TKP-ML MK: Werin em hêrsa xwe bi serhildana Newrozê re bikin yek û Qesrên Dehaqên zalim li serserê wan de hilweşînin!

Hejmara daxuyanê: 2023/3

Werin em hêrsa xwe bi serhildana Newrozê re bikin yek û

Qesrên Dehaqên zalim li serserê wan de hilweşînin!

Em Newroza 2023’an bi wêraniya ku di 6’ê Sibatê de erdhejên navenda Mereşê, bi dehan erdhejên paşerojê û piştre jî lehiya li heman herêmê pêk hatin pêşwaz dikin. Erdhej li ser axa Tirkiyê, Kurdistana Tirkiyê, Bakurê Sûriyê û Rojava bandor bû. Li gel mirina bi deh hezaran, sed hezaran mirov birîndar bûn, mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn. Lê erdhej li erdnîgariya me ji weke felaketeke xwezayî derket û li hemberî gelê me yê ji neteweyên Tirk û Kurd, ji neteweyên cuda û bi taybetî jî baweriya Elewî li ser gelê me bû komkujiyeke girseyî.

Dema ku bi deh hezaran kes di bin xirbeyan de deng derdixistin, gel bi xwe bû ku destê alîkariyê dirêjî gelê ku li serê xirbeyan banga alîkariyê dikir. Dildar, şoreşger û welatparêz bûn ku piştî erdhejê ji bo alîkariya gel herikîn cihên erdhêjê. Li aliyê din dewlet li şûna alîkariya mexdûrên erdhejê bi astengkirina dildaran, tayînkirina qeyyûman li navendên alîkariyê, bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava mijûl bû. Saziyên divê ku kon radestî gel bikin, bazirganiya konan dikirin. Hemû partiyên desthilatdar ên ku ev sed sal in li qada siyaseta burjuva-feodal in, mîna ku îro hîn bûne ku welatê me di kembera erdhejê de ye, diaxivîn û hewl didan ku kes fêhm neke ku destên xwe ji bo efûya îmarê rakiribûn û tevgerandinên wan dişibiya ku beriya desthilatdariya AKP’ê her tişt ji bo berjewendiyên gel bûn. Lê bi bîr anîna Erdheja Marmarayê ya 1999’an jî ji bo kêliyekê ev propaganda bêbandor kir. Lê bi tenê bîr anîna Erdheja Marmarayê ya 1999an ve ev propaganda pûç dibû. Yanî Dehaqên zalim ên îroyîn bi hemû zilma xwe li ser kar bûn. Li şûna ku alîkariya deh hezaran kesên di bin xirbeyan de banga alîkariyê dikirin, bikin ve ketin nava herêma erhêjê û dengê mexdûrên erdhejê qut kirin. Talankirina bacên ku ji ber erdhejê hatine komkirin têra wen nekir, û ji bo ku dest bidin ser alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin jî tevgeriyan. Di navberê de sedsaln jî derbas be, rûyê qetlîamker û zilma zaliman didome. Dehaq bi hemû hovîtî, kujer û rûyê xwe yê dijmin li pêşberî gel disekine!

Yek ji sedemên ku erdhej veguheriye komkujiyek girseyî ya gel, pêşkeşkirina talankirin û rantê a li ser xetên çalak ên li herêmên erdhejê ye. Ya din jî ew bû ku ji bo bersivdana hawara alîkariyê ya kesên ku di bin xirbeyan de mabûn gav neavêtin. Yên ku erdhej û qetlîama bi deh hezaran însanan wek “plana qederê” bi nav kirin, ji bo projeyên nû yên înşaetê jî bi lez û bez gav avêtin. Dehaqên zalim, bajarên ku ji ber erdhejê wêran bûne, wan pileyên xirbeyên ku divê bên rakirin yên di ben de cesed hene weke qadeke nû ya talankirê dîtin.

Ji ber ku erdnîgariya berfireh a ku erdhej lê qewimîn ji herêmên ku gelê me yê Elewî yê ji neteweya Kurd û Ereb gelê me lê dijîn, bû sedem ku dewlet rûyê xwe yê rastîn bi awayekî vekirî nîşan bide û keys lê bîne. Gelê herêmên li benda alîkariyê bûn, lê Dehaqên îro ev yek veguherandin firsendekê û gel teşwîqkirin ku ji herêmê koç bikin. Bi organîzekirina komên talan û lîncê xwestin gel herêmê biterikînin. Siyaseta xwe ya Tirkkirin û Îslamiyetê ya ku ev sed sal in bê kêmasî berdewam dike, bi koçberkirina gelê me yê Elewiyên Kurd û Ereb ji herêmên ku lê dijîn, dan domandin. Her wiha bi zarokên mexdûrên erdhejê dayîna terîqatên paşverû û bi ser de jî bi derxistina vê fetwaya “dikare bi zarokan re bizewice” berdewam kirin. Ji bo rê li xebatên şoreşger û welatparêzan ên li herêmên erdhejê bigrin OHAL derxistin, lê di aliyek din de jî rê li ber her cure tarîqatên îslamî yên paşverû vekirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku xwe li pişt erdhejê vedişêre, hewl dide ku qeyrana aborî ya ku ji sala 2018’an û vir ve her diçe zêde dibe û ev 3 sal in piraniya gel mehkûm dike ku di bin xeta birçîbûnê de dijîn, bi ‘qeder’ê ve girêbide. Lêbelê, rastî beşek ji jiyana mirovan e ku nayên veşartin. Îro sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî 9 hezar û 234 lîre ye (15.03.2023), heqdestê herî kêm 8 hezar û 500, meaşê herî kêm yê karmendan 6 hezar û 78, meaşê teqawidiyê jî 6 hezar lire ye. Bi gotineke din, bi mîlyonan mirov tevî malbatên xwe ji bo li jiyanê bimînin têdikoşin. Ev rastî diyar e ku têkoşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê vala ye; erdhej rastiya ku gel di bin sînorê xizaniyê de dijîn kûrtir dike, vê yekê hîn zêdetir diyar û zelaltir dike.

Di vê rewşê de jî derbasê pêşberî gelê ku xizmên wan kuştine, mehkûmê birçîbûnê kirine û bi zext û tundiyê hewl dane wan bitepisînin, dibin û ji wan helaliyê û ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê dengên wan dixwazin. Lîstikvanên wêrankirina bîst û yek salan, şerm nakin. Li ser gitinê, muxalefet jî ji bo serdema beriya AKP’ê weneyê xêz dike ku gelê me yê Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî, ji netewe û baweriyên cuda pêk tên di wê deme de xizantî nedîtine, her roj nehatine qetilkirin, her kesî mafê xwe bikar aniye, bi zimanê xwe yê dayikê ve perwerdehiyê dîtine, di bin navê “operasyonên derveyî sînor” de bombe li gelê kurd nehatiye barandin, di cînayetên “dewleta kiryar” de mirov nehatin îmhakirin, jin nehatin qetilkirin, LGBTÎ+an bi cûre sûcên nefretê re rûbirû hwd. nemane. Bi AKP’ê ve dest bi her tiştî dikin, û dixwazin ku em “dersa dewletê” ya ku her roj bi êş, xwîn û xizanî hatiye fêrkirin ji bîr bikin û hewl didi ku xwe weke paqij nişan bikin. Di rastiyê de bêşermbûyî ew qas e ku serokwezîr û wezîrên berê yên AKP’ê jî rasterast tevlî vê koroyê dibin.

Di nava sed salan de me her rû û her rengê vê dewletê dît. Em careke din tevlibûna wan dersan red dikin. Biryara me ew e ku di lîstikên wan de weke fîgûran nemînin, lê li hember Dehaq bibin Kawa, em mecbûr in.

Dem dema rakirina mîrkûtê Kawa ye li dijî Deaqan!

Van serpêhatiyan, bi taybetî jî erdhejan, careke din nîşan da ku Dehaq tevî ku bi hezaran sal derbas bûne hê jî zilma xwe didomîne.

Dehaqên zalim ên îro bi gotina “Em dinivîsin, dema wext û cih were em ê hesabên xwe çareser bikin” ve gele ku alîkariyê dixwazin tehdîd dikin û çêrê wan dikin. Berpirsiyarên kuştina bi dehhezaran însanan di qesrên xwe yên hezar odeyî de bi kêf û şahî dijîn û li ber çavê raya giştî itibara xwe ya sifir kêm nakin. Li gel vê jî weke ku tiştek nebûye ji gelê me “helalbûnê” dixwazin.

Wana li şuna xwe ji bûyerên xwezayî yên wekî erdhejê re amade bikin, bi gotina “hûn dizanin fîşekek çiqasî ye” ve ji bo şerê li dijî gel veberhênan kirin, pesnê SÎHA’yên bombeyan li gerîla û gelê sivîl dibarînin didan, ji bo rûyê xwe yê qetlîamkar û qirker veşêrin propagandaya “dewleta mezin” dikirin, bi vê yeke rûyê xwe yê rastîn careke din jî eşkere kirin.

Di nav van rojên ku bi deh hezaran mirov di qîrîna alîkariyê de ji cemidandinê mirin, ku bi deh hezaran ji wan jî ji bin xirbeyan nehatine derxistin û li termên wan muameleya kavil hatine kirin, di şert û mercên ku bi deh hezaran kes bê nasname û kefen hatine definkirin, şer û serhildana li dijî Dehaqên îro ku bûne sedema vê rewşê rewa, maf û pêwîstiyek e.

Her gav ger ku em agirê serhildanê li hember zilm û qetlîamên zaliman geş nekin û mîrkutên xwe li ser serê Dehaqande dayneynin, hovîtî û qetlîamên nû li benda me ne. Li hemberî vê pergala talan û kirêt a ku bûye sedema qetilkirina bi deh hezaran kesî, ji bilî rêxistinkirin û geşkirina têkoşîna şoreşgerî ya li dijî Dehakiyên îro, ti rêyeke me ya rizgariyê nîne.

Dem dema li hemberî Dehaqên îro bûyîna Kawayê Şoreşger, û li hemberî zaliman gurkirina agirê serhildanê ye. Dem dema din av têkoşîna li dijî zilma zaliman de cih girtin, rêxistinbûn û hesabpirsînê ye!

Em Dehaqên zalim ên ku gelê me qetil kirin helal nakin, em ê hesab ji wan bipirsin!

Newroz Piroz Be!

Partiya Komunîst a Tirkiye – Marksîst Lenînîst  

Komîteya Navendî

Adar 2023

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mk-werin-em-hersa-xwe-bi-serhildana-newroze-re-bikin-yek-u-qesren-dehaqen-zalim-li-sersere-wan-de-hilwesinin/?swcfpc=1