TKP-ML MK-SB: Bila Bi Ehd Û Sond Be Emê Nav û Mîratê Wan Bijînin!

Jimara Daxuyanê: 2020/01

 

Bila Bi Ehd Û Sond Be Emê Nav û Mîratê Wan Bijînin!

Ewên dibêjin “dawîna dîrokê” hatiye, fermandina “mirina Marksîzmê” dikin û behsa qedandina têkoşîna çînê dikin; tev bi hev re ew gotinên xwe vediguherînin. Jiyana ku pergala kapîtalîst-emperyalîst ji proletaryayê û gelên dinyayê re pêşkeş dike, bi zêdebûna kedxwariyê re rewşa bêkarî û xizaniyê ku hatiye vê gihînekê, mirin û koçberbûnê ku şerên emperyalîst bûne sedem, rewşa dijmintiya nîjdaperestiyê û xerîbiyê li dijî pergala kapîtalîst-emperyalîst re di hindirê çînê karker û gelên dinyayê de bûye sedema hêrs û bertekek kûr. Pergala kapîtalîst-emperyalîst malnameya reqabetê ya nav xwe ji çînê karker û gelên dinyayê re dide secandinê. Li dawiyê, tişqilîna ku di nav emperyalîzma DYE û rejîma paşverû Molla ya Îranê de hatiye dijînê, ji dinyayê re dibe sedema şerek nû. Carek dîsa jî ji çînê karker û gelên dinyayê re şer, xizantî, biçîtî û koçbertiyê didin spartinê.

Li gorî viya azweriya karê a rapir ya pergala kapîtalîst-emperyalîst bi xwe re gerestêrka me jî dibe ber tunebûnê. Ev rewşa dinyayê ku îroj bi “qeyrana avhewayê” tê tarîf kirin; rastiya “kapîtalîzmê ku dara nikare bifroşe, dibire” ye. Kapîtalîzm, rewşa dinyayê ji bo giyandaran aniye cihek ku tê de neyê jiyandinê. Û ji aliyê pergala kapîtalîst-emperyalîst ve dinya diçe ber bi tunebûnê.

Ji bo berjewedîtiyê lepek kêmaran bi mîlyonan mîrov di nav kedxwariyê, xizaniyê birçîtiyê û bêkartiyê de têkoşîna jiyanê dide. Ev rastiya berbiçav ji çînê karker û gelên dinyayê bindest re bûye sedema serhildanan û bi dehaniyan di niştîmanan de çalakiyên girseyî hatiye jiyandinê/tên dijînê.

 

Rêhevalno, Neteweyên Tirk û Kurd, Ji Baweriyan Û Netewatiyên Cur Bi Cur Gelên Me!

 

Welatê me jî ji ev geşeyên di çapana dinyayê de tê dijîn para xwe hildide û serbixwe nîne. Civaka Tirkiyê ku ji neteweyên Tirk, Kurd, baweriyan û netewatiyên cur bi cur çêbûye; di aliyek de li dijî mercên qeyraniya aborî ku lê tên spartinê têkoşîn dike, di aliyek din jî di hindirê sînor û dersînor de li hember êrîşên faşîst ve tên hîştinên. Çînê Tirkên serwer ji bo ji hembertiya emperyalîzmê kelkdar bibe di dîrokê de dewrek herî êrîşkar dijîne.

Ji gelên Tirkiyê gişt re qeyranek aboriyê giran tê spartinê û di rojevê de îflas û xwekujî cih hildide. Li arasteyî jin û LGBTÎ+yan komkujî zêde dibin. Di hindirê sînor û dersînor de li arasteyî Kurda sîyaseta “qeyûm” tê domandinê û malên Elewiyan tên nîşan kirin. Di binçaviyan û girtîgehan de li arasteyî girtiyan îşkence roj bi roj zêde dibin. Faşîzm li çalakiyên demokratîk yên biçûk jî baristanî nake. Çînên Tirkên serwer, rewşa qeyraniya aboriyê di binê navê “pêşnûmayên şêt” de rêya komkujiyên hawir vedike. Li piştî dagiriya arasteyê Rojava de ji colên Libyayên re sefer derdixe.

Bi taybetî faşîzm ji tirsê êrîşên xwe zêde dike û bi zêdebûna êrîşan ve tirsa faşîzmê bêhtir mezin dibe. Çînên serwer, behsa “Gezî”yên nû dikin û ji tirsa serhildanên gel qala hewcekirina rêxistinên hêzên paramîlîter dikin.

Lê havila tirsê ji ecel re tune. Li dijî faşîzmê di her derê de domandina têkoşînê, di hindirê sînor û dersînor de li ser faşîzmê titsê bêhtir zêde dike. Li dijî faşîzmê bi domandina têkoşînê ve  nemirbûna şoreşger û komunîstan berdewam dike. Ewên ku ji bo mafên proletaryayê û gel jiyana xwe bêdilxişûş  didin û bi awayek berbiçav ji bo têkbirina faşîzmê dibin peyta serkeftina têkoşîna me, bi vê sedemê yên ku di têkoşîna proletaryayê û gelên bindest de nemirbûne di têkoşîna dinyayê ya bêkedxwarî û bêçînî de bûne nîşanên rê û stêra me ya bakur.

Em dîsa dibêjin di doza proletaryayê û gel ya mafdar û rewa de bîranîna nemirên me, bîranînên wan yên nirxdar û ezmûnên têkoşîna wan di têkoşîna me ya ji bo pêşerojek azad de wekî her demê dîsa ji me re çavkaniya hêz ya herî sereke ye.

 

Em Di Şopa Nemirên Partiyê Û Şoreşê Dane!

Bijî Enternasyonalîzma Proletaryayê!

Bijî Marksîzm Lenînîzm Maoîzm!

Bijî Pattiya me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, Rêxistina Me Ya Jina KKB, Rêxistina Ciwana TMLGB!

 

TKP-ML MK-SB

Rêbendan 2020

 

Englısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-central-committee-polit-bureau-their-names-and-heritage-shall-live-in-our-struggle/

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-san-olsun-ki-adlarini-and-olsun-ki-miraslarini-yasatacagiz/