dirûşm dijiminên hevpar dê werin afirandin, dê bi awayek bê guman hesab û lîstikên desthilatdaran hilweşînin. Li ser bingeha vê rastiyê, hêzên antî-faşîst dê bikaribin li bi têkoşînek dij-pergalê û li ser berxwedana rewa gavê têkoşîna azadî, edalet û rizgariyê li dar bixin. Afirînerîn vê pêvajoya wiha û pêşerojê bê guman çîna karker e.
Wext e ku em bi tevahî hêza li ser de biçin!
1ê Gulanê ji bexwedanek mezin hatî afirandin û di hemû dinyayê de di nav berxwedan û têkoşîna proletarya, gelê û netewên bindest de geş bûye û bûye nîşaneyek têkoşîna rizgariya enternasyonal. Çîna karker ya ku dîroka 1ê Gulanê nivîsand, Komuna Parîsê ya ku îsal salvegera wê a 150emîn e, jî afirand û ev mînaka yekem a proleter e ku ji hêla çînek hatî afirandin. Her wiha, Komûn tenê 70 rojan li ser pêyan mabe jî, heta îro bi taybetî di şoreşên Sovyetê û Çînî de, ku xwe ji dersên Komunê afirandine, û ji gelên cîhanê re li dijî burjuwaziya navneteweyî ya emperyalîst kozîkên herî girîng bidest xistiye. Ji ber vê sedemê, tekoşîna çînan dê biryar bide ka hilweşîna ku ji ber krîza heyî û êrişa li dijî gelan çêbûye ji bo zaliman an jî bindestan e.
Partiya me TKP-ML, bang li xwediyên keda ku dinyayê afirandiye, arteşa koleyên mûçeyê, çîna karker û hemî bindestan dike ku ji bo cîhanek bê çînê, b bê kedxwar, bêsînor xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Xêncî têkçûna faşîzmê û bidestxistina azadiya me ti rêyek din tune. Bi gotina “Em îro sax man” xelasî çênabe, li benda ku faşîzm bixwe hilweşe û hêvîkirina ku ew di sandoqê de biçin, rêya rizgariyê nade. Em bang li hemû karker, kedkar, jin, LGBTÎ+an, Elewî, Kurd, Ermenî, her kesê dikin ku li dijî vê desthilatdarê bi gotinek ve 1ê Gulanê ku riya azadiyê nîşanî me dike, veguherînin qada berxwedan û têkoşînê.
Bijî 1 Gulan!
Bimire Faşîzm, Bijî Têkoşîna Me Ji Bo Desthilatdariya Gel a Demokratîk!
Bijî Enternasyonalîzma Proleter!
Bijî Marksîzm Lenînîzm Maoîzm!
TKP-ML MK SB
Avrêl 2021