Komîteya Partiya Rojhilata Navîn ya TKP-ML: EM Dİ RÊYA ŞOREŞA GEL YA DEMOKRATÎK DE Lİ SER ŞOPÊN ŞEHÎDAN DİMEŞİN!

EM Dİ RÊYA ŞOREŞA GEL YA DEMOKRATÎK DE Lİ SER ŞOPÊN ŞEHÎDAN DİMEŞİN!

 

Dema ku partiya me 48 sal berê di welatê me de ala proletaryayê ya enternasyonal kêşand esman; di destên lepek qadroyan de bitenê çend qirme û îdeolojiya MLM ku bingehê dinyayê ji şûna wê de bihejîne hebû. Ji wê rojê heta vê rojê partiya me di rêya Şoreşa Gel ya Demokratî de li ser şopa şehîdan ve di berxwedanên kolanan, tevgerên gel, cerd û kemînên bêjimar de derbas bûye.

Partiya me wekî roja ewil bi coşdar û bi zanistiya 48 sal ve di rêya xwe de dimeşe. Li ser rêya rêber Îbrahîm Kaymakkaya sadiq maye û bi vê yekê jî li ser bingehek bi zanistî, par di van deman de rayên Îbrahîm Kaypakkaya anî ser halek programa şoreşê û bi vê jî gavek bi dîrokî avêt. Ev gav di her aliyê de gavek binirx e.

Mîrovahî îroj di çapanek kûrewî de bi vîrusa li ser navê COVÎD-19 ve têkoşîn dike. Ji ber vê nexweşiya Pandemî bi angorî daxûyanê fermî yên dewletan; nêzî dused hezar mîrov jiyan ji dest daye, bi milyonan mîrov jî bi vê nexweşiyê ketiye. Ev rewşa ku vîrusê derxistiye rastê jî encamek e. Di binê vê nexweşiyê de têkiliya pergala emperyalîst-kapîtalîst ku di nav sirûşt û mîrovahiyê de pê datîne heye.  Pergala emperyalîst-kapîtalîst her tiştî bi angorî qazancên xwe bi rê dibê û hewce ku di vê pergalê de kes li benda tiştekî bi awayek din jî nemîn ne. Bi  bandorên vîrusê û bi bûyîna qeyrana li ser civakî-aborî ve gotina “Tu tişt wekî berê namîne.”  niha de di nav zimanê stratejîstan de cih hilda ye. Ji ber vê yekê; di van rojên ku mîrov-mîrovahî di malan de tên girtin, di kolanan de bi bêtir zêdebûna polîs û leşkeran ve ji bo armanca avakirina reveberiyên otorîter û zordar keys lê tê danînin, maf û qazancê çîna kerker û gelên bindest tên çopkirin, hewce piştgirî were mezin kirin û ji berpirsyarê nexweşiyê hesab were pirsîn û dem ev dem e. Ji ber ku vîrusa rast, li mîrovahiyê gef dixwe pergala emperyalîst-kapîtalîst û ew reveberiyên feodal-faşîst ên ku wan xwedî dikir in.

Selvegera  damezirandina partiya me roja 24’ê meha avrêlê di axa welatê me û li gişt Rojhilata Navîn, di heman demê de dîroka nîjadkujiya gelên Ermen, Asûr, Suryanî û Keldanî ye. Li ser sed sal zêdetir derbas bûye, lê hîna di axa Rojhilata Navîn de êrîşên dagirî-îlhaq yên emperyalîstan û dewleta Tirk a faşîst tên didomînê. Bi Îttîhat-Terakkî ve destpêkirina nîjadkujiyê bi Kemalîstan ve hat domandin û niha jî bi  hevgirtina AKP-MHP ve êrîşkarî tê domandin û zêde bûye. Li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana gelên Rojhilata Navîn jî diyarê qedera Şoreşa Rojava ye. Ev berxwedan li gelên Tirkiyê cure bi cure ên kedkar bi awayek girîng bandor dike. Wekî her welatên Rojhilata Navîn di Tirkiyê de jî li dijî desthilatiyê nekêfxweşî di nav çîna karker û gelên bindest  de roj bi roj zêde dibe.

Partiya me TKP-ML, di Kongreya 1’emîn de bi hemla “ RojhilataNavîn” ve rêya stratejiya Şerê Gel ji bo axa welatên me de em serbikevin, ravê me kiriye. Stratejiya Şerê Gel ji gelên bindest ên dinyayê re hêvîbûna xwe didomîne û tirsa şerê gelrîlla li ser dijmin tê domandin.

Partiya me di sala 49’an de ala ku ji heval reber û şehîdên me hildaye ê vê ala me bilid bigirê û armanca şoreşê berdewam bike.

-Bijî Partiya Me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, Rêxistina Jina KKB, Rêxistina Ciwana TMLGB!

-Bijî Şerê Gel!

-Bijî MLM

-Şehîdên Partî û Şoreşê Bêmirin!

Komîteya Partiya Rojhilata Navîn ya TKP-ML

Avrêl 2020

Türkçe: https://www.tkpml.com/tkp-ml-ortadogu-parti-komitesi-demokratik-halk-devrimi-yolunda-sehitlerimizin-ayak-izlerine-basarak-yuruyoruz/

İngilizce: https://www.tkpml.com/tkp-ml-middle-east-party-committee-we-walk-towards-democratic-peoples-revolution-by-following-the-footprint-of-our-martyrs/