TKP-ML MK-SB: EMÊ BI SER BIKEVIN, EMÊ BI SER BIKEVIN!

Rave No: 2019/12

EMÊ BI SER BIKEVIN, EMÊ BI SER BIKEVIN!

Lewre em dizanin yên berxwe didin bi bin dikevin, ancax yên ku berxwe nedin di serî de winda kirin e. Em ev rastiyê ji Serok Mao de dizanin: “Tevlihevî çêkirin, biserneketî bûn, dîsan tevlihevî çêkirin û dîsan biserneketî bûn… Heta ku tune bibe, here. Li hemberê doza gel helwestên mantiqê emperyalîstan û kevneparêzên cihanê giştî ev e û ewana qet li dijî ev mantiqê tevgerîn nakin. Ev zagonek Marksîst e. (…) Şer kirin, bi bin ketin, dîsan şer kirin, dîsan bi bin ketin û dîsan şer kirin… Heta bi gihînin serkiftinê. Ev jî mantiqê gel e û gel qet li dijî ev mantiqê tevgerîn nakin. Ev jî zagonek Marksîstê din e.”

Me îroj ev rastiyê wek zelal di êrîşên dewleta Tirk a faşîst li dawiyê ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê dike de dit. Emperyalîstan ji bo qazancên netewê Kurda ji nav hilînin, rê dan dewleta Tirk a faşîst. Dewleta Tirk niha di axa Rojava de bi bermayiyên çeteyên DAÎŞê, bi tank û balafirên xwe  ve komkujî dike. Li hemberê doza mafdar û rewa ya netewê Kurda helwestê emperyalîstan û kevneparêzên cihanê ev e.

Li hemberê vana jî di serî de netewê Kurd, cur bi cur bawerî û netewatiyên gel, şoreşger û komunîstên, şervanên navneteweyî (enternasyonal) berxwe didin. Ev jî mantiqê gel e. Îroj yên ku li Kurdistana Tirkiyê berxwe didin, îroj yên ku di axa Rojava de berxwe didin, Mantiqê gel dijînin.

Partiya me TKP-ML û artêşa gel TÎKKO, Yekîtiya Jinên Komunîst û tevgera neteweyî Kurda ya Azadî bi hev re di axa Rojava de di têkoşîna hemberê emperyalîzmê û faşîzmê de bi hêzên me yên mutewazî cîh hilda ye. Partiya me di kozikên berxwedanê de cîh hildan û mil dana berxwedanê, ê berdewam bike. Lewre ev berxwedan berxwedana gel e. Ev berxwedan mafdar û rewa ye!

Em li ser ev bingehê salvegera damezirandina 42yemîn ya neteweyî Kurda ya azadî bi hest û dilînên xew yên şoreşger ve silav dikin û daxwaza me di têkoşînê de serfirazi ye.

Bi gotinên şehîd Çîyager “Çi dibe bila bibe, dawiyê rewşedar bibe.”

Bijî Têkoşîna Neteweyî Kurda Ya Mafdar Û Rewa!

Bijî Mafê Veqetina Bi Azad!

Bijî Şerê Gel!

TKP-ML MK-SB

27 Mijdar 2019

Türkçe: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-sb-kazanacagiz-biz-kazanacagiz/