TKP-ML MKSB: EM Ê AGIRÊ BERXWEDANA NEWROZÊ GEŞ BIKIN! FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN!

Jimara Daxûyanê: 2020/2

EM Ê AGIRÊ BERXWEDANA NEWROZÊ GEŞ BIKIN!

FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN!

Ev  sala dawî, hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn de li dijî zilmê bû çavdêrê geşbûna agirê serhildana gelên bindest. Wadên pergala emperyalîst kapîtalîst ji mirovahiyê re wekî her dem, disa bû sedema bêhtir şer, komkujî  û ji ax û welatê xwe derketin û penabertî. Niha jî nexweşiyên vegir tev li vana bûn e. Ev geşedanên  di nav van salên dawîn de hatine dijîn ravê dike ku pergala emperyalîst kapîtalîst mirovahiyê dibe ber  bi tûnebûnê.

Ji dîrokê heta vê demê Rojhilata Navîn jî di nav ev çend heremên ku pergala emperyalîst kapîtalîst lê destdirêjiyek bixwîn dike de derdikeve pêşiyê. Dagirkirina Iraqê û şerê Sûriyê bûye mînaka ev destdirêjîtiya bixwîn a dawiye. Dehaqên zordar ên îroj ev emperyalîst û xulamên wan ên paşverû yên li vê heremê ne û vana ji gelên Rojhilata Navîn re  xêncî mirin, komkujî, nexweşiyên vegir, koçkirinek pêwist tu tiştek neanîn.

Gelên qedîm yên Rojhilata Navîn, di dîrokê de her dem li ew Dehaqên ku li wan zordarî kiriye,  kuştiye û keda wan xwariye re serî hildane û ew mercên ku li wan hatine spandinê qebûl nekirin ne. “Efsana Şoreşger Kawa” ku di çavkaniyên Kurd û Farsan de derbas dibe heta ev roja me ji ev serhildan û berxwedanan re bûye peytek berbiçav. Ji aliyê Dehaqên roja me ve ji bo valakirina hindirê Newrozê, Newroz li ser navê “Cejna Biharê” tê pîroz kirin, lê Newroz li ser vê axê du hezar sale li ser navê berxwedan û serhildanê hatiye pîroz kirin.

Dehaqên roja me bi awayek hov êrîşên daxwazên neteweya Kurda ên  herî demoktratîk dikin, bi hezaran mîrov binçav dikin, direvînin û digirên, bi tayînkirina qeyyûma ve şaredariyan çop dikin. Disa li ser çiyayên Kurdistanê operasyonên leşkerî  çêdikin, li ser Kurdistana Iraqê opreasyonên dagirkirinê çedikin û di  dotira rojê de bombe li çiya û jîwaran  dibarînin. Dewleta Tirk a faşîst bi tevkariya emperyalîstan ve li arasteyî Kurdistana Rojavayê jî êrîşên dagirî û tevîkirinê dike. Dewleta Tirk a faşîst di “hindirê sînor” û “dersînor” de daxwazên neteweya Kurda ên demokratîk û mafên ku neteweya Kurda qazanckiriye li dijî hebûna xwe a faşîst re wek “pirsgirêka mayîndetî” dide nîşandinê. Dewleta Tirk a faşîst, wek Dehaqê roja me di nav welat û derwelat de êrîşên xwe ên faşîst didomine.

“Kawayên Şoreşger” ên roja me li dijî ev êrîşên faşîzmê geşbûna agirê serhildanê didomînin. Şoreşger û komunîstên Tirkiyê, Tevgera Azadiyê a Neteweya Kurda di kozîkan de mil bi mil bi hev re li dijî Dehaqên demên nûjen ve bilindkirina agirê serhildan û berxwedanê didomînin. Li dijî zilma zordara û li dijî êrîşên dagirî û tevkirinê, li dijî ew jiyana koletî ku di serî de li ser gelên Kurd û gelê heremê didin spartinê re berxwedan û serhildana Newrozê didomînin.

Bila were zanandinê, ev axa ku em li ser dijîn de heta Dehaqên demên nûjen ji holê neyê hilîn; êrîşkariya li ser neteweyên Kurd û Tirk û netewatî û baweriyên  gelên me ên cuda re dawî nayê. Heta faşîzm têk neçe ji gelên heremê re rûyê jîyanek bêxem û bêtengasî tune. Xêncî ji bo pêşerojek azad şerkirin û xwe bi agirê serhildan û berxwedana Newrozê rapêçandin rê tune.

Niha, dem dema bûyîna Şoreşger Kawa û geşkirina agirê Newrozê ye!

Niha, dem dema şoreşê ye!

Newroz Pîroz Be!

Bijî Partiya me TKP-ML, Artêşa Gel TÎKKO, Rêxistina Jina KKB, Rêxistina Ciwana  TMLGB!  

TKP-ML MKSB

Adar 2020

Turkısh: https://www.tkpml.com/tkp-ml-mksb-newrozun-direnis-atesini-harlayacagiz-fasizmi-ezecegiz/